Kurd tecrîdê qebûl nakin

Em dikevin sala 22’an a komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan. Dixwestin bi vê komployê gelê Kurd qirr bikin û pêşî li demokratîkbûna Rojhilata Navîn bigirin. Gelê Kurd ev 21 sal e vê komployê qebûl nake, şermezar dike û bi hêrseke mezin li dijî komplogeran têdikoşe. Em jî vê komploya ku li dijî Rêber Apo hatiye kirin şermezar dikin. Wê têkoşîna li dijî komployê teqez Rêber Apo jî û gelê Kurd jî tevî Kurdistanê azad bike.

Li dijî vê komployê gelê Kurd berxwedaneke ku mînaka xwe tine ye pêş xist. Kurd xwedî li Rêbertiya xwe derketin. Li dora Rêbertiya xwe ji agir bendek çêkirin. Di mijara xwedîderketina berfireh de wezîra demê ya karê derve ya Amerîkayê ku serkêşê esasî yê komployê bû, bi xwe got; “Me ewqasî jî texmîn nedikir.” Bi rastî jî di asteke welê mezin de gelê Kurd li Rêber Apo xwedî derket ku, vê tekoşînê li hemberî gelên cîhanê em weke gel anore kirin û rûyê me spî kir. Xwedîderketinek wisa mezin di dîroka mirovahiyê de ji bo ti rêberekî siyasî nehatiye dîtin.

Rêber Apo di salvegera 74’an a destpêka êrişa li dijî tevgera bi pêşengiya Şêx Seîdê Kal de esîr hat girtin; roja ku Şêx Seîd û 49 hevrêyên wî hatibûn darvekirin jî der barê wî de biryara darvekirinê hat dayîn. Ji ber vê sedemê Rêber Apo roja 15’ê Sibatê weke ‘Roja Qirrkirina Kurdan’ bi nav kir. Komploya Navnetewî ya ku di 15’ê Sibata 1999’an de bi dîlgirtina Rêber Apo bi encam bû, armanca wê qirrkirin bû. Piştî ku Rêber Apo dîl hat girtin wan pîlan dikir ku PKK û Tevgera Azadiyê tine bikin; pê re jî qirrkirina Kurdan bibin serî. Di vê çarçovê de têkoşîna li dijî komployê û ji bo azadiya Rêber Apo di eslê xwe de têkoşîna li dijî qirrkirina Kurdan e. Ev jî  ji bo gelê Kurd têkoşîna ji bo jiyana azad û demokratîk bi xwe ye.

Li aliyê din, di nava 21 salan de ev komplo ji bilî ku Rêber Apo di şertên esaretê de tê ragirtin, hatiye pûçkirin. PKK û Tevgera Azadiyê ya gelê Kurd tasfiye nebû. Rêber Apo di vê demê de Rêbertiya xwe ya siyasî û bîrdozî bihêztir kir. Ne tenê gelê Kurd, gelên li Rojhilata Navîn û gelên cîhanê jî xwedî li xeta siyasî û bîrdozî ya Rêbertiyê derdikevin. Feraseta Neteweya demokratîk a Rêbertiyê bi awayekî berbiçav li Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê giştî bi gewde bûye. Wan dixwest ku bandora Rêbertî û PKK’ê tine bikin, lê îro ne tenê li Kurdistanê bandorê li tevahî Rojhilata Navîn dikin.

Bandora herî mezin a Rêbertiyê jî di milê têkoşîna azadiya jinê de pêk hat ku Rêbertî ji bo vê digot; “xebata min a nîvcomayî.” Di tehlîlên xwe yên li ser jinê de ku Rêbertî ev ev tehlîl di çarçova civaka dîrokî de kirin, bîrdoziyeke jinê afirand. Rêbertiyê Bîrdoziya Azadiya Jinê ku di sala 1998’an de dema hêj li devre bû pêş xist, di şert û mercên esaretê de hîn kûrtir kir. Li ser vî esasî Têkoşîna Azadiya Jinê ku li Kurdistanê civakî bû, îro bi awayekî hîn kûrtir bandorê li jinên dinyayê hemûyan dike. Bi vê bîrdoziya xwe, Rêber Apo got wê sedsala 21’an bibe sedsala azadiya jinan. Ji niha ve jî ev yek bi têkoşîna jinê pesend bûye. Li ti devera dinyayê kes nikare pêşiya jinan bigre û jin jî li her deverê li ser piyan in. Hêza bîrdozî ya Rêber Apo bi vî awayî di bandora Xeta Azadiya Jinê de careke din bi zelalî tê dîtin.

Bêguman weke encam û temamkera xwezayî ya Bîrdoziya Azadiya Jinê tehlîlên wî yên der barê civaka ekolojîk de jî bi bandor pêk hatine. Jixwe Rêber Apo ji bo paradîgmaya xwe a nû got; “Paradîgmaya Civaka Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê” esas digre. Bi vê paradîgmayê re hişmendiya ekolojîk jî pêl bi pêl mezin bû. Rêber Apo hişmendiya ekolojîk weke hişmendiya esasî îfade kir. Kesên ku xwe bigihînin vê hişmendiyê wê xwe bigihînin hişmendiya herî demokratîk û herî azadîxwaz jî. Li cihê ku ev hişmendî hebe ne îqtîdarperestî ne mêtingerî nikarin hebin. Ji lewre îro pergala îqtîdarperest û dewletdar rewabûna xwe ji dest daye û nikare xwe îqame bike. Emrê pergala dewletdar, îqtîdarperest û zilamserwer di sedsala 21’an de wê bi rêjeyeke mezin bihele û nemîne.

Rêber Apo li Îmraliyê di şertên esaretê de ev tespîtê kir; “Komployên dîrokî nikarin pêşketinan rawestînin, heta bi lez dikin.” Ev tespît di nava 21 salan de hat îspatkirin. Pirsgirêka Kurd îro bûye pirsgirêka esasî ya Rojhîlata Navîn ku divê were çareserkirin. Li aliyê din pergala dewletdar a zilamserwer ku hîmê wê li Rojhilata Navîn hatiye danîn dîsa li vê derê ji hev dikeve û hildiweşe. Gelên cîhanê jî êdî naxwazin di pergalek wisa de bijîn. Li her derê rabûna wan a li dijî modernîteya kapîtalîst jî vê nîşan dide. Êdî di destê gelan de li dijî dewletan vebijarka Konfederalîzma Demokratîk heye. Weke encam di nava 21 salan de li dijî komplo û tecrîdkirina Rêber Apo têkoşîneke mezin pêk hat. Di sala 22’an de wê gelê Kurd  û hêzên demokrasiyê têkoşîna xwe ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo û têkoşîna li dijî îqtîdara faşîsta a AKP-MHP’ê mezintir bikin. Li dijî komployê û komplogeran di sala 22’an a têkoşînê de bi hêviya ku Rêber Apo û gelê Kurd azad bibe, Tirkiye û Rojhilata Navîn demokratîk bibe…