16.2 C
Berlin
Perşembe, Temmuz 9, 2020
Ana Sayfa Kurmancî Sayfa 2502

Kurmancî

Li Cannesê çalakiya Kobanê

Kurdan li bajarê Cannes ê Fransayê ku navenda sînemayê ya Ewropayê ye, êrîşên çeteyên DAIŞ’ê protesto kirin. Kurd li ber Qesra Mihrîcana Filman a Cannesê li hev kom bûn û bang li welat û dewletên Ewropayê kirin ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê têbikoşin.

CDU/CSU: Dibe ku em destekê bidin PKK´ê

Nîqaşên li ser hevgirtina li dijî terora DAIŞ´ê li seranserê dinyayê bi awayekî eşkeretir tên îfadekirin. Kovara navdar a elman Der Spiegelê bi serokê koma di parlemana federal a Elmanyayê ya CDU/CSU´yê Voker Kauder re hevpeyvînek kir. CDU/CSU yekîtiya partiyên Xirîstiyan Demokrat pêk tîne. Ev hevpeyvîn doh li ser malpera xwe Spiegel Online´ê hat weşandin.

Pirsgirêka bijîşk û derman heye

Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê 3 nexweşxaneyên ku li Kobanê hebûn jî rastî êrîşa bombebaranê hatin. Niha her 3 nexweşxane jî nayên bikaranîn. Her roj bi dehan welatî û şervanên YPG/YPJ’ê birîndar dibin û nexweş dikevin. Lê tenê 4 bijîşk li Kobanê hene.

Başûrê Kurdistanê Rojava nas kir

Parlemana Herêma Başûrê Kurdistanê çend biryarên girîng li ser naskirina kantonên Rojavayê Kurdistanê dan. Doh (16.10.2014) parleman li ser mijara Rojava civiya û ji Hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir, ku bi kantonên Rojava re bide û bistîne ango wan nas bike.

Di ‘hizna payîzê´ de Rojava

´Dem e ku her rewşenbîr, nivîskar, sîyasetvan li hember vê komkujiya li Kurdistanê bibe xwedî helwêst. Ji bo Kobanê jî divê piştgirî were organîzekirin.´

Kulîlka azadiyê

Sadik Tamur ê bavê şervana YPJ'ê Hacer Tamur (Dîlala Gever) a ku li Kobanê jiyana xwe ji dest got: "Keça min li Kobanê vegeriya kulîlka azadiyê."

Çalakiyên YPG didomin

Navenda Çapameniyê ya YPG’ê ragihand ku ji doh ve li Kobanê 2 nuqteyên din ji çeteyan hatin paqijkirin, 23 çete hatin kuştin. Di şer de 7 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dan.

Li Silêmaniyê çalakiya piştgiriyê

Li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ ên li dijî Kobanê û piştgiriya ji berxwedana Kobanê re gelê Silêmaniyê doh jî xwepêşandanek li dar xist.