11.9 C
Berlin
Cuma, Haziran 5, 2020
Ana Sayfa Kurmancî Sayfa 2462

Kurmancî

Lehengiya dîrokî pêk tê

‘’Berxwedêrên Kobanê, li dijî dijminê hevpar ê nirxên mirovahiyê DAIŞ'ê, ne tenê ji bo xwe, di serî de gelên Rojhilata Navîn ji bo tevahiya nirxên azadî û demokrasiyê li ber xwe didin. Ev berxwedan, heta Kobanê bi temamî ji çeteyên faşîst bê paqijkirin û Rojava ya azad-Sûriyeye demokratîk biafire, wê dewam bike."

Xatirên derengmayî

Bîskek bi şûn ve, pêjnek bêyom hat li ser dilê wê rûnişt. Xew lê herimî. Cangoriyên xwe anî bîra xwe. Rojên şad û bextewar. Her du destên xwe li ser sînga xwe gihîştand hev. Dayika wê jê re gotibû “Dema xewa te nehat an xewa te ji ser çavên te çû tu her du destê xwe li ser sînga xwe bigihîjîne hev. Wê çaxê xewa te wê bi xwe bê” wê jî wisa kiribû.

Ciwanên Elman: Me Tirkiye nas kir

Berxwedana Kobanê ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê di roja 38'emîn de berdewam dike.

Hîn jî gundan vala dikin

Dewleta Tirk ku li Kurdistanê gelek warên gel dagir kiriye û xistiye bin destên xwe ji bo qadên nû ji şer re veke hewl dide ku wargehîn nû vala bike.

Li benda mizgîniya azadbûna Kobanê ne

Wekî her şerî di şerê Kobanê dejî êşa herî mezin jin dijîn. Jinên ku li ser sînor bi hêviya vegera Kobanê ve dijîn, hinek ji wan zarokên wan, hinek ji wan jî hevjînên wan li Kobanê di şer de ne.

Dildarên Kobanê

Dildarên ji çar parzemînan hatin Pirsûsê û Kobaniyî bi tenê nehiştin. Aktîvîstên alîkariyê yên ji Îngilîstan, Swêd, Koreya Başûr, Zelanda Nû, Zambîa, Afrîka û Amerîkayê hatin, banga alîkariyê li hemû mirov û welatan kirin.

Konferansa Aştî û Demokrasiyê ya HDK’ê bi dawî bû Aştiyek mayinde

Di encama 2'emîn Konferansa Aştî û Demokrasiyê ya HDK'e de hate diyarkirin ku ji bo aştî û demokratîk a mayinde jiyanek hevpar a pêşerojê mecbûrî ye.

Nabe leşkerî bê nîqaşkirin

“Civînên li gel ENKS´ê başin, hêviya serkeftinê heye. Hebûna YPG´ê nabe ku bê nîqaş kirin. DAIŞ pêşî êrişî Şengal û Mexmûrê kir û niha jî êrişî Kobanê kir. Kes nizane wê sibê êrişî kîjan cihê Kurdistanê bikin.”