Kirîza Qeter bi welatên ereb re û rola AKPê! – TARIQ HEMO

Ambargoya siyasî û aborî ya ku hin welatên Ereb li ser mîrgeha Qeterê danîn, ket sala xwe ya duyemîn. Beriya bi 2 salan kirîzeke siyasî di navbera Qeter li aliyekî û Erebistana Siûdî, Mîrgehên Yekgirtî yên Ereb, Misr û Bahrênê li aliyê din, rû da. Di encama vê kirîzê de ambargoeyeke siyasî û aborî li dijî Qeterê hat ragihandin. Li gel vê yekê, şerekî di warê medyayê de heye. Qeter û dijberê wê hev bi ixanet û destekdayina terorê gunehbar dikin.

Lê gelo sedemên peydebûna vê kirîzê çi ne û çima van welatan helwêsteke wiha tund li dijî Qeterê nîşan da û dê rewş bi ber ku ve biçe?

Koka van nakokî û dijberiya helwêst û berjewendiyan vedigere sala 2011´ê, dema ku gelên Ereb di çarçoveya Buhara Gelan de serî li rejîmên xwe hildan. Wê demê Qeter bi rêya tevna xwe ya ragihandinê, di serî de Al Jazeera TV, xeteke serbixwe ji ya welatên din yên Ereb ajot. Wê destek da hêzên Îslama siyasî û bawer kir, ku ev hêz dê desthilatdariyê li welatên Ereban bikin û rejîmên statukoparêz, dîktakor û totalîter ji holê rakin. Ev helwêst li xweşiya welatên Ereb yên statukoparêz û muhafezekar neçû. Di serî de Erebistana Siûdiyê hişiyarî da Qeterê û jê xwest ku ew vê nêrîna xwe biguherîne û bi alîkariya hêzên Îslama siyasî nema rabe.

Qeter a ku destek da rêxistinên Birayên Misilman li Misr, Lîbiya û Sûriyeyê, li ser ya xwe ma û piştî desthilatdarbûna rêxistina Birayên li Misrê sala 2012´an, bawer kir ku ew êdî li welatên Ereb bû xwedî rol û dikare hikûmetan biguherîne. Lê ev yek neçû serî. Erebistana Siûdiyê li gel Mîrgehên Ereb yên Yekgirtî (MYE) mudaxele kir û destek da artêşa Misrê û ew ber bi darbeyek eskerî li dijî desthilatdariya Biryarên Misilman ve ajot. Ev derbeya eskerî sala 2013´an pêk hat û di encamê de Mihemed Mursî û tevahiya kadroyên desthilatdariya Birayên Misilman hatin girtin.

Sala 2017´an Siûdî, MYE, Misr û Bahrênê têkiliyên diplomasî û aborî bi Qeter re birrîn û ev welat bi alîkariya terorê li cihana Ereb tewanbar kirin. Wan ambargoyek jî danî ser Qeterê û di warên ragihandinê de şerekî mezin da destpêkirin. Wan hêzên eskerî li ser sînorên Qeterê kom kirin û hewl da hin kesan ji malbata Al Thanî ya ku ev 300 sal in desthilatdariyê li Qeterê dike, li dijî Mîrê heyî bi kar bînin û yek ji van kesan mîna “Mîrê rast” bidin pêş.

Di encama navbênkariya Mîrê Kuweyetê, van her 4 welatan lîsteyek ji 13 şertan danî pêşiya Qeterê. Di vê lîsteyê de bi giştî ji Qeterê tê xwestin ku ew têkiliyên xwe bi rêxsitinên Îslama siyasî re bibirre û nema dest werde kar û barên hundir yên welatên Ereb û hin rêxsitinên Îslama siyasî yên mîna DAIŞ, El-Nûsra, Birayên Misilman û Hizbulaha Libnanê weke rêxistinên terorîst ilan bike. Wan ji hikûmeta Dewhayê xwest ku ew têkiliyên xwe bi Îranê re bibirre û baregeha eskerî ya ku Tirkiyeyê li ser axa wê ava kiriye, bigire. Girtina Al Jazeera TV û pêşîgirtina li propagandaya li dijî rejîmên Ereb jî di nava şertan de bûn.

Qeterê ev şert û merc red kirin û ji welatên Ereb xwest ku ew “vîna gelên xwe” nas bikin û dest bi reformên siyasî bikin. Têkiliyên bi Îranê û Tirkiyeyê re weke biryareke serbixwe ya welat bi nav kir. Bi kurtasî, Qeter serî netewand û alîkariya xwe ya ji bo hêzên cihadîst li Misr, Yemen û Lîbiyayê qut nekir.

Niha jî ew li Lîbiyayê destekê dide hikûmeta Sirac ya girêdayî Îslama siyasî û di warê eskerî û siyasî de alîkariyê dide vê hikûmetê û hêzên general Hefter yên ku destekê ji Misr û Erebistana Siûdî werdigrin, reş dike. Qeter destekê dide Iranê û li DYE´yê bi rêya têkilyên xwe yên bi cihên biryarê re, ji bo ku şer neqewime, bi roleke navbênkariyê radibe.

Weha xuyaye ku Qeter xwe bi Iran û Tirkiyeyê xurt dike. Ew bawer dike ku bi rêya van her 2 welatên heremî yên mezin, Erebistana Siûdî, MYE û Misr êrişeke eskerî li dijî wê nekin. Ji ber hindê, wê doz li Tirkiyeyê û rêveberiya AKP´ê kir ku eskeran bişîne û vê “hikûmeta Îslamê” ya li Dewhayê biparêze. Wê bi Iranê re jî hin peymanên eskerî imza kirin.

Di her 3 civînan de ku vê dema dawî li Erebistana Siûdî bi armanca şermezarkirina Îranê û rewakirina şerekî muhtemel li dijî wê, pêk hatin, Qeter dîsa civîn terikand û tevî daxuyaniya dawî nebû. Wek her car, ew ji ref qut e û li dijî Îran, Tirkiyê û rêxsitinên Îslama siyasî tu helwêstan nîşan nade.

Dewleta Tirk jî sûdê ji van nakokiyan werdigre. Beriya demekê mîrê Qeterê çend milyar dolar wek alîkarî da aboriya AKPê ya têkçûyî. Bi rêya rêxistina Birayên Misilman û kesayetiyên wê yên mîna Yûsif Al Qardawî, Qeter û AKP dixwazin cihana Ereb li gorî xwe eyar bikin û bi rê ve bibin. Loma ev her 2 welat destê xwe dirêjî nava kar û barên gelek welatên Ereban dikin. Istixbaratên AKP´ê û Qeterê li Libiya, Sûriye û Misrê texrîbatan dikin. Ew hêzên Îslama siyasî finanse dikin û bi rêya wan hewl didin hikûmetên van welatan hilweşînin û tevliheviyê zêde bikin.

AKP´ya ku li Tirkiyê qels dibe û rastî nerazîbûna gel tê, hewl dide bi Qeterê re tevahiya heremê li nav hev bixe û destabîlîze bike. Ew bi rêya Îslamiyên tundraw hewl dide rola xwe xurt bike û li heremê bibe xwedî gotin. Qeter jî nêrîna AKP´ê ji xwe re esas digire. Ji ber hindê, ew li dijî Gelê Kurd jî helwêstên dijminane digire. Ragihandina Qeterê nêrîna AKP´ê temsîl dike û li dijî rêveberiya Rojava û Tevgera Azadîxwaz a Kurdistanê helwêstên tund nîşan dide. Ew kampanya reşkirinê dimeşîne û alavên xwe yên ragihandinê kirine beşek ji şerê taybet yê AKPê li dijî Kurdan.

Qeter jî mîna AKPê, destekê dide hêzên çete yên li dijî QSD´ê şer dikin. Di şerê têkbirin û tinekirina DAIŞ´ê de alavên medya Qeterê rastî berovajî dikirin û terorîstên DAIŞ´ê mîna sivîlan nîşan didan. Di navbera AKP´ê û rêveberiya Qeterê de siyaseteke hevbeş li dijî Kurdan heye. Li himberî vê yekê, MSD û Rojava têkilyên xwe bi welatên Ereb re xurt dikin û li Misr, Erebistana Siûdî û MYE´yê doza lîstina roleke xurtir li Sûriyeyê dikin da ku rê li ber destwerdana AKPê û Qeterê bigirin.

Welatên Ereb li dijî Qeterê bi biryar in. Ew ambargoya xwe xurtir dikin û hewl didin hêza Tirkiye û Iranê li heremê bi sînor bikin û dawî li mudaxeleya wan ya di nava kar û barê welatên Ereb de bînin. Ji bo vê yekê, divê Qeter dest ji rola xwe ya gurrkirina tevliheviyê bîne û hêzên Îslama siyasî biqewirîne û eskerên AKP´ê dersînor bike. Aliyê Kurd jî dixwaze Qeter li refê xwe vegere û têkilyên xwe bi AKP´ê re bibirre û kampanya xwe ya reşkirinê li dijî doza Kurd bi dawî bike.