Keleha Pozêgelî û keleha Tixmorîkê

Ev herêma Çêrmê ciheke herî stratejîk e. Erzirom, Erzîngan, Dêrsim, Çewlîg hetanê Mûşê bi hev ve girê dide. Her wiha cigehekî weke xelekeke ku çiyayên herî girîng yên wê herêmê weke Baxirbaba, Bîngol, çîyayên Karêrê û aliyê Çetê bi hev ve girê dide ye. Ji bo her hêzî serdestiya vir pir girîng e. Lema jî dagirkerên tirk ev der kirin navçe û lê kalekol ava kirin. Li vê çehla Çêrmê (Endersiyê/Yedisu) çend girên dîrokî li pey hev rêz dibin. Ev dever berê di destê Hatiyan de bûye, dû re ketiye destê Ûrartûyan. Dibe ku Ûrartuyan ev dever weke keleh yan jî kozikên leşkeri yên sînor bikaranîbin. Cih bi cihê paşmayiyê rêya dîrokî jî li vir heye. Jiwê em têdigîhîjin ku rêya dirokî ya li ser Kanîreşê re tê, xeteke jî heta vir anîne. Li vê çehlê paşmayîyên gelek çandan hene. Her wiha kavilên kîlîsên dema Ermeniyan jî.

Keleha Pozêgelî li ser girê ku bi qasê kîlometreke li bakurrojhilatê gundê Dînarê û li rojhilatê gundê Axmeliyê dikeve. Ev herdu cigeh li ser rêya dîrokî ya ji Kanîreşê tê, di ser Çêrmê (Endersîyê) re berê xwe dide Erzîncanê. Li vir du girên berdewamiya hev ên ji başûr berbi bakur ve dirêj dibin hene. Girê li bakur bi qasê 30 – 35 metro ji girê başûr bilintir û bi zinarîn e. Keleh li ser pozê girê mezin yê zinarîn hatiye avakirin. Mirov dikane ji vir hemû zuxrên Rojhilat, bakur û berpalên çiyayê Karêrê yên bakur bibîne. Her wiha zuxrên berbi Qortî (Çetê) û Şûşarê (başûrê Tatosê/Tekman) ve diçe jî bibîne. Ango pisporên leşkerî û avadaniyan yên Ûrartuyan li vir jî devera herî sitratejîk ji bo lêkirina kelehê hilbijartine.

Mixabin ku li vir ti lêkolînên arkolojîk nehatine pêkanîn, ji wijdana xweza û mirovên haya xwe ji rastiyên dîrokî tine re hatine hîştin. Ji wê jî agahiyên em bikanin li ser kelahê bidin pir hindik in. Lê bi qasê lêkolînên xwe ez ê hewl bidim ku hin agahiya ragîhînim xwinêran. Li ser girê mezin, yanê yê bakur, gelek zinarên dîwarê kelehê yên ku hatine ruxandin hene. Ji ber ku axa li ser hêrifiye. Hîmê dîwarên kelehê cih bi cih xuya dike. Zinarê Kelehê yên li ser girê piçûk ku li başûr e mezin in. Bê vîncan mirov nikane rake. Ev zinar gelek bi hostayî hatine teraştin. Mirov ji teraştina wan û ji hîmê dîwar têdigîhîje ku ev keleh di dema Ûrartûyan de hatiye lêkirin.

Wekî her kelehên Ûrartuyan li vir jî gelek parçeyên ferfûr, kûz, sênî, hîz û perçeyên nayê zanîn yên çin e, yan jî kêjan çandê ne, hatine dîtin. Her wiha ew jî bi qehweyê vekirî, yanê di rengê pirça hêştiran de, sorê Ûrartuyan e. Li gel wan ferfûrê reş jî hatine dîtin. Bes, ji ber ku lêkolîneke bingehîn li ser pêknehatiye, em nizanin ka tunêlên veşartî, odeyên bi armancên cuda hatine bikaranîn di nava baxirê kelehê li ser avabûye de hene yan tinene. Mixabin gundiyan jî gelek kevirên wê birine û di avahiyên xwe de bikaranîne.

Keleha girê Tixmorîkê di nava deşta Melîkan de ye. Li dor kelehê gundên Anger, Qosan hene. Li ser vê kelehê gelek kêm agahî bi destê min ket. Ji ber cigehê û piçûkiya vê kelehê, mirov dikane bibêje ku ev der wek cigeheke çavdêriyê hatiye bikaranîn. Li ser girê Tixmorîkê hîmên keleheke bi qasê du sê odeyan heye. Hin zinar hatine parçekirin, li derdor gelek şîlên keviran hene. Li gel wê dema mirov li dîwarên xaniyên gund dinêre, dibîne ku kevirên kelehê parçekirine û anîne bi wan xanî lêkirine.

Li nav kelehê û derdora wê gelek parçeyên ferfûrên amorf ku ji Serdema Hesin mane, hatine dîtin, ev jî nîşanê me dide ku ev keleha piçûk keleheke Ûrartûyan e. Lê li ser wê bingehê jî hin dîwar û nîşaneyên piştê zayînê hene. Ango keleh hatiye restorekirin û bikaranîn. Li dor kelehê bingehên avahiyên dîrokî hene. Lê ji ber ku lêkolînên zanistî pêknehatine mirov nikane agahiyen têr bide. Bi qasê 200 mêtre li Rojhilatê keleha Tixmorîyê gireke bi bilindahiya 5 – 7 m û bi berahiyeke 300 metreyê heye. Li ser vî girî gorên dîrokî yên ji dema Ûrartuyan mane hene. Van goran jî bala dagirkeran nekişandiye. Bes gêncînegerên wek bakteriyên ruxandina cihên dîrokî û talanê ev der ser û bin kirine, zirareke mezin dana vî cihê dîrokî.

Bê wê li rojhilatê Tixmorîkê di navbera Vank û Amarikê de jî ciheke dîrokî heye. Lê mixabin ku hima bêje ti agahiyeke ez bikanim ragîhînim bi destê min neket. Kêliya ez di demên pêş me de agahî bi dest bixim, ez ê agahiyên li ser wê ragîhînim xwinêran.

Bi hêviya alîkarî ji dost û hevalan, ji kesên evîndarên axa welêt, dîroka welêt, fêmkirina berhemên ji bav û kalan maye, her wiha bi rêya van rastiya xwe û kesayetiya xwe nasîn, li ser vê bingehî, xwebaweriya xwe pêşxistinê, bi dest me keve. Hetanî nivîseke din bimînin di xweşiyê de.