Ji xemlên şevên Remezana Kerkûkê:Sênî û Zerf

Sênî û zerf lîstikeke gelerî ya Kerkûkê ye. Ev zêdetirî sed salekî ye ku ev lîstik li Kerkûkê di şevên meha Remezanê de tê lîstin. Ev lîstik bûye sedem ku hemû pêkhateyên bajêr li cem hevdu kom bin. Lîstikvanên vê lîstkikê jî got, ev lîstik ya tevahiya pêkhateyên Kerkûkê ye. Helbet ev ne ji wan lîstikan e ku tevahiya malbatê jin û mêr pê dilîzin, yanî qet nebe li nava kolan û sûkan, rewş ne ev e. Mêr (ciwan û kal) pê dilîzin. Hasilî, ev lîstyikeke ji rêûresma bajêr e.

Netewe û baweriyên cuda yên Kerkûkê, ev zêdetirî 100 salan e ku di meha Remezanê de piştî ku nimêja Terawîhê dikin, dest bi lîstina Sênî û Zerfê dikin. Lîstik heta saetên berê sibehê, dema paşîvê li ser cade û kolanên bajêr tê lîstin.

Lîstik wiha ye; sêniyek û yazde zerf hene, du kom tên beramberî hev. Di destpêkê de grupa yekem di pişt perdeyê de zarek yan jî gustîlekê dinava zerfekê de vedişêre, piştre sêniyê dizivirîne ji bo cihê zerfa ku gustîl têde ye, neyê zanîn. Piştre sênî di daynin liber gruba beramber, gruba beramber jî tenê du caran mafê wê heye zarfan veke ji bo dîtina gustîl yan jî zarê.

Heta paşîvê

Mistefa Hamid têkildarî Sênî û Zerfê dibêje; “Ev lîstik ji serdema bav û bapîran ve maye, bi dehan sal e ku ev lîstikk li Kerkûkê heye. Ev lîstika hemû neteweyên li bajêr yanî Kurd, Ereb, Tirkmen û Mesîhiyan e. Lê herî zêde Kurd û Tirkmen bi vê lîstikê dilîzin. Di şevên meha Remezanê de bi vê lîstikê tê lîstin. Bi rastî lîstikeke bi keyf e, dema ku du grub tên beramberî hev ji bo zêdetir puanan bi destbixin. Em heta çaxê paşîvê pê dilîzin. Sedema xweşiya vê lîstikê ew e ku hemû dost û xizm kom dibin û li gel birayên me yên ji neteweyên din, em bi hev re dilîzin.”

Ebdullah Refîq jî ku bi salan e bi vê lîstikê dilîze, wiha diaxive; “Em di hemû şevên Remezanan de bi vê lîstikê dilîzin. Li pirraniya kolanên bajêr lîstika Sênî û Zerf tê lîstin. Şevên zivistanan çawan tenê lîstika kum tê lîstin, di şevên Remezanê de jî tenê ev lîstik tê lîstin. Em Kurd, Ereb, Tirkmen û Mesîhî vê mehê di nava xweşî û aştiyê de derbas dikîn. Ez zarok bûm ev lîstik hebû ji wê demê ve ez dilîzim.”

Ebdullah Refîq wekî din diyar dike ku berê, heta berê sibehê bi vê lîstikê dihat lîstin û wiha dewam dike; “Lê ji ber rewşa ku niha bi serê Kerkûkê hatiye, em heta saet 2’yê şevê dilîzin. Ev lîstik wek ya Kerkûkê tê zanîn. Grup ji Hewlêrê tên, em bi hev re dilîzin, em diçin taxên Tirkmenan ew jî tên li cem me, yanî ev lîstika Sênî û Zerf li cem Kerkûkiyan wateyeke xwe ya taybet heye.”

ROJNEWS / KERKÛK