Jirêderketina bajaran

ABDULLAHOCALAN*

Bajarên xwedî şêniyên ji milyonî heta dixwaze bigihîje 25 milyonî, dînîtî û hovîtî ye. Bajarên ku mîna penceşêrê mezin dibin; xwe, jîngehê û civaka gund dikûjin. Ev bajar dikarin welatekî li gel jîngeha wî ji holê rakin…

Afirînerî û jêhatîbûna mirov herî zêde di bajaran de xwe dide der. Lê weke pîşesazî, bajarbûn jî ji sedsala 19’an ve mîna penceşêrê ber bi pêşve diçe, xwe, jîngeh û civaka gund dikûje û tine dike…

Mirovatiyê bi qasî avakirina gund avakirina bajaran jî li gorî xwezaya civakê li cih dîtiye û bi cih aniye. Bajar di serê wan mekanan de tê ku mejiyê civakî lê zêde dibe…

Arîsto jî ji bo mezinbûneke îdeal a bajêr pênc hezar şênî difikire. Bajarên dema damezrandinê jî bi pirranî şêniyên xwe pênc hezar bûn. Mirovên nû têne cem hev. Mirov ji civaka qebîleyî bihurî ne. Kesên ji ezbet û qebîleyên cuda, bi welatîbûna bajêr bi hev têne girêdan. ‘Xelkê bajêr’, ‘hemşehrî’, ‘bajarî’ bi vî awayî pêk tên. Ev pêşketin dewlemendbûna bajêr nîşan dide. Bajar bi vê rewşa xwe amûrê pêşketinê ye. Çavkaniya pirsgirêkeke ciddî nîne. Di tevahiya serdema destpêkê de, car caran jî ji bilî Babîl û Romayê, pirsgirêka şêniyan li ti bajarî nayê dîtin.”

Pêxîrtengiya bingehîn a bajarbûnê sedsala 19. bi şoreşa pîşesaziyê weke berhemê îndustriyalîzmê derket holê. Ev xweber nebû; ev têkiliya xwe bi xwezaya antî-civakî ya îndustriyalîzmê re hebû. Aliyê herî girîng ê bajêr ji aliyê ekolojîk ve dibû pirsgirêk, diyalektîkeke wî ya ji hawîrdorê qut hebû. Gund yekser têkiliya xwe bi hawîrdorê re heye. Bi her tiştê xwe pêve girêdayî ye û dizane ew berhemê wê ye. Bi heywan û nebatên xwe re mîna bi zimanê hawîrdorê bipeyive jiyana xwe dewam dike. Zimanekî hevpar, zimanê cotkariyê pêk hatiye. Di avabûna civakê de bandoreke mezin a vî zimanî heye. Li bajêr rewş berevajî ye; bajar her diçe ji cotkarî û hawirdorê qut dibe.”

Sed hezar, mîlyonek, pênc mîlyon, deh mîlyon, panzdeh mîlyon, bîst mîlyon û hedef bajarê bîstûpênc mîlyon e! Ev, mezinbûneke rastî ya penceşêrî nîne ma çiye? Bi tenê ji bo xwedîkirina bajarekî bi vî rengî dikare welatekî di asta navîn de tevî dewrûbera wî demeke kin ji holê rabe. Ti mentiqê vê mezinbûnê nîne.Ti welat û hawirdor tevî gelê xwe nikare bajarên mezin ên di vê astê de demeke dirêj hilgirin. Sedema bingehîn a xirakirina hawîrdorê ev mezinbûna penceşêriye. Mîna ku bajarek welatê xwe bi xwe tevî gelê wê dagir dike, hildiweşîne û dike mêtingeh.”

“Barbarê rastî (faşîzm, qirkirin, bê sînor qirkirina çandî û herî dawî jî qirkirina civakê) bajar e. Her cure kes û komên (ji fanatîkên sporê bigire heta bi komên muzîkê yên di şahiyan de dînîtiyan dikin nava wan pûç, ji burokrasiya îmhaker heta bi şêlankerên piyasê, ji yên bi ti pîvana exlaqî ve ne girêdayî heta bi yên bûne robot civaka medyakêş, dînên xeyalên sîmulark û ferazî) xweziyê bi barbarên (ez ti car bawer nakim ku qebîleyên koçber barbar in) berê tînin êdî navenda wan li derveyî bajaran nîne, li bajaran bi xwe ne, bajar bi xwe ye.”

Hîç şik û şuphe têde nîne, ji vê rewşa bajêr ketiyê avahiyên çînî yên desthilatdar û dewletdar berpirsiyar in. Kurtêlxurî û ranta bajêr ew bi awayekî dijwar kirin barbar û cinawiriya bajar (Levîathanê nû) afirand.

Eşkere ye ku mirov bi temamî nikare ji vê xelk û civaka bajêr berpirsiyar bibîne. Lê li cem hişk ter jî dişewite. Divê mirov bedewî, exlaq û aqlê bajêr ê bi sînor mayî bifikire. Her pisgirêka çavkaniya xwe bajêr e, divê êdî bigirin navenda her projeya xwe ya civakî (ji ber ku ji zû ve ketine rewşa nexweşiyê). Di vê çarçoveyê de em dikarin ji tevahiya pirsgirêkên civakî û ekolojîk re çareseriyên manedar bibînin û divê kes vê ji nedîtî ve neyê.

* Ji pirtûka wî a ‘MANÎFESTOYA CIVAKA DEMOKRATÎK’