Kî Me Ez

Pirsa Cegerxwîn a “Kî Me Ez?”, pirseke ontolojîk (hebûniyê) e. Xwe dişiqitîne warê existentializmê (hebûnparêziyê). Û gava mirov dibihîse, mirov ji xwe dipirse, “bera jî, kî me ez?”

Ka îcar em bi giştî bipirsin; gelo Cegerxwîn ev pirs ji kê kiribû? Ev pirs di kîjan mesîlê de ava bûbû û pirsê berê xwe dabû kîjan warî, kîjan armancê, kîjan sedema hebûniyê?

Şa’îrekî Hawarî ye Cegerxwîn. Kovara Hawarê, ne bi temamî be jî, ji alî çavkaniyên ziman û wêjeya modern ve, ew war e ku; hem şêwe û derfetên şi’îra klasîk hem jî yên vegotina gelêrî bi kar anîne û bi vegotin û nivîsar û şi’îrên tê de weşiyayî ve bûye destpêkeke qebûlbar û hêjayî behsjêkirinê a wêjeya kurdî a modern. Loma jî, kovara Hawarê, ji aliyê dîroka wêjeya kurdî ve, hem xaleke berçav e hem jî xaleke werçerxê ye.

Û Hawar, di demeke wisan de weşiyaye ku, berî wê bi çend salan, têkoşîna Kurdan a çekdarî,* ji bo hebûnî û bidestxistina mafê xwe di wê demê de ji qonaxa A´yê berê xwe daye qonaxa B´yê.** Qonaxa A´yê bes bi tevgera rewşenbîran a neteweperweriyê pêk tê. Lê qonaxa B´yê, bi tevlêbûna gel, bi şerê çekdarî û bi xebatên wêje û nivîskariyê pêk tê. Loma jî, diviya stûneke girîng a vê qonaxa B´yê temam bibûya û weşînekeke bi bandor û antî-kolonyal biweşiya da ku kêmasiyên ji qonaxa A´yê mayî hinek be jî temam bibûna. Helbet Hawar, ew kovar û weşînek e ku bera bera, ji bo kurdî, wekî navê xwe bûye ‘hawar’ek.

Her wisan, Hawar, ji alî cografyaya ku lê weşiyaye ve xwedî karaktereke piralî ye. Ji ber ku weşana kurdî vegerandiye ser axa xwe û ji nav dilê gelê xwe derketiye û wê çaxê, heta jê hatiye xwe ji pest û zordariya desthilata kolonyalîstên herêmê dûr kiriye da ku karibe derfetên xwe yên bingehîn – ên wekî gihana bo xwendevanan, piştgirîgirtina ji nivîskar û xwendevanan – bi kar bîne. Hawar, ji alî ziman û wêjeyê ve jî, xwedî karaktereke şoreşgerî ye; loma jî cara pêşî bi helbest û nivîsarên şa’îr û nivîskarên Hawarê re bêjara (discours) ‘ûmmet’ê ji nav wêjeya kurdî hatiye derxistin. Û di şi’îr û nivîsarên weşandî de helwêsteke sekûler a hewce hatiye danîn û jixwe naveroka kovarê jî taybetiyeke bi vî rengî daye xwe. Û pê re jî, bêjara neteweparêziya kurd di Hawarê de lingê xwe daniye erdê û bi her peyv û hevokên dij-kolonyal hewl û helwêsteke bêşik û diyar nîşan daye.

Şi’îra kurdî jî, di kovara Hawarê de, ji du bendan derbas bûye. Yek jê benda klasîk e ya din jî benda pîroziyê ye ku ew jî ji ber klasîzmê û ji ber tîpên erebî pêk dihat. Loma jî, digel Bilûra Min, gelek şi’îrên xwedî teşe û naveroka nû hatin nivîsîn ku hem sekûler bûn hem bi peyvên rojane ên gel dihatin nivîsîn û hem jî pala xwe didan bêjara neteweparêziya kurd. A di vê çarçoveyê de, Kî Me Ez a Cegerxwîn, şi’îrek e ku piştî Hawarê bi deng û nîşaneke taybet hatiye nivîsîn.

Kî Me Ez, wek teşe û reng mîna pirsê xuya dike. Lê belê ew digel pirsbûna xwe bersiv e jî. Helbet di çarçoveya gramatolojiyê de tenê pirs e. Û ev pirs, berî her tiştî xwedî du aliyan e; pirsa ‘Kî me ez’ hem berpêyî hundir e hem jî berpêyî derve ye. Yanî Cegerxwîn vê pirsê hem ji Kurdan dike hem jî ji serdestên Kurdan dike. Û wekî helwêsteke deconstructiv (jihevxistiner) pêşî dixwaze neyînkirina (înkara) heyî, -neyînkirina hebûna Kurdan a serdestên Kurdan- parçewesle bike û bi vî awayî pirsê ji holê rake. Loma jî, li hember antî-bersiva ‘tune’ a serdestan***, pirsa ‘Kî me’ saz dike. Yanî, hebûna heyî, ne rasterast, lê belê di ser pirsekê re ava dike û nîşan dide. Ev nîşandan ne tenê ji bo nihêrtin û sekinînê ye. Her wiha, pirsa ku heyînekê nîşan dide, her kesê bihîstî dixe nav liveke hişî û mêjiyî. Û di warê hebûniyê de jî arîşeyekê pê re çêdike.

Bressler dibêje, “Helbest ji hemû huner û zanistan bêtir heqîqetê datîne rastê.”**** Loma Cegerxwîn jî bi pirsa ‘Kî me ez’ berê xwe dide heqîqetekê; ew heqîqet biwara hebûniyê ye; û bi pirsa xwe re gelemşeya hebûniya Kurdan di biwareke bêjarî de ji navê radike. Ev jinavêrakirin, bi bêjar û bersiveke teqez û naygengeşekirin li holê ye. Bersiva Cegerxwîn ‘Kurd im ez’ e. Û ev bersiv, heqîqetê datîne rastê, antî-bersivê ji navê radike û bi xwe re jî pênaseyan tîne. Ev pênase, li ser helwêsteke neteweyî û dij-kolonyal tên avakirin. Loma jî, helbesta ‘Kî me ez’, di her bendê de bi pênaseyan dest pê dike lê car din bi pirsa ‘kî me ez’ diqede. Ev şêwe, qonaxa xerakirin û avakirina ji nû ve nîşan dide û neyînkirina hatî kirin (yanî antî-bersiv), di nav vê şêwe û pêkanîna deconstructiv de parçewesle dibe.    

Cegerxwîn ew şa’îr e ku xem û gelemşeya wî heye bi heqîqetê re. Ew, heqîqetê wekî tiştekî ku divê mirov bigihîjiyê qebûl nake; ew, heqîqetê wekî tiştekî ku divê hebûna wê neyê gengeşekirin, qebûl dike. Loma jî diqîre Cegerxwîn; bi qîrîn heqîqetê dibêje û di nav vê heqîqeta hanê de, bi helwêsteke neteweyî û dij-kolonyal, bi helbesta ‘Kî Me Ez’, arîşeya hebûniya Kurdan ku bi destê serdestan hatiye sazkirin, ji navê radike û hebûna Kurdan hem li rûyê Kurdan hem jî li rûyê serdest û neyînkeran diqîre û dibêje; ‘Kurd im ez!’

* Mebest ji vî şerê çekdarî, serîhildana Şêx Se’îd û pê re jî serîhildana Agirî ye.

** Miroslaw Hroch, têkoşîna neteweyên ji kategoriya duyem, bi sê qonaxan ve diyar dike. –M. Hroch, Avrupa’da Milli Uyanış, İletişim yay., r, 51

*** Antî-bersiv: Bersiva ku wek bersiv hatiye dayîn lê di hîm û esasa xwe de bersiveke xilt û ne rastîn e.

**** Rexney Edebî û Qutabekanî (Wer; E. Ye’kûbî), Weşanên Aras, (Raguhestin: Zülküf Ergün, Nerît û Helbest-Weşanên Nûbihar).