Kulîlkên Bihara Kurdan û argunî ne

Bihara Kurdistanê sor vedike, nêrgîz û narincî rengê Bihara Kurdistanê ne;  sor in, wek helbestên di devê zarokan de argunî ne. Çend deh sal in, Bihara Kurdan bi xwîn dikin. Xwîn bûye rengê Kulîlkên Kurdistanê. 

Her Bihar, bi destanekî dest pê dike. Rengê destanên Kurdan jî sor in, argunî ne. Cengaweriya bi xwînê hatine nivîsandin. Nêrgizên herêma Botan, narinciyên Çiyayê Hevêriya navdar in,  sor in û rengê xwîna cengawerên destanan e.

Kurdistan, axa Ahuraî, sor e, rengê nêrgiz û narinciyan e. Her sibeh û  her êvar asoyên seranserî çiyarêzan bi agirê Promethaus sor dibe, bi agirê Kawayê Hesinker argunî dibe.  Ev xemla Kurdistanê ye,

Cizîrê, vê carê jî xemla Kurdistanê  di nexşeya dîrokî de, bi rengê destanan xemiland. 

Ev xemla argunî, wê di bihara 2016´an de, bibê rengê Kulîlkan. Ev rengê  xalî cewherî, ber bi rengê Newrozê dişêlihê û bibe durişmeyên salê, wê bibe qîrîn û şabaşa serketinê.  

Mehmet Tunç, li Cizîrê ew qîr da û Taq-i Bîstanek nû, di atlasê asumanên şinxalî de nivîsî.   

Bû romanek, bêhna barûd û goştê şewitî tevlîhev bûye. Bayê Yenê, qîrêna zarokan li cîhanê belav kir, kulîlkên xwînê di baxûbîstanê wijdanê mirovaniyê de vekirin. Cîhanek kerrûkerrende kulîlkên baxçeyên wijdanê xwe çilmisandin, kelê kir, sift kelê û rijî kir!… 

Li axa Ahuraî, kulîlkên azadiyê vedikin û xemla argunî li atlasê Kurdistanê belav dikin. Xemla bûka Bihara Kurdistanê sorgeverî ye, teva kulîlkên bi xwînê ne û dibine baqên azadiyê. 

Cizîr Guernîca ye!…  

Top û tanqên faşîzma Erdogan Sur kirin Guernica duyemîn!…  

Top, tank û balafirên faşîzmê Hezexê jî dikine Guernica!… 

Pîcaso dibêje:Hunermend, li hemberî şerê ku nirxên bingehîn yê mirovaniyê û şaristaniyê ji holê radike, nikare bêdeng bimîne. Bila kes xwe di bazar û nîqaşa  xendekan de xwe nexapîne.  Xendek mertalên li dijî faşîzmê ne. Wijdanekî di bazarê de, bi tiştên li berçavan û bihayê rojane mijul dibe.

Mehmet Tunç, destpêka destanê sedsalê qîriya: “Me, li hemberî faşîzma AKP´ê çog berneda erdê, em bernadin”. Ev gotin, waqanivîsa berxwedana li dijî faşîzmê ye û biqasî gotinên Pîcasso manîdar in. 

Mehmet Tunç, bû Jimmie Lee Jackson, bû Geronimo!… Gotinên Martin Luther King dubare kirin. “Bêdengî, xemsarî, tirs,  rev, çogberdana erdê, serêtewandin, gîdîtî, bîadî, mirina bi saxî ye…” 

Ji Qesra Erdogan, tizbihên notuneh libî dirêj dibin,  dibine berê top û tanqan, li bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê diteqin. Dîse jî Dijle xemgîn naherike. Her bedena li qeraxên Dijle tê dîtin bihareke nû ye.  

Di jêrzemînên Cizîrê  de agirê faşîzmê li Enqera bû tofanek dojehî. Bi gurzê di destên cengawerê sedsalê Abdulbakî Somer de û teqiya. Teqîna li Enqerê, li dijî faşîzmê mertal e û dilê faşîstên Qesrê dax da. 

Faşîstên Qesrê, bi parfuma “elyotrop”, bi mîskûembera gulên Isparta digerin, lê fermanên qirkirina Kurdan didin. Her ferman, li Kurdistanê dibe dojeh, lêêê li Enqera jî dibe kulîlkên jehrûzequmê. Di baxçeyên Qesrê de dengê şalûl û bilbilan bilind nabê, dengê tirsê û xewna bi têba bilind dibe. Ehrimanê li Qesrê,  “sara” tirsê dijî.

Di sîstemên faşîst de, pêşî kulîlk têne kuştin, piştre evîn… Kurdên golik jî,  bi paçxwerî û lûtxweriyê bûne xencera çar parsû… Ji çîtik û qirşikan pîpîkan çêdikin, borezantiya faşîzmê dikin.

Zihniyeta DAIŞ´ê ye, jinan di tesetturê de dîl digire û bi şehweta heywanî nêzîk dibin. Tacîdariya koletiyê ye!..   Ayin, yan jî îbadeta pepûkî û rebeniyê dikin!…

Bihara her kesî heye: Ya dewşirme, biadîst, kole û xayinan nîne. Ji bo wan,  “ji nû de bûyin” û “hebûnek “ ciwanmêrî, merdûmerdane, maqulî” nîne. Cellad şabaşiyê dikin. Bûne gizîrê bênderên tejî bedenên ten-zerî û şewitandî. Selewatên bi zikirê xwînê didin. Ha ha çakûç li bizmarên “çarmixan” didin.

Îsal wê Bihar zû werê xaka Ahuraî… Berî her deverê wê li kolanên Cizîrê, li kolanên Surê kulîlk vekin. Nêrgiz û narinciyên Bihara kKurdistanê sor in.  Dîse jî bêhnê didin, bixarê belav dikin. 

Faşîst, birdostên Ehriman, pêşî eşqê dikujin, piştre evîn û bihara dilan dikujin!…  

Dengê Sêvê Demir, Fatma Uyar û Pakîze Nayir, wê bi rengê kulîlkên di jêrzemînên wahşetê  de bibin  slogan sedsalê û  bibin pêtên agirê  Newroza  2016´an. 

Cizîr bû Zap’a nû û Biharek vekir. Sur bû Zap’a nû û Biharek  vekir. Dane xuya kirin ku, mirin û azadî mehrkiriyê hev in, yek bêyî ya din nabe. Kurd êdî, yek birîn e, yêk êş e,  yek dest e, yek berxwedan e, yek serketin e, yek helbeste e, yek şahî ye û yek romanê dinivîse…  

Kurdan, gotinên Marguez guhertin, “Tenêtiya Sedsalî” kirin: Sedsal Ne Tenê … Kurdan  gotinên, Dr. Heinz Gstrein “Gelê Bê Parêzer Kurd” guhertin, kirin: “Gelê bi Parêzer Kurd”.. Kurdan di destpêka sedsala bîstan de, agirê Promethaus û Kawayê Hesinker gur û geş kirin. Cîhan û mirovanî bi arguniya Kurdistanê ronî  dikin.

Kulîlkên Bihara Kurdistanê sor in, argunî ne, bi agir re bêhn û bixara  azadiyê belav dikin.