Ka qebra Şêx Seîd?

Komeleya Şêx Saîd, bi boneya salvegera 95’emîn a darvekirina Şêx Saîd û hevalên wî, li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Amedê Îmam Taşçier, nûnerên Rêxistina Partiyê ya Amedê, Komeleya 78’an, MEBYA-DER’ê, Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Azadî û Serokê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar beşdarî civînê bûn. Sekreterê Giştî yê Komeleya Şêx Saîd Felat Ozsoy, daxuyanî da û diyar kir ku Şêx Seîd Efendî û hevalan wî yên li hember zilmê û inkarê serî hildan di 29’ê Hezîrana 1925’an de ji aliyê Dadgehên Îstiqlalê ve hatin şehîdkirin û îro salvegera wan a 95’mîn e.
Ozsoy di dawiya axaftina ji bo aşkerekirina gorên Şêx Saîd û hevalên wî bang kir û ev daxwazên xwe anîn ziman:
” Em dixwazin heqîqeta berxwedana 1925’an derkeve holê. Berpirsiyariya hemû hêzên herêmî, xwecihî û navnetewî derkeve holê û lêborîna xwe bixwazin. Hemû mafên hatine desteserkirin bên îadekirin û mafê wan ê manewî were tazmînkirin û bi vê armancê lijneyeke bêalî were avakirin ku lêkolîna wê bike. Gora Şehîd Şêx Seîdê Efendî û hevalên wî teslîmî malbatên wan bibe. Gora Xalid Begê Cibran, Mele Seîdê Kurdî (Nursî), Seyid Riza û hemû gorên mezlûman teslîmî malbatên wan bibe.”
HDP û CÎKê jî her yek ji wan bi daxuyaniyekê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anîn. ANF/AMED