Keleh yan Mehrgedeha Embarê

Embar gunedekî nehiyeya Paxê ya girêdayîyê navenda Dêrsimê ye. Bi qasê 15-17 km ji Mamikiyê (Dêrsim) dûr e. Ev hem gund û hem jî cihê şahadeta gorbihuştê nemir Mehmet Zekî Söylemez e. Her wiha bi qasê du sê km. li başûrê Embarê li ser çiyayê Kertê jî ziyareta Çilan Qerxelu heye. Dagirkeran di ber ziyaretê de Kalekolek lêkirine, ji bo ku bawermend bikanin ziyareta Qerxelû ziyaret bikin, divê destûreke taybet ji kalekolê bistînin.

Keleha Mêzgir, ya gundê Kelê, Embar û Sînanê li ser yek xetekî ne û ji hev ne pir dûr in, tenê 15, 6, 10 km ji hev dûr in. Her wiha li gor nivîsa C. Osmanoglu di sala 1966ʼan de nivîsiye, li vir rêyekê ji dema Ûrartuyan maye, hebûye û cih bi cih hê ew kevirên pê rê hatine çêkirin hene. Baş tê zanîn ku di dema Ûrartuyan de gelek rê hatine çêkirin û vekirin, ez ê di nivîseke taybet de behsê wê bikim. Ev li pey hev rêzkirina kelehan, çêkirina rê, şikeft û odeyên di zinar û baxirên nêzê gundê Teşnîk û Ziyaretgeha Qerxelu de, her wiha kanên medenê ku li ser heman xetê ne, bi zelalî nîşanê me didin ku ev dever ji bo Ûrartuyan navendeke pir girîng bûye.

Di hin belgeh û nivîsandinan de navê herêmê û kelehê wek “Anber /Anbar” jî hatiye nivîsandin, lê gel tenê peyva “Embarê” bi kar tîne. Ji ber ku gindikê Bîrmanê jî nêzîkê kelehê ye, ew wek keleha Bîrmanê jî tê binavkirin. Li gel nîşaneyên rêya bi xiçir û xibaran çêkirî hin zinaren bi hunereke xwerû hatine kolan jî hene, lê ji bo çi ne, nayê zanîn. Lêkolîner O. Bellî yê di warê Ûrartuyan de di nava zanîngehên Tirkan de tê nasîn, radigîne ku di dema Key Rûşa yê II. ê serwerê Ûrartuyan de li vir madenê hesin hatiye derxistin.

Keleha Embarê bi dîtina lêkolîneran; yan di dema Key Argiştî, yan jî di dema kurê wî Rûşa II. de hatiye lêkirin. Dibe ku Argiştî destpêkiribe Rûşa II. jî qedandibe. Avakirina keleha Embarê naşibe kelehên din, li her du aliyên derê kelahê bircên di forma mînareyan de hene, ji wê keleh di nava gel de wek keleha bi minare jî tê binavkirin. Lê ew di warê avahiyê de ji mînareyan bêtir dişibe bircên Adirganan (Hurmizganan). Dibe ku ev der di dema Ûrartuyan de wek perestgeheke Xaldî, ango bi awayê Mehrgedeh (Mala Rojê) hetibe bikaranîn. Lewre ji bo ewlehiya Herêmê keleha gundê Kelê, Sînanê û koziken li hawîrdor bes bûn. Mirov dikane ji ser wan keleh û kozikan tevahiya herêmê raçevîne. Ew şikeftên wek ode di baxirên Qerxelu û newala Teşnîkê de hatine kolan jî vê nêrînê piştrast dike. Ango diba ku ev der Mehrgedeh “Mala Rojê” (cem evî) ya yekem be, yan jî ji bo mayîna Key Rûşa hatibe avakirin.

Mixabin ku ne  C. Osmanoglu, ne jî O. Bellî di warê lêkolînên arkolojîk û awayê avakirinê de ti agahiyan nadin. Ji wan vir ve jî li ser vê keleh, yan jî Mehrgedeha (Mala Cemê) Mitrahî / Xaldî ti lêkolînên arkolojîk pêknehatine. Bes C. Osmanoglu di nivîsa xwe de radigihîne ku li ser derê dudyan ya li bakur vedibe, nivîsên mixî yên baş hatine parastin heye. Mixabin ku îro ew nivisana ne xuya ne û ew derî bi tevê sûra kelehê ve ruxiyaye, yan jî hatiye ruxandin, lê mixabin ew kevirên nivîs li ser li wir tinin. Ev keleh yan jî perestgeha xwerû li ser zinarên sertîkên bi qasê 30-40 mêtre bilind bi berehiya 70 x 25 m hatiye lêkirin. Ev jî nîşanê me dide ku ev der ji kelehê bêtir ji bo armancên din wek perestina ji bo Xweda Xaldî yan jî wargeha key Rûşa II. hatiye bikaranîn. Dema mirov di deriyê başûr ve ku bi çiveke taybet li Rojhilat dinêre dikeve kelehê, li gel du odeyên di baxir de hatine kolan, hima li kêleka wan du gor jî di zinar de hatine amadekirin hene. Li çengê rojava jî sewkiyên derenceyên di deriyekî şikeftî re dikevin kelehê hene. Ew sarincên di hemû kelehên Ûrartuyan de hene, li vir jî bi heman ebatan hatine amadekirin. Gelek parçeyên ferfûr, kûz û cêrên pêvajoya Dema Hesin û bi sorahiya ûrartuyî jî tê de hene. Ev jî bê kêmasî raberî me dikin ku keleh di dema Ûrartûyan de hatiye lêkirin û bikaranîn. Di kelehê de parçeyên kûz û ferfûrên dema Grêk û împaratoriya Romayê jî hatine dîtin. Ev jî nîşaneyên ku ev keleh yan jî perestgeh di dema Grêk û Romayiyan de jî vala nemaye.

Taybetiyeke vê kelehê jî ew cihok û qanala ji jor ve ji “Derê Çêrmû” ya (çemikê piçûk) ku di biniya kelehê re diherike qetandine û ji bo avdana zevî û bîstanên li dora kelehê hene, anîne. Ev qanal jî ji aliyê avahiyê ve dişibe qanala li Wanê bi aliyê Key Menua ve hatiye avakirin. Li gel wê hewzên di zinar de hatine kolan jî hene. Ev herdu taybetî nîşanê me didin ku ev der ji keleheke parastinê bêtir cihê perestin û ji bo Xweda Xaldî dîroz ragihandinê ye.

Mixabin ku agahiyên di destê me de hene ev in. Bi hêviya em di keleheke din de bi agahiyên hê berfirehtir bi hev re bin. Ji we û karê we xwinêran re serkeftin.