Keleha Ginc jî di bin avê de dimîne

Keleha Ginc, yan jî keleha Lêariyon ê li ser Baxirê 200 metre ji çemê Arsînê (Murat) û Lêariyonê bilindtir hatiye avakirin. Çemê Arsinê (Muradê) li vir, ango di ber gundê Darahênî (kaleköy) re berê xwe dide bakur. Kîlomêtreke ji Darahênî wê de çemê Lêariyon (Degirmen dere) dikeve ser çemê Arsinê. Keleha Gincê li ser wê zinarê di vê sênîşka çemê Arsîn û Lêariyon de berz bûye. Ji dîwarê kelehê bêtir ew baxire 200 mêtre bilind bi xwe weke keleheke xwezayî xuya dike. Eger ev cigeh li welatekî Ewropî ba, wê bi sedhezaran tûrîst bikişanda.
Min di danasîna keleha berê vê de jî nivisîbû. Ev devera xwerû ji bo doza Kurdistanê cihakî herî girîng û stratejîk e. Devera Amedê bi Eyaleta Serhedê heta Dersimê ve jî girê dide. Dewleta Tirk li vir tenê ji bo rêya gerîlayan, yan jî şervanên gelê Kurd bibirre, di vê devera stratejîk de, li ser çemê Arsînê du bendavan li ser hev lêdike. Bendavekê hima di binya gundê Muradê de tê lêkirin. Gundê Muradê cigeheke dîrokî ye. Di lêkolînên arkolojîk yê dawiyê de li Norîka mezra gundê Muradê kavîlên baregeheke mezin ya Ûrartûyan derketiye. Ev baregeha Norîkê di dîroka mirovahiyê de kavîlên herî girîng e. Bendavekî jî di binya gundê Darahînî (Kaleköy) de lêdikin. Mixabin ku Keleha Ginc jî di binê vê bendavê de dimîne.
Ev keleha Ginc li cigeheke herî stratejik hatiye lêkirin. Li Rojhilat ji zuxrê dikeve Deşta Mûşê, Li Rojava hetanê Gundê Murade, li dora 40 km. her wiha mirov dikane Zuxrên başûr yên Ji aliyê Amed û Betlîsê ve tên û zuxrên ji aliyê Solaxan ve tên raçavîne. Ev jî nîşanê me dide ku Ûrartû di warên stratejîya leşkerî de gelek bi zanayî û pêşdîtinî tevgeryane. Dagirkerên Tirk jî ji wê sûd wergirtine, lema bendavan avadikin.
Avahiya Keleha Gincê du beş e. Başa yekem bingehên dîwarên kelehê, sarincên lê û zîndana kelehê ye. Ev ji avahîya wan, teraştina keviran, forma lêkirinê tê fêmkirin ku di dema Ûrartûyan de hatiye lêkirin. Lê Keleh dû re hatiye restorekirin, avahiyên nû lê hatine zêdekirin, di van avahiyan de cabilek (xerc) cûda hatiye bikaranîn. Cara yekem gernîndeyê muzeya Elezîzê Suha Bulut di sala 1997an de li vê kelahê dest bi lêkolîneke rû bi rû dike. Di encamê de raporekê li ser vê kelehê û derdora wê amade dike. Ew radigîhîne ku li aliyê başûr bingehê çend avahiyan û li bakûr jî hê hin beşên dîwar li pê ne. Ji dûr ve jî hê hin dîwarên kelehê xuya dikin.
Em dizanin di hemû kelehên bi vî awayî li ser baxiran (zinaren kewke) hatine avakirin de ne tenê sarinc hene, her wiha tunela diçe devê çem, mehzenê xwarinan, gorên rayedaran jî hene. Lê mixabin, lêkolîneke arkolojîk a bingehîn pêkneanîne, lema ev aliyê kelehê nayê zanîn. Bes di çavdêriyên gundiyan de xuya dibe ku di kelehê de ew tunel heye. Li gel perçeyên ferfûr, kûzên Serdema Hesin, ferfûrên amorf ên reng kesk ên bi xêz û bê xêzên Serdema Navîn jî hatiye dîtin. Ev jê tê wê wateyê ku keleh di dema Roma û Osmaniyan de jî hatiye bikaranîn.
Suha Bulut li ser zindana kelêhê wiha dinivîse: Zîndana kelehe li başûrrojavayê kelehê ango di nava baxirê di ber çemê Lêariyon de ye. Berahiya wê (gilover e) 4 mêtre, kurahiya wê 3,5 metre ye. Ji avahiya wê tê zanîn ku ew berê wek sarinc hatiye amadekirin, pişt re guhezandine zîndanê. Kulekek li dîhar heye, dor wê çal e, bere di wir re ava barane ketiye hundir û her wiha di wê kulekê re ronhî jî dikeve hundurê sarinca ku dûre guheztine zîndanê.
Di rapora Suha Bulut de tê ragihandin ku li Rojavayê rêya ji Solaxan tê Gundê Darahênî (gundê Kelehê) goristaneke kevn jî heye, li gel wê di nêrîna yekem de xuya dibe ku di zinar de jî çalên weke gor hene. Li ser kevirên goran û parçeyên kevirên ji goran ketine motîf û teşeyên geometrîk ên cuda hene. Lê baş li ser nehatiye sekinandin, ka ev motîv û teşeyên geometrîk ji kîjan demjiyanê mane! Ango ne tenê keleh ev goristan jî li benda lêkolînên bingehîn e. Lê mixabin ku wê tev de di bin ava bendavê de bimînin.
Agahiyên min ji kesayetiyên heremê girtine, hem li başûrê gundê Darahênî (gundê Kelehe) û hem jî li dora çemê Lêariyon xirbeyên kevn hene. Bes dagirker hewl didin ku bê lêkolîneke bingehîn wan di bin ava bendavê de bihêlin. Mîna Bendava Kebanê, Heskîfê û li ser çemê Feratê li vir jî bi zanistî û bi boneyên armancên leşkerî dîroka me di binê bendavan de dihêlin.
Xwezila derfetên min heba min bikaniya ez li wan cigehan bigeriyama û agahiyên bi wêne û videoyan bigirta û pêşkêşî bala gelê me bikira. Mixabin ev derfeta min tine. Lê her kes dikane ji bo cihên dîrokî yên li herêmên xwe bibin alîkar. Hetanî keleheke din bimînin di nava xweşiyê de.