Kurdî lazim e fermî bibe

Platforma Zimanê Kurdî ya ji pêkhateyên HDP, DBP, OSP, PSK, PDK-B, PDK-T, PAK, Partiya Mirov û Azadiyê û Înîsyatîfa Azadiyê di 10 û 11´ê Mijdarê komxebatek bi rê ve bir. Encamnameya komxebata zimanê Kurdî bi beşdariya nûnerên partîyên siyasî, rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen, zimanzan û delegasyoneke berfireh li Cemiyeta Rojnamegerên Guneydogu ji raya giştî re hat eşkerekirin.

Alîkarê Serokê Giştî yê PSK Bayram Bozyel, encamname xwend. Li gorî vê, beşdarên komxebatê li ser van xalên li jêr li hev kiriye: “Eşkere ye ku zimanê mirovan jî mafekî mirovî, civakî û xwezayî ye. Bi zimanê dayikê perwerde jî dîsa mafêkî mirovî, civakî û xwezayî ye. Mafên mirovan ji aliyê gelek sazîyên navneteweyî ve hatine pejirandin. Di nava Belgenameyên Koma Miletan de, Yekîtiya Ewrûpa de, di Deklerasyona Mafên Mirovan de, di tevgirêdanên olî de, di Qurana Pîroz de ev mafê ziman, zelal hatiye formulekirin.

Kurdî bila bibe zimanê perwerdeyê

Gava ku ziman ji destê mirovan çû, mirov asîmîle bûn, bi wextê re netewebûn jî ji holê radibe. Heger em nexwazin bibin kujerê miletekî qedîm li Rojhilata Navîn, divê em xwedî li zimanê Kurdî derkevin. Lê mixabin heta niha Kurd nebûne xwediyê mafên kolektif û zimanê Kurdî (Kurmancî, Zazakî) jî li dibistanan nebûye zimanê perwerdê. Em weke hemwelatî ji dewletê daxwaz dikin ku zimanê Kurdî (Kurmancî, Zazakî) ji dibistanên seratayî heta zanîngehan bibe zimanê perwerdê.

Eşkere ye ku zarokên Kurdan îro bi zimanekî biyanî perwerde dibin. Kurd dixwazin bi zimanê dayîka xwe perwerde bibin. Ev bi her awayî mafekî mirovî, civakî û xwezayî ye. Ji bona ku mafê zimanê Kurdî normalize bibe, tirs û asteng li ber zimanê Kurdî rabin, divê zimanê Kurdî li tenişta zimanê Tirkî û li bajarên Kurdan bibe zimanê fermî.”

MA/AMED