Krîza Rojhilata Navîn û rewşa Îranê

Rojhilata Navîn bi dema xwe ya herî dijwar re rû bi rû ye. Hewldan û plankirina ji bo dîzayna nû ya Rojhilata Navîn heye. Herêm yekemîn car piştî Şerê Cîhana Duyemîn ketiye nav alozî û pevçunên herî mezin. Di wê aloziyê de ku di encama hebûna krîzên siyasî, aborî, civakî û nebûna demokrasî de, pirsgirêkên netewî, jin û baweriyan derketiye, ji ber vê êdî desthilatdarên herêmê nikarin wek berê xwe bidin jiyankirin. Herçend diyar e ku hêzên cîhanî jî dixwazin reveberiya herêmê û kontrol kirina wê bi şer bi dest bixin, ema edî nikarîn wek berê hêzên veşartî ên herêmê ku hêzê gelan û civakê ne nebînin. Li herêmê zedetir ji her tiştî aniha bûye şerê netew û baweriyan. Aniha jî li herême dixwazin şerê sunî û şîî di hemen demê de di navbera netewayan de jî pêk bê. Xetê sunî beranber şîî û herduk beranberê Kurd û netewe û baweriyên din bi rêve diçe. Di wê guhertin û şerî de berî her tiştî diyar dibe ku cepheyên nû avakirin çi li heremê çi cîhanê tiştekî bivênevê ye. Li asta herêmî hezan dikarin li gel hev bi pêk anîna îtlaf ya hevpeymanî daxwaz û hêza xwe bilindtir bikin. Kurd jî aniha edî ne wek faktor belkî wek aktor di nav herêmê de xwedî rol û misyon in û kariye di nav guhertinan de xwe bike xwedî statu. 

Di nav wan guhertin û krîzan de yek ji wan welatan ku rasterast di nav pirsgirêk û şerî de ye, Îran e. Îran her tim xwestiye pirsgirêkan derveya sînora xwe çareser bike. Aniha jî yek ji aliyê şerê mezin a Rojhilata Navîn Îran û xeta şîî ye. Rejîma Îranê aniha şerê xwe li Sûriyê, Iraq û Yemenê dimeşînê. Berî wî şerî ji bo bi hêzkirina xwe ya aliyê siyasî û heta leşkerî de jî li Lûbnan, Filîstîn, Sûriye û Yemen bi şêwazekî din dimeşand, lê aniha ji bo vê bûye şerê hebûn û tune bûne ku bi xwe têda ye. Îran  jî krîzên siyasî, aborî û civakî gihîştiye asta xwe ya heri bilind. Aliyê din pirsgirêka nav desthilat û revebirên Îranê nebûna demokrasî, pirsgrikên jin, betalî, mezintir ji hemûyan çaresernekirina pirsa netewe û baweriyan, bûye yek ji sereketirîn babetê di nav wî welatî de. 

Di demeke dirokî re em derbas dibin ku edî di wan guhertin û dizayna nû ya Rojhilata Navîn de eger em xwedî plan û alternatîv nebin nikarin ser azadiya Kurdistan û gelê xwe biaxivin. Ji bo wê me wek PJAK di  kongreya dawî de nirxandin û plankirinên xwe li gor wê rewşa ya li asta herêmî û cihanî kir. Ji bo wê yek ji pewistiyê sereke ew e ku li gor şert û mercan guhertin pêk bên. Partiya me aniha piştî damezirandina pergala xwe, bi navê Civaka Azad û Demokratîk a a Rojhilata Kurdistanê (KODAR) ji partiyekî jî wêdetir gava xwe ya hewandin û bi rêkxistinkirina civak û pêkhateyên cihêreng avêt. Di dema me ya aniha de PJAK jî gava xwe ya serkêşî û pêşengiya projeya çareserî ji Îranê re dike. Kurd di herêmê de gava xwe ya pêşengîtiyê avêtin û ji deskeftiyên wê jî dîyar e. Ew jî di encame hebûna proje û planan de bi ser der dikevê. Partiyeke ku hêza gel esas bigire û li ser esasa pêkanîna demokrasiya radîkał û neteweya demokratîk  dikare serkeftinên mezin bi dest bixe.

PJAK tekane rêka çareserî û gihiştina encamekî di çareseriya demokratîk de dibîne. Li beranber dagirkerî û deshilatdariya rejîmê yekane rê avakirina bereya demokratîk a gelan e. Yanî hevgirtin û xebata hevbeş   hêzên wekî sosyalîst, demokrat, femînîst, anarşîst û baweriyên cihêreng in. 

Rejîma Îranê jî du rêya wl heye, yekem; siyaseta xwe ya heya niha dewam bike û çarenûsa diktator û welatên herêmê ji xwe re qebul bike, duyemîn;  guhertin gav bi gav bi rêya dîalog li gel gelan û muxalîfên siyasî dest pê bike û biryarekî dîrokî bide. Lê wer xuya dike ku rejîma Îranê jî rêya destlatdarên din ê herêmê hilbjartiye.