11.9 C
Berlin
Cuma, Haziran 5, 2020
Ana Sayfa Kurmancî Sayfa 2518

Kurmancî

Dengê Kurd û Ermeniyan!

Hunermend Aram Tîgran di muzîka Kurdî de ekolek mezin e û wekî Hunermendek mezin di dilê Kurdan de cihê xwe girtiye. Hunermendên hevalê Tîgran dibêjin, ‘’Li ser esasê rizgariya gelê Kurd û Ermenî hunera xwe pêşkêş kir.“

Rabîa ji DAIŞ’ê tê paqij kirin

Li Deriyê Sînor yê Rabîa ku êrîşa çeteyên DAIŞ’ê hate rawestandin niha operasyona paqijkirina ji çeteyan tê kirin. Li Şengal û Mexmûrê jî pevçûn didomin.

Şerê yekîtiya Kurdan e

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat: "Ev pêvajo ji bo Kurdan dîrokî ye. Ev şer wê Kurdan bigihîne hev. Di afirandina yekîtiya Kurdan de wê roleke mezin bilîze."

Şamarî li eniya pêş in

Li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê tevî yekîtiya Kurd mînakên yekîtiya gelên Kurdistanê jî tên nîşandan. Ciwanên Ereb ên ji eşîra Şamar di nav refên YPG û YPJ’ê de li Rojava û Başûr li eniya pêş şer dikin.

Li dijî DAIŞ’ê yekîtî

"Çeteyên DAIŞ'ê dixwazin Şengal û Telaferê bi dest bi xwe û di vê xetê de korîdorekê çbike û êrîşê li Rojava bike. Divê li hemberî vê yekê hêzên kurd ji Silimanî heya Til Koçerê bigirin vê xetê kontrol bikin. Divê kurd bi helwesta neteweyî tevbigerin."

Trajedî didome

Piştî ku DAIŞ’ê Şengal dagir kir, YPG’ê mudaxale kir. Pevçûnên li herêmê û trajediya mirovahiyê ya Çiyayê Şengalê di roja xwe ya 5’an de ye. Li Gundê Solak û Borik a Şengalê di pevçûna Yekitineyên Berxwedana Şengal û DAIŞ’ê de gelek çete hatin kuştin.

Bereya Kurdistanî ava kin

Gelê binarê Qendîlê ji bo şermezarkirina hovîtiya li beranberî Xelkê Êzîdî yên li Şengalê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Bi berhemên xwe dijî

Hunermendê nemir Aram Tîgran ê ku bi stranên xwe di dilê gelê Kurd de cih girtiye dê di 5'emîn salvegera wefate xwe de li Amedê tê bibîranîn.