Komkujiya masiyên Gola Wanê

Masiyê Gola Wanê ku cûreyê wê tenê li Gola Wanê heye, tevî ku di navbera 15’ê Nîsanê û 15’ê Tîrmehê de nêçira wan qedexe ye, her roj bi tonan bi rengekî qaçax tên zevtkirin û qetilkirin. Bi taybetî li Erdîş û Bêgirê ku koça masiyan bi giranî li wir pêk tê, komkujiya masiyan rû dide. Li Çemên Zîlan û Delîçay ên Erdîşê, li Çemê Bendî Mahî yê Bêgirê koça Masiyên Gola Wanê pêk tê. Masî ji bo hêkan bikin ber bi çemên li Westan, Adilcewaz û Ahlatê koç dikin.

Tevî nêçira bi qaçaxî her wiha ocaxên xîzê yên li çemên Bendî Mahî, Zîlan û Delîçayê dibin sedem ku bi sed hezaran masî bimirin û bi milyonan hêkên masiyan ji holê rabin. Li çemên ku masî koç dikin avakirina ocaxên xîzê qedexe ye, lê belê ji ber ku dewletê destûr daye bi salan e masî bi rengekî komî tên kuştin.Tê gotin, eger tedbîr neyên wergirtin dibe ku dawî li Masiyên Gola Wanê bê.

ANF/WAN