Keleha Galoşkan û keleha Girê Hano

Ev herdu keleh li başûrê gundê Bediran (Boncukgözü) û li bakur-rojavayê rêya Çewlîg – Erziromê ne, keleh li ser du girên dişibin hev hatine lêkirin. Çemê Gonîgê yê ji berpalên Rojavayê çiyayê Şerevdînê derdikeve, tê, di ber girê Hano (Huzur Tepe) re derbas dibe û herdu girên ku keleh li ser in ji hev diqetîne, pişt re çemokê Newala Aş yan jî Bediran tevê xwe dike û berê xwe dide Gonîgê. Herdu keleh ji hev ne dûr in, di navbera herdu kelehan de tenê 2-3 km hene. Çima pêdivî bi du kelehên wiha di ber hev de dîtine, ne zelal e.  Bes di nerîna yekem de mirov dikane vê bibêje. Di avakirina wan de xuya dibe, mîna ku yek ji bo çavdêriya bakur, yek jî ji bo çavdêriya başûr be. Li vir jî cih bi cih rêya di dema Ûrartûyan de ango rêya ku bi keviran hatî çêkirin, heye. Ev rê ya dîrokî ya ji dema Ûrartûyan ve maye, ji aliyê Gimgim, Kanîreşê ve tê, di ser Gonîgê re diçe û dikeve ser rêya ji Mûşê tê Çewlîgê. Min di nivîsa Keleha Parmûkê de behsa wê rê yê kiribû. Lema mirov dikane bibêje, dibe ku ev keleha Galoşkê weke parastina rê û hem jî parastina rayedarên ketine ser rêyan hatibin avakirin. Lewre li vê deverê bê zozanan, ti dewlemendiyeke din tine. Tenê weke qonaxên li devê rîyan xuya dikin.

Keleha Galoşkan bi qasê 500-600 mêtre li başûrê gundê Bediran li ser girê ku bi aliyê gel ve wek girê Galoşkan tê binavkirin hatiye lekirin. Çemê bingehê çemê Gonîgê yê li vir zemînê cihherka wê rast e, giran diherike. Piştî ji girê Galoşkan derbas bû, çemê Newala Aş ya di nava gundê Bediran re tê, di bakur û rojavayê girê Galoşkan re diherike, li başûr tevê çemê Gonîgê dibe. Di hin çavkaniyan de ji çemê Gonîgê re çemê Hano jî dibêjin. Mixabin rewşa kelehê pir xirab e, hima bêje nayê nasîn. Li gel wê, gundiyên haya xwe ji giringiya berhemên dirokî tine berpalê başûrê kelehe ku dikanîbû bibe rez û gulistan, biba parqek tûrîstîk, wek goristan bikaranîne. Mixabin kes ji wî gundî di têgîhîştina giringiya kelehê de nîne. Di van salên dawiyê de jî gelek li ser wan hatine lîstin. Meyla li vir ji cerdewaniyê bigire, hetanê ji rastiya dîroka xwe revîn serdest e.

Keleh li ser gireke xwezayî ye, di binê gir de kevirên kilsê yê bi hêsanî were kolan jî heye. Dîharê kelehê hatiye sereraskirin. Tenê kevirên bingehê kelehê ku gelek mezinin, di nava kevirên di rengê kevirên kewke de baş hatine bi cih kirin. Hinek dişibe lêkirina keleha Parmûkê. Di navenda kelehê de bingehên hin avahiyên ji keviran hatine lêkirin hene. Her wiha hê jî di nava keleha Sûrên wî hatine rûxandin de gelek kevirên sîndiran di nava giha de wenda ne. Xuya ye ku di nav sîndiran de genim hêran e. Li vir jî gelek parçeyên kûz, cêr û sêniyên xwarinê yên kalkolîtîk, di rengê pirça hêştirê de û sorahiya Ûrartûyan de hene, hatine dîtin.

Dema mirov li avahiyên gund dinêre, dibîne ku gundiyan ji zû ve kevirên kelehê birine û pê xanî lêkirine. Her çendî ji roja Kanîreş kirine navçe vir ve ev keleh tên zanîn jî, ji bo parastin û lêkolînên bingehîn ti kar nehatine kirin. Her çendî gelek xwenda li herêmê hene jî, ti kesek ji wan neketine nava hewldanan ku bikanin insiyetîfên parastinê ava bikin. Lewre piraniya wan di siya îslamiya siyasî de ne. Ji wê jî ti nirxekî nadin berhem û paşmayîyên berê îslamê. Heta wan wek dema kafirtiyê yên divê ji holê rabe dibînin. Hewce nake ku mirov di vî warî de behsa dagirkeran bike. Hin parçeyên Karaz, yanê berhemên çanda serdema navîn ya Hesin li başûrê keleha Galoşkê hatine dîtin. Niha di Muzeya Elezîzê de ne. Kesên bixwazin dikanin wê hunerê bibînin.

Keleha li ser girê Hano yan jî bi navê Tirkan lêkirine girê Zuhurê jî di texma gir û Keleha Galoşkê de ye. Herdu girên keleh li ser in hima bigire bi qasî hev bilindin, avahiya giran jî di alîyê bingehê kevirê kilsê û zinarên din de dişibin hev. Bes li vê kelehê bi hindikî jî be, li aliyê bakur hîn beşeke piçûk ya sûra dora kelehê li pê ye. Di vî girî de li gel kevirê kilsê hin baxirên reş jî hene, dîwarê kelehê li ser wan baxiran dane rûniştin. Min çawa di paragrafên keleha Galoşkê de nivîsiye. Ne zelal e ku ev keleh çima hatine lêkirin. Li gel wê ji ber ku lêkolînên zanistî pêknehatine, di baxirê nîvanîv kevirê kilsê ye de, jûr yan jî kewarên zexîreyan heye, tineye, baş nayê zanîn. Bes li başûrê kelahê cih bi cih, hê jî rêya dîrokî xuya dike.

Bi hêviya em bikanin hê bi agahiyên berfirehtir kelehên din bidin nasandin, pêdiviya min bi agahiyên bi Kurdî hene. Bi hêviya her kes bi berpirsiyarî nêzîkî mijaran bibin. Di vê demê de kelehên devera Çewlîgê didim nasandin, ji kerema xwe bibin alîkar. Bi hêviya, her kes bikane xwe ji vê belaya Koronayê biparêze hetanî keleheke din bimînin di xweşiyê de.