Kurd bêbextiyê pûç dikin

 Kurdistanî û dostên wan bi çalakiyên xwe, xasma bi meşên dirêj nîşanê alemê didin ku ew bi israr in Bêbextiya Navneteweyî ya 15ʼê Sibatê pûç bikin.

Li Marsîlya û Atînayê jî Kurdistaniyan û dostên wan bi meşên dirêj xwe gihandin navenda bajêr û wan rastiya komploya navneteweyî ji xelkê bajarên deverê re got.

Ji bilî sê meşên dirêj ên navendî ku ji Frankfurt, Cenevre û Luksemburgê ber bi Strasbourgê ve diçûn, meşên dirêj ên herêmî yên li Ewrûpayê dewam dikin. Li bajarê Fransayê Marsîlyayê û li paytexta Yewnanistanê Atînayê meşên dirêj îro bi dawî dibin.

Meşa ku li dijî komploya navneteweyî li Marsîlyayê dest pê kir, îro bi dawî dibe. Meşê bi temamî sê rojan dewam bike û piştî qonaxa îro wê bi dawî bibe.

Kurdistaniyên ji bajarên Fransayê Bordeaux, Montpellier, Toulouse, Draguignan û Lyonê tevlî meşê bûne.

Meşê pêr ji pêşiya Şaredariya Martiguesê dest pê kir. Di roja destpêkê de 150 meşvan heta bajarê Marignaneyê meşiyan û êvarê li Marignaneyê man.

Roja duyê yanî doh, meşê ji pêşiya Şaredariya Marignaneyê dest pê kir.

Meşvan êvarê gihiştin St. Antionê ya li ketina Marsîlyayê.

Meşvan îro saet 10:00ʼan dest bi meşê dikin, heta qada Vieux Port a Marsîlyayê dimeşin û bi mîtîngekê dawî li meşa xwe tînin.

Azadî ji Ocalan re

Meşa Dirêj a li Yewnanistanê ku li dijî komploya navneteweyî pêk tê jî îro bi dawî dibe. Meşa Dirêj li bajarê Lavrîoyê pêr dest pê kir û bi temamî 3 rojan dewam dike.

Meş bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) pêk tê. Meşvan doh di roja diduyê bi gotina dirûşmên “Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê” re meşiyan.

Şeva beriya wê meşvan êvarê li bajarokê Markopoloyê li saloneke sporê man û bêhna xwe vedan. Meşvan îro li Atînayê çalakiya xwe bi dawî dikin.

MARSÎLYA/ATÎNA

Yazarın diğer yazıları

    None Found