Koçber vedigerin warên xwe

EHMED MIHEMED / ANHA/HESEKÊ

Biryar hat dayin ku koçberên Sûrî yên li kampa holê vegerin ser warên xwe. Li ser rewşa koçberên li kampê doh civînek pêk hat. Civîn bi tevlîbûna Endamên rêveberiya kompê û şandeyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat.Li gorî biryara civînê vegerandina koçberan dê îro (roja şemiyê) dest pê bike.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid li ser encam û biryarê civînê peyivî û ev agahî da; “Bi pêşengiya êlan a Sûriyê û Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) 3´ê ye Gulanê der barê rewşa koçberan de  li Eyn Îsa komxebatek hatibû li darxistin.Me jî di civîna doh de li ser pêwîstiya jinûvevegerandina koçberan niqaş kir.Lew re me soza xebata vegerandina koçberan ên tu girêdana wan bi çete û komên terorîst re tune bûn, dabû. Da ku bersiva daxwazên rûspiyê êlan binîn cih.Li ser vî esasî rêveberiya kampa Holê wê beriya cejna Remezanê vegerandina koçberan dest pê bike.”

Em li ser soza xwe man

Li ser çawaniya gihaştina van biryaran, Bêrîvan Xalid wiha got: “Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li ser soznameya ku rûspiyên êlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî lê derdikeve, me lez da xebata bersiva wan biryaran. Ji lew re gelek civîn di vê der barê de di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rêveberiya kampan de û jê yek jî kampa Holê, li dar ketin. Di encamê de komîteyeke lêkolînkirina pêşniyarên jinûvevegerandina jin û zarokan ên ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne, hate avakirin.  Di dawiyê de gihaştin biryarên vegerandinê û rêbazên wê yên vegerandina herêm û gundên wan.”