Ji xewna YE`yê ber bi Osmaniya nû ve – KENDAL CÛDÎ

Bi serkeftina AKP`ê ya hilbijartinên sala 2002`yan li Tirkiyê, yek ji xewnên wê yên sereke bû ku tev li Yekitiya Ewrûpayê (YE) bibe û bibe endamekî çalak ê yekitiyê. Bêguman di serdema AKP’ê û beriya wê de jî, di vê çarçoveyê de gav hatin avêtin.
Lê bi demê re, ji ber binpêkirinên ku AKP`ê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê li dijî sivîlan pêk dianîn û bi taybetî jî li dijî Kurdan, êdî mijara ketina AKP`ê ya nava YE`yê ne li gorî pîvanên YE`yê bû û AKP li alternatîfeke din geriya.
Di 14`ê Hezîrana 2006`an de fermandarekî hêzên deryayî yên dewleta Tirk cara yekê têgîna “Welatê Şîn” xist rojevê. Li gorî plana dewleta Tirk “Welatê Şîn” ew e ku herêmên ku petrol û gaz tê de hebin û herêmên aborî yên Deryaya Reş, Derya Spî û Derya Egeyê ji derveyî para xwe, dagir bike. Mirov dikare ji vê plana dewleta Tirk re bibêje beşek ji plana Osmaniya nû ye.
Ji aliyekî din ve jî, dewleta Tirk a dagirker di aliyê bejahî de jî dest bi plana xwe ya dagirkirinê kir. Bi derketina şoreşa gelan li herêma Rojhilata Navîn, dewleta Tirk ji bo plana xwe bi cih bîne, kete nava liv û tevgerê.
Ev deh sal e ku alozî li Rojhilata Navîn dewam dike û nexşe ji nû ve têne xêzkirin, dewleta Tirk hewl dide cîhana erebî di bin navê Îxwan Muslimîn de bi rê ve bibe û wekî bêje ku ew berpirsê wan e.
Dewleta Tirk niha li sê welatên Rojhilata Navîn; li Sûrî, Iraq û Lîbyayê şer dike û hêzeke xwe ya mezin li wan herêman bi cih kiriye, wekî ku ev herêmeke Tirkiyê ye û ji mafê wê ye ku kengî bixwaze jê derkeve û kengî bixwaze her tiştî bike.
Dewleta Tirk li Sûrî ji Idlibê heta Cerablûsê dagir kiriye û çavê xwe li bajarê Helebê ye. Herwiha li rojhilatê çemê Firatê jî Serêkaniyê û Girê Spî di encama lîstokeke qirêjî ya rêveberiya Trump bi serokatiya James Jeffry de dagir kir. Hewldanên xwe ji bo dagirkirina herêmên ser sînorê Tirkiye-Sûriyê heta bigihêje Ava Mezin û Başûrê Kurdistanê dorpêç bike, dewam dikin.
Li Iraqê û Başûrê Kurdistanê, jixwe beriya şerê niha, hema bêje dewleta Tirk û MÎT`a wê ketibûne Başûrê Kurdistanê û Iraqê û gelek baregeh lê ava kiribûn. Ev nêzî mehekê ye ku dewleta Tirk êrişeke berfireh û mezin aniye ser Başûrê Kurdistanê da ku Başûr bi temamî dagir bike û bixe parçeyek ji axa Tirkiyê.
Li Lîbyayê jî, dewleta Tirk bi destekdayîna Emerîkayê, operasyoneke mezin li dijî hêzên artêşa nîştimanî dest pê kir û herêmeke berfireh dagir kir. Emerîka ji bo têkiliyên Rûsya û Tirkiyê yên li Sûriyê li Lîbyayê dubare nebin, yekser destek da Tirkiyê û bi wê re jî hevsengiyên li Lîbyayê hatin guhartin. Jixwe wekî tê zanîn axa Lîbyayê û beravên wê bi dewlemendiya xwe ya petrolê û gazê navdar in. Ev jî dibe sedemeke sereke ku dewleta Tirk ewqas dixwaze xeta deryayî ji Tirkiyê heta Lîbyayê bixe bin kontrola xwe.
Ji bilî her sê dewletên ku dewleta Tirk bi awayekî eşkere dagir kirine, niha li Yemen, Cezaîr û Sûdanê jî bi awayekî veşartî kete nava liv û tevgerê. Qeter jî jixwe mirov dikare bêje ku ew wîlayeteke Tirkiyê ye.
Dewletên Ereban li hemberî plana berfirehkirina dewleta Tirk û rêvebirina cîhana erebî wekî beriya Şerê Cîhanê yê Yekemîn, mixabin helwesta wan têrê nake.
Misr hewl dide nasnameya xwe ya rêvebirina ereban vegerîne û li hemberî dewleta Tirk gelek gef xwarin û herî dawî jî serokê Misrê Sîsî, ji artêşa xwe re got amade bin, dibe ew li derve û hundirê Misrê ji bo parastina ewlehiya Misrê şer bikin. Ev yek gaveke baş û erênî ye, lê têrê nake. Niha Îmarat û Fransa ya herî zêde destekê didin vê helwesta Misrê, lê wekî tê zanîn jî heta hevsengiyên Rojhilata Navîn neyên guhartin, lîderên Ereban bi tena serê xwe nikarin tiştekî bikin.
Îsraîl û Emerîka li hemberî vê plana dewleta Tirk heta niha hewlesta wan erênî ye. A girîng xeta gazê ye ku ji Îsraîlê heta Ewrûpayê di nava Tirkiyê re wê derbas bibe û ya din jî ew e, Emerîka hewl dide li hemberî Rûsyayê yan li cem xwe bigire yan jî li hemberî Rûsyayê bi kar bîne. Her wiha piştî ku Ingilistan ji YE’yê derket (Brexit) rola YE’yê ya li herêmê û ya li hemberî planên dewleta Tirk qelstir bû.
Lê ji bo temamkirina vê projeyê çavê her kesî niha li hilbijartina serokatiyê ya Emerîkayê ye. Eger Trump careke din bi ser bikeve ku ew jî wekî hevalekî nêz ê Erdogan tê qebûlkirin, dê rewş xeternaktir bibe.