Kevirên Heskîfê jî ji destê dewleta Tirk of dikin

Mînareya Mele Abdullah Zeviyesî ya li Heskîfê ji cihê wê rakirin. Beşîr Tapkan ê ji gundê Zaxora ye û temaşeyî rakirina minareyê dikir, dibêje: “Ev tişta tê kirin, zilm e.”

Ji ber Bendava Ilisû (nêzî gundê Germavê li Hezexê), dê li Heskîfê dîroka 12 hezar salan di bin avê de bimîne. Li Heskîfê li aliyekê hilweşandin dewam dike û li aliyê din jî, aserên dîrokî û pîroz ji cihên wan tên rakirin. Piştî rakirina Tirbeya Zeynelbeg û Hemama Kevnar niha jî Tirbeya Zawiyeya Mele Abdullah ya 400 ton giran e, serê sibê ji cihê wê hat rakirin. Tirbe li wesayîta SPTM a 96 tekerî hat barkirin û anîn gundê Arkeoparkê. Di dema barkirina minareyê de polîs û cendirmeyan dor li hawirdorê girt.

Ev tişta tê kirin zilm e

Ji niştecihên gundê Zaxora, Beşîr Tapkan, yê kar û barê barkirinê bi çavên xemgîn şopand, got, ew li dijî barkarina tirbeyên dîrokî ne û wiha peyivî: “Gava kesek we ji cihê we yê rûniştî rake, ma hûnê aciz nebin? Ev tişta tê kirin zilm e. Dixwazin me ji cih û warê me bikin. Em dixwazin li vê derê bijin û naxwazin biçin cihekî din.”