Kujerên zarokên xwe

Bi çîroka Elîzabeta Polonî dest pê dikim. Elîzabet cîrana min bû, bi kurtî jê re Ela digotin. Jineke ciwan, lihevhatî 36 salî bû. Du keçên wê hebûn. A mezin diçû dibistana navendî ya piçûk jî dibistana seretayî dixwend. Herdu keç jî ji mêrên cuda bûn. Li gel ku Ela ji herdu mêran jî cihê bû, dîsa jî peywendiya wan a bi zarokan re her dewam dikir. Bi rêkûpêk hevdu didîtin. Keçika mezin ku temenê wê 16 salî bû, bi hevalê xwe yê xort re dihat malê. Xort bi şev jî li mala wan dima. Ela ya ku di nav demê de em pir hogiriyê hevdu bibûn, rojekê got: “Keçika mezin ducanî ye!” Ya rastî kes li benda xebereke wisa nebû. Li dû pirsên çi, çawa, çima û kengê? Derî û cînarên nêzî Elayê ew rexne kirin: “Tu kurê xelkê li mala xwe razînî, helbet wê wiha bê bi serê te.” Ela bi baldarî guhdariya wan rexneyan dikir û di dawiyê de wiha got: “Haya min ji wan hebû, bê çi dikin û min jî bi zanebûnî rê li ber wan vekir.” Ev gotin cîranên mîna me yên Rojhelatî pirtir di nav meraq û rexneyan de wer kiribû. Û Ela dewam kir: “Min di liv û lebatên wan de derxistibû, li dewsa ku biçin di bin daran de û li kolanan bikin, bila li mala xwe, di paqijiyê de bikin. Ma ne çêtir e?”

Piştî demekê keçik û bavê zarokê ku ew bi xwe jî Rusî bû ji hev qetiyan. Vêca him keçikê û him jî hevalên Elayê gotin: “Divê ev zarok çênebe, vaye hevdu jî berdan, wê pirsgirêkên li gel zarokî jî rûbidin.” Ela ji ya xwe nehat xwarê. Di encamê de kurekî xweşik û şîrîn hat dinê, navê wî Leo lê kirin.

Rewşa malbatê û bi taybetî Elaya ku ji xwe re digot: “Ez makîneya têkoşîna jiyanê me.” Dên û bala dostan jî cezb dikir. Gelo ew dê çawa bijîn, wê têkiliyeke çawa pêk bînin?

Dûvre demeke dirêj em ji hev dûr ketin, min ji Berlînê koçî bajarekî din kir. Sê salan şûnde gava ez hatim. Çi bibînim. Leoyê me mezin bûye, hîn şîrîntir bûye, diaxive jî. Bi xerîban re rasterast bi Elmanî diaxive, bi dê, xaltîk û dapîrê re Polonî û bi bavê xwe re jî bi Rusî têkilî datîne. Leoyê gewir ku derî cînaran, dost û hevalan dixwestin hîna di maka dayîkê de ye, wî bifetisînin, di warê têkilî û ziman de nûwezayan afirandibû. Ela pir bextewar bû, digot: “Leo tahm û çêjeke dîtir li mala me peyda kir.”

Her gava ez li ser malbata Polonî hizir dikim ya rastî aliyekî dilê min jan dide. A yekemîn ew keç û jinên ku ji ber sedemên qaşo namûsê bi destê mêran tên kuştin û ya din jî babeta ziman e.

Ela bi xwe jî çend mêr kiribûn û jiyaneke azad dijiya. Ne mêrên wê yên berê û ne jî malbata wê wêna weke kêmasiyek nedidîtin. Keça wê 16 salî di mala wê de ducanî dima û wê ew bi germahî hembêz dikir.

Zarokê dihat dinê hîna ji destpêkê ve bi sê zimanan dihat perwerdekirin û di rewşa Elmanya de ew tê maneya pirzimaniyê jî.

Malbatên Kurd û bi taybetî jî misilmanên Ela nas dikirin, hewl didan xwe jê û ji zarokên wê dûr bigirin. Li gorî wan ew ji aliyê exlaqî ve ne paqij bûn.

Di vê roja Cejna Zimanê Kurdî de ev serpêhatiya malbata Polonî çima hate bîra min, nizanim. Lê ya ku ez pê diêşim an jî bi birîna xwe baş dizanim.

Divêt em xwe nexapînin, mixabin di warê ziman de rewşa me ne baş e. Di van çend rojên dawiyê de bi baldarî ez dêna xwe didim nûçe û şîroveyên li ser ziman û encama derdikeve holê hîç nabe sedem ku piçek jî be dilê mirovî rehet bibe.

Tevahiya lêkolînên li bakurê Kurdistanê didin nîşan ku di asteke bilind de zimanê Kurdî dihele û têk diçe. Helbet ji bo hinekan Kurdî ne pirsgirêk e, heta bi tevahî ji holê rabe belkî ji bo wan ‘bi xêrtir jî’ be. Lewra hewl didin bidin jibîrkirin jî. Lê ez ya qaşo welatparêzan fahm nakim.

Li vir li Ewrûpa jî em gelek caran rastê kesên wisa tên. Dê bi Kurmancî dizane, bav bi kurmancî û dimilkî dizane, navê zaroka wan bi Kurdî ye û zarok yek peyv bi Kurdî nizane. Ew kesên ku ji zanîngehan perwerde bûne û di siyaseta legal a Kurdan de jî cih digirin, mirov tênagihije bi çi wîcdan û ferasetê zarokên xwe qetil dikin. Li aliyê din gelek pirtûk û rojname yên kaxiz û yên sanal tên amadekirin, lê mixabin ew jî di nav çarçoveyeke teng de dimîne. Ango komeke Kurdîxwîn xwe bi xwe dinivîsin û dixwînin, ew jî têra kewandina birînê nake.

Li gel zexta dijminan û ‘kujerên zarokên xwe’ jî em hêviya xwe wenda nakin. Bi tenê ez dixwazim jina Polonî bînim bîra wan. Werin em jî bi qasê wê nebe jî, ji çaran yek mîna wê bi namûs bin. Ma gelek zor e?

Cejna Kurdîhezan pîroz be…