Kengî û çawa berê xwe dan Tirkî?

Hedefa polîtkayên Cumhuriyetê ew bû ku di serî de cihên mîna Dêrsim/Sêwas/Meletî deverên ku xelkê Kurd-Elewî lê ne, bike Tirk. Bi van politikayên Cumhuriyetê, xelkê hin cihan bûn Tirk, hin cihên din jî di karûbarên hunerî de dêhn û meyla wan çû ser Tirkî ku dewletê jixwe çi veşartî çi eşkere Tirkî teşwîq û şîrîn dikir.

Mehmet BAYRAK

Zincîreyên çiyayên Binboga-Nurhaq-Engîzek ku dikeve nav herêma Antîtorosan (Navtorosan) di nav çand û hunera Kurdên Elewî de cihekî xwe yê taybet heye.

(Di zimanê Ewrûpiyan de ji bo van deveran Antî Toros yan jî Navtorosan dibêjin. Ez bi xwe peyva Navtorosan tercîh dikim) Li ser vê yekê mirov dikare bêje, ger gewdeya kultura Kurd-Elewî a Antîrorosan Mereş be, şaxên wê yên esas jî Sêwas, Meletî û bi rêya Şah Hatayî, Nesîmî û Fuzulî heta digihîje erdên Mezopotamyayê. Elewiyên li Mereş û li derûdora wê hema bêje bi temamî Kurd in. Loma jî li wir bargiranên kultura Elewitiyê yên mîna pîr, şêx, aşiq, bab giş Kurd in. Ev derên hanê ji Selçûqiyan heta Osmaniyan bûne şahidê gelek serhildan, komkujî, û meseleyên civakî. Heta wextekê miletên wir di nav xwe de bi Kurdî qise dikirin, û di ayîn û rêûrêsmên Elewîtiyê de jî li gel Kurdî carna ayet û beytên bi Tirkî jî digotin, bes miqam dîsa yên Kurdî bûn. Hebûna Kurdî di kultura Elewîtiyê de bi serê xwe reng û zengîniya ziman û edebiyata Kurdî bû. Lê piştî wextekê, Kurdî şikestek xwar û pêre pêre Tirkî belav bû di rêûresmên wan de, heta mirov dikare bêje gelek gulbang, beyt û ayetên Kurdî wenda bûn, çûn. Lê helbet sebebên wan hene, em ê niha bi kurt û Kurmancî berê xwe bidin wan.

Tirkkirina Kurdên Elewî ji Tevgera Îtthad û Teraqqiyê heta Kemalîstan, her dewam kir. Jixwe, di dema Kemalîstan de ev bû plana sereke a dewletê. Her wiha kadroyên Îttîhadê xwestin wekî Îslama-Tirk, Bektaşîtî bikin dewsa Elewîtiyê, ji ber zimanê îbadetê ya Bektaşiyan bi Tirkî û bi vî rengî jî wê Tirkî di nav Kurdên Elewî de bi pêş biketa. Divê mirov vê jî bêje, gava Komara Tirk jî ava bû, Elewî bi hêviyeke nû xwe bi hikûmeta komarê ve girê dan, û ji bo ku xwe bi wan şîrîn bikin û ji îlegalîteyê derkevin, legal û resmî bibin, zûka berê xwe dan îbadeta bi zimanê Tirkî. Her wiha em siyasetê bidin aliyekî, hebekî jî normal bû, ji ber ku Elewî baweriya xwe bi mirovheziyê tîne û pê re jî ji kulturên din re jî hurmetkar e. Loma jî xerabî nedîtin gava ayetên bi Tirkî yên ji hêla hozanên Tirk, Kurd an ji miletekî din, dihatin gotin, di merasîmên xwe de bixwînin. Ji kîjan miletî dibe bila bibe, Elewiyek dikare deyîş, nefes û zêmarên bi Tirkî jî bibêje. Ma ne Şah Hatayî, Seyîd Nesîmî, Fuzulî ku bi eslê xwe Kurd bûn lê bi Tirkî berhem jî dane, dîsa jî mêze nakin bê ka Pîr Sultan Evdal, Kul Hîmmet, Vîranî û Yemînî bi eslê xwe ji kîjan miletî yan qewmî ne. Ev navên ku me jimartin jî her heft hozanên mezin ên Elewîtiyê ne.

Li Ewrûpayê xwe elimandin xwendin û nivîsandina Kurdî

Kurdên li mintiqa Bînbogalarê ku ez jî lê mezin bûme, hema hema bi temamî Elewî ne. Bi taybetî jî di dema Komarê de yên ku bi Tirkî deyîşên Elewiyan nivîsandine hema hema giş Kurd in, Melulî, Mucrîmî, Perîşan Guzel, Îbretî, Fedaî, Hudayî, Meçhulî, Mahzûnî, Nesîmî, Emekçî, Temelî, Vîcdanî, Îsmaîl Îpek, Nurşanî, Turabî, Meftunî, Mecalî, Ahmet Guven, Alî Balî, Yetimî hin ji wan kesên navsere ne. Ew hozanên hanê, bi Kurdî difikirîn û bi Tirkî dinivîsandin. Bi alfabeya Kurdî nedizanîn, loma jî nedikarîn bi Kurdî binivîsin. Çend ji wan piştî ku berê xwe dan xerîbiyê yanî li Ewrûpayê xwe elimandin xwendin û nivîsandina Kurdî û bi vî rengî bi Kurdî jî berhem dan.     

Gava behs bû asîmîlasyon û komara Tirk, divê teqez mirov behsa Pîlana Islahkirina Şerqê (Şark Islahat Planı) bike. Ka hema em tenê li xala 17’an a Pîlana Islahkirina Şerqê mêze bikin:

”Divê li hin bajarên li rojavayê Ferêt zimanê Kurdî li Kurdên ku li hin herêman belav bûne, miheqeq bê qedexekirin, û divê girîngî bi dibistanên keçan bê dayîn û mecala xeberdana wan bi zimanê Tirkî bê çêkirin.”

Li rojavayê Ferêt kî hene? Bêhtir Kurdên Elewî ne. Armanca wan çi ye? Asîmîlasyon û Tirkkirina Kurdên Elewî. Ew pîlan 1926’an kete meriyetê, bes bela ku Kurdan li pey hev şerê rejîma Kemalîst kir, bi temamî bi ser neket. Bes piştî têkbirina şerê Kurdan, hikûmeta Kemalîst di sala 1930’î de ji hêla Wezareta Karên Hundir ve ”Genelge”yekê (fermannameyekê) dişîne.

Di xalên vê ”fermannameyê pirr girîng û veşartî” de ku li gorî Pîlana Islahkirina Şerqê hatibû hazirkirin, û ji rêveberiyên bajaran re hatibû şandin, ne tenê behsa qedekirina ziman dihat kirin, ji stranan heta bi dawet û cilûbergên Kurdan, behsa qedexeyên her cure detay û hesabên kulturî hebûn.       

Hedefa poliitkayên Cumhuriyetê ew bû ku di serî de cihên mîna Dêrsim/Sêwas/Meletî deverên ku xelkê Kurd-Elewî lê ne, bikin Tirk. Bi van politikayên Cumhuriyetê ve xelkê hin cihan bûn Tirk, hin cihên din jî di karûbarên hunerî de dêhn û meyla wan çû ser Tirkî ku dewletê jixwe çi veşartî çi eşkere Tirkî teşwîq û şîrîn dikir. Ha di vê meselê de, du dewrên girîng hene ku yek jê jixwe zor û zexta hikûmeta Kemalîstan bû, ya din jî ew bû ku piştî salên 1950’î koçkirina ber bi bajaran ve û pê re jî piştî salên darbeya 1960’î bi pîlan û qest xwestin Tirkî belav bikin û wêjeyê jî bikin ”Tirk” Wê yekê jî kir ku di nav Kurdên xwende û nivîskar de û pê re jî di nav hozanên Kurdan de Tirkî belav bibe; jixwe hingî jî perwerdeya bi Kurdî qedexe bû. Her wiha ger mirov bêje hingî hereketên sosyalîst ji bo strandina bi Tirkî bûn palpişt, ez dibêm qey wê ne şaş be.

Ev jî heye, hozanên Kurd û Elewî, erê di mala xwe de bi Kurdî xeber didan û bi Kurdî difikirîn, bes haya wan ji zimanê nivîskî yê Kurdî tinebû, vê jî dikir ku berhemên xwe bi Tirkî biafirînin. Hinek ji wan di mekteban de bi Tirkî perwerde bûbûn, bes wan jî bi Kurdiya nivîskî nedizanî. Em jî dizanin hin dengên Kurdî hene ku di alfabeya Tirkî de tinene, wekî; î, ê, w, q, x, xwe. Heger hozanekî/ Kurdî bifikire û nizanibe alfabe û nivîsa Kurdî, ew ê çawa karibe bi Kurdî binivîse? Loma jî gelek gulbang, lawij, beyt û ayetên Kurdî ji ber ku nehatin nivîsandin, ji bîr çûn. Herçî bapîrê min Haydar Bayrak bû, em bêjin 20 beyt û ayet digotin, lê kurê wî Hacî Bayrak karîbû encax ji wan 10 beyt û ayet bigotana. Lê divê em vê jî bêjin, erê niha kilam û beytên hinekan êdî bi Tirkî ne, bes nihurandina wan Kurd û Elewî ye.   

Helbestvaneke jin: Fidan Çolak

Fîdan Çolak 1961’ê li Elbistanê tê dinê. Hê 16 salî ye, wê dizewicînin, niha li Fransayê dimîne. Ji sala 2006’an û vir ve helbestan dinivîsîne. Ew împrovîze (ji ber xwe ve) dinivîse, heta niha du pirtûkên wê çap bûne. Çend helbestên wê yên bi Kurdî jî hene, piştî ku bihîstiye ez qîmet didim helbestên Kurdî û di kitêbên xwe de cih didime wan, helbestên xwe nîşanî min jî kirin.

Du çavên min bûna kanî

Dostê ava xwa hilanî

Falak tu ma rahat barda

Ma mirazê xwe hilnanî

Azê êl bi êl dagarim

Nizanim ku az kuva tarim

Falak tu ma rahat barda

Azê ja ve êlê harim

Helbestvaniya bi Kurmancî:

Alî Matur (Maksudî)

Maksudî jî li Ewrûpayê dimîne, bi Kurdî gelek helbestên wî hene. Yek ji wan li ser Qetlîama Mereşê ye. Divê mirov bêje, li ser Qetlîama Mereşê gelek  kesan şîn girtiye û li ser vê şînê jî bi Kurdî helbest nivisîne û stran gotine. Hinek ji wan kesan ew in, Alî Işçimen, Alî Matur, Şah Sultan, Aşik Turabî,  Ozan Vîcdanî, Zaferî (Ahmed Dillice), Zeynel Oztaş.

Çend rist ji helbesta Alî Matur li jê rin:

Maraş na destpêka ne jî dawî ye

Êdî jiû xapandin nabin hêvî ye

Kuştin wan bi sadan can la Maraşê

Dengbêjekî bi navûdeng: Hasanî Tosin

Piştî şeş salan li xeribiyê, ji bo ketine pey şopa Fatareş û berhevkirina muzîkê, piştî cih û warên kalikên xwe yanî Dêrsimê, min berê xwe da Mergê (Bi Tirkî Gokçayir) ku li quntara Çiyayên Engîzekê ye. Min li wir dengên hin dengbêjan qeydî kasêtan kirin. Paşê ku hin pê hesiyane ez muzîkan berhev dikim, qala dengbêjê binavûdeng ê vî herêmî Hasanî Tosin ji min re kirin. Navê wî dengbêjî nîvkor min berê bihistibû, li Elmanyayê bi rêya merivên wî min hin kasêt û vîdeoyên wî peyde kiribûn. Hingî jî min fêhm kiribû ku ew deng dengekî were bû ku li gel dengbêjiya xwe muzîk û helbest jî li hev dianîn. Mirov dikare ji bo Hasanî Tosin bêje, dengbêjê dawî yê klasîk ê Antîtorosan bû. Wî emrê xwe di navbera salên 1918-2007ʼan de li gundê Bazarcixê Salmanpakê bihurand. Ew 8 salî bi nexweşiyekê dikeve ku çavên wî nebaş dibin, ji ber bêmecaliyê jî nayê dermankirin, loma jî çavên wî ji sedî 80 nedidîtin. Di 10 saliya xwe de tesîra dengbêjekî gerok li ser çêdibe û hêdî hêdî dilê wî li dengbêjiyê germ dibe. Hingî dielime lêxistina sazê jî. Carna bê saz, carna jî bi saz dest bi dengbêjiyê dike. Li gel meseleyên mehelî û herêmî, destanên naskirî yên Kurdan ên wekî Memê Alan, Siyabend û Xecê ji ber dike, gund bi gund digere û çîrok û kilamên xwe dibêje.

Ez ê behsa bîranîna xwe jî li vir bikim. Berê min di rojnameya Ozgur Politika de nivisîbû ku têkiliya xwe bi Hasanî Tosin re heye. Gava min bihîst du personelên Wezareta Çand a Tirkiyeyê çûne Antîtorasan û li wir 6 seatan dengê Hasanî Tosinê qeydî kasêtê kirine ku tê de destan û kilamên Kurdî hebûn, min xwest xwe bigihînim vê kasêtê. Min Mudirê Giştî yê HAGEMʼê, Seyhan Livanelioglu dît û jê kopîyeke vê kasêtê xwest. Piri Er ê ku berhevkarê folklora Kurdî bû li gel mudir Seyhan Livanelioglu bû, wî ji min re got, “Me ev qeyd anî lê ji bo arşîvkirina wan îzna Wezîr gerek bû. Me ji bo iznê ji Wezîr Îsmaîl Kahraman pirs kir, (Îsmaîl Kahraman hingî Wezîrê Çandê bû û di salên 2015–2018ʼan de jî Serokê Meclîsa Tirkiyeyê bû), wî ji me re got, derhal wana îmha bikin. Me got wekî dezgeh karê me ew e ku em wan berhev bikin, wî jî got, nexwe têxin arşîvê bes nedin ti kesî.” Piştî behskirina vê meselê wî gote min, loma em nikarin bidin te. Bira jî nedan min, ez jî nizanim çi bi serê wê kasetê hat.

Li Ewrûpayê berê xwe da Kurdî: Aşik Temelî

Sala 1948’an li gundê Dallikavak ê Sarizê ku Sariz jî bi ser Kayseriyê ye, hatiye dinê. Di civata kalê xwe Haydarê Gir de (Haydar Bayrak) hê biçûk e, dielime li sazê bide û deyîş û ayetan bêje. Sala 1973’yan diçe Elmanyayê û li wir bêhtir berê xwe dide Kurdî. Kasêta wî ya duyemîn, ‘Hozanê Şoreşgerî Demoqrat’ 1976ʼan derket ku temama wê bi Kurdî bû. Ew kasêta wî belkî yek ji wan kasêtan e ku pêşî li Ewrûpayê bi Kurdî hatiye belavkirin. Pê re jî dest bi nivîsandina şiirên Kurdî dike. Ji gelek kovar û rojnemayan re dinîvîse. Piştî çend kitêbên xwe yên bi Tirkî, vê carê bi Kurdî kitêban derdixe. ‘Namirim’ (1998) û ‘Zimanê Me Derûna Me’ (2009), ‘Kurdiya Me Rih û Rîçikên Me’ (2009) derdixe ku şiirên wî yên bi Kurdî tê de hene. Her wiha kitêba wî Hesreta Sed Salan-Yüz Yılların Hasreti’ jî bi Kurdî û Tirkî ye.

Em ê di vir de cih bidin çend ristên helbesta wî ‘Jiyîn mafê te ye‘:

Jiyîn mafê te ye, dinya xwe çêke

Bona jiyîna xwe gişî bi rêke

Serê xwe xwar neke, enya xwe rake

Gazî ke, hewar ke, dengê xwe mebir.

Dijminên me pir zalimin, dizanim

Fêl û fikra wan li wan dixwînim

Pêwîst eli qewlê xwe wan bigihînim

Bi gernasî xwe berev ke û megir.

Berhelist ray pêde ba lê xiş bi poz

Bila bê zanîn bê dawî ye hêz, doz

Lawên mêrxasan e tim û tim bi berz

Bimînin tu carna xuy xwe meguher.

Ozanvaniya bi temamî Kurmancî:

Ozan Şah Sultan

Ozan Şah Sultan bi eslê xwe ji gundê Nargele yê Elbistanê ye. Heta niha 250 kilamên Kurmancî çêkirine. Sala 2011’an li Berlînê dîwana wî ya 654 rûpelan çap bû ku hema hema nîvê wê bi Kurmancî bû. Bi qasî em dizanin, heta niha 6 albumên wî yên muzîkê belav bûne. Bi Kurmancî helbesta xwe ya yekemîn di sala 1973ʼyan de nivîsand. Ez jî ji vê salê û vir ve wî nas dikim.

Min ji nifşên berê, navsere û ciwan jî di nav de gelek hozanên ji Antîtorosan nas kirin. Wana li gel Kurdî bi Tirkî jî berhem didan. Lê ferqa Şah Sultan ew e ku hema bêje tenê bi Kurdî kilam gotine, ew jî hêjayî qalkirinê ye. Mesele û qewmînên li herêmê bi zar û awazên xwe digotin û kilamên wî digotin jî bi pirranî eydê wî bûn.

Mijarên kilam û helbestên Şah Sultan ev in: Xerîbî, Elewîtî, dil, êşên dê û bavan, bîranîn, tekoşîn û aşitî…

Li wir em dikarin bi çend ristan helbesteke wî li ser evîn û eşqiyatiyê neqil bikin:    

Azê tim la çiyakî bim

La yayle wa giyakî bim

Savê xatirê ta rinde

Azê ba eşqiyakî bim…

* Ev gotar ji hêla Îbrahîm Bulak ve ji nivîsên Mehmet Bayrak hatine berhevkirin û tercumekirin.