Keleha Gêncê

Me wek gel dîroka xwe nexwendiye. Em dîroka xwe, dîroka cigeh, bajar û gundên xwe, arkolojî û dewlemendiyên xaka xwe nas nakin. Gelek caran tenê tiştên me ji hin kesan bihîstine, yan jî agahiyên bi destûra dagirkeran gihîştine ber destê me, dizanin. Ji ber vê egerê jî berê ku em mijara keleha Gêncê vekin, em çend gotinan li ser navçeya Gêncê binivîsin: Navê Gêncê ne “Dara Hênê” ye. Ev gelek caran bi şaşî tê ragihandin. Dara Hênê, bi qasî 30 km li Rojhilatê Gêncê ye. Gundekî piçûk ê girêdayî Bongilan (Solaxan) e. Tirkan navê wir kirine “Kale köyü” Dara Hêne berê cigeheke bi nav û deng bû. Niha gelek kes navê wir û Gêncê tevlihev dikin. Peyva “Gêncê” ji peyva “gêncîne” (xezîne) yê tê, peyveke Arî (Kurdî, Farsî) ye. Gênc berê bi Vîlayeta Bîtlîsê ve girêdayî bû. Di navbera 1924-1927 de kirin parêzgeh (vilayet). Çewlîg ciheke piçûk û bi vîlayeta Gêncê ve girêdayî bû. Piştî Serhildan Şêx Seîd ji ber ku ev dever ji navendên serhildanê yek bû, dagirkeran ev parêzgeha stratejîk parçekirin. Çewlîg kirin parêzgeh û Gênc jî kirin navçeyeke parêzgeha Çewlîgê. Navçeyên başûrên Gêncê jî bi Amedê ve girêdan.
Mixabin ku ji Keleha Gêncê re bi şaşî keleha Şevêtarîyas jî dibêjin. Lê di rastiyê de, navê keleha Paluyê û Paluyê Şevêtariya ye. Di dema Roma de ji keleha Gêncê re Sarîtarîus hatiye gotin. Dibe ji wê be, navê herdu kelehan hatiye tevlihevkirin. Niha her kes vê kelehê wek keleha Gêncê dizane. Min jî ev nav bikaranî. Hima bigire min di danasîna hemû kelehan de nivîsîbû ku ti lêkolînên zanistî pêknehatine. Dewleta dagirker ti car dîroka xaka me cidî negirtiye, yan ji ruxandinê re hiştiye, yan jî bi armancên cûda zirarê mezin daye cihên dîrokî. Rêya Amed û Çewlîgê di Rojavayê kelehê re birine. Her çendî dikanîbûn rê çend mêtre di Rojavayê girê Kelehê re bibirana jî. Wisa nekirine. Ji wê di dema rêçêkirinê de beşeke girê keleh li ser e, rûxandine. Zirareke gelekî mezin dane kelehê. Çemê Arsînê (Alzî /Murat) jî di Rojhilatê kelehê re berê xwe daye Başûr. Ji ber ku keleh ne li ser gireke zinarîn e, baxirê tê de heye jî ji kîs û xîbaran e, li wê alîyê jî çem zirareke gelek mezin daye girê kelehê li ser e, her wiha ji 2/3ye girê keleh li ser e, rûxandiye.
Keleh di dema Keyê Ûrartûyan Key Menua de di paralêla keleha Palûyê de hatiye lêkirin. Keleh li ser girê Bakurrojava deşta Gêncê, her wiha li bakurê çemê Arsînê (Murad) dikeve. Lê ji ber ku çemê Arsînê li vir çivek dide xwe, li bakurrojavayê çem dimîne. Rasterast di devê rêya Amed û Çewlikê de ye, yanê li Rojhilatê rê ye. Keleh di rewşeke herî xirab de ye. Mirov tew nizane ku ev der Keleh e. Şaredariya bajêr jî girîngî nedaye kelehê. Ne dora wê hatiye girtin, ne jî ji bo parastinê ciherka çem hatiye guhertin.
Evliya Çelebî di Seyhatnameya xwe de radigîhîne ku Birc û sûra dor kelehê bi zinarên mezin hatine lekirin û keleh pêncnîşk e. Lê niha ew zinarana tine. Her wiha di nava çem de hê jî hîmên keleh ji hêrifandina çem parastinê hene. Ev tê wê wateyê zinarên din yên girê kelehê ji pêlên avê parastinê, ruxandine birine. Dibe ku ev zinarana di lengerê pira rêya hesin de jî hatibin bikaranîn. Lema çem zirareke pirr mezin daye girê keleh li ser e. Her wiha ji bakurê girê keleh li ser e, xwelî û kîs ji bo bikaranînê birina û bi wê teşeyê girê kelehê jî guhertine. Malê bêxwedî, welatê bêxwetî, dîroka bêxwedî li ber pêlê dagirkeriyeke hov ketiye û hatiye rûxandin.
Keleh li ciheke gelek stratejîk e, mirov dikane ji ser kelehê hemû zuxrên li dora Gêncê raçavîne. Di hemû kelehên Ûrartûyan yên di vî rengî de, tunêla veşartî ya diçe çem hene. Lê ji ber lêkolîneke bingehîn tine, em nizanin ka di vê kelehê de heye, yan tine. Dema mirov li hîm û dîwarên hê li pê ne, dinêre, dibîne ku ev der di forma keleheke piçûkê dişibe keleha Gayt û Parmûkê de hatiye lêkirin, ji bo parastina rê û dewlemendiya vê deşta piçîk hatiye bikaranîn. Li vir jî ferfûr û kûzên di rengê sorahiya Ûrartuyan ya Serdema Hesin de hatine dîtin. Ji ber ku ev keleh di dema Medan, Persan û Romayiyan de jî hatiya bikaranîn, hin berhemên wan çandan jî li vir hatine dîtin.
Bi hêviya her Kurd li dîrok, nasîna erdnigariya xwe, her wiha li ziman û kevneşopiyên xwe vegerin, hemû agahiyên der û dora gund, bajar û navçeyên xwe bicivînin, wan wek agahiyên rast ragîhînin bala kurdistaniyan, her wiha ji xebatên bi vî rengî re bibin alîkar, ji hemû xwinêran re serkeftin dibêjim. Her wiha xwe ji nexweşiya koronayê biparêzin.