16.2 C
Berlin
Cumartesi, Temmuz 4, 2020
Ana Sayfa Kurmancî Sayfa 2586

Kurmancî

‘Kurdên Sadiq’ û ‘Kurdên hov’

Kovara "Kurt Tarîhî" vê carê li ser meseleya lênêrîna Osmanî ya li "Kurdên Sadiq" û "Kurdên Wehşî" sekiniye. Di kovarê de gelek nivîsên din ên balkêş hene.

Li Kobanê şer didome

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand ku di di encama şerê li herêma Kobanê de 2 şervanên wan û 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dane. Hat hînbûn ku li herêmê şer didome.

Armanca jinên ciwan şoreş e

Endamên Meclisa Jinên Ciwan ya Amedê diyar kirin ku armanca wan azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û wiha gotin: "Wekî jinên ciwan armanca me ew e ku wekî Rojava, li Bakur jî şoreşekê pêk bînin. Em dixwazin di pêşengiya jinan û bi tevî jinên azad dibin ve pêk bînin."

Hevdîtin pêk anîn

Heyeta ji Rojavayê Kurdistanê ya ji bo hin danûstandinan hat Tirkiyeyê, li Stenbolê bi rojnamevan, nivîskar û nûnerên partiyên siyasî re hevdîtin kir. Di hevdîtinan de pêşniyar û banga Însiyatîfa Kurdî erênî hat pêşwazîkirin.

Çûn serdana Ahmet Turk

Heyetek ji Herêma Kurdistana Federal, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdîn Ahmet Turk li meqama wî ziyaret kir. Wezîrê Çandê yê Rêveberiya Herêma Kurdistana Federal Kawa Mahmûd di serdanê de diyar kir ku divê ji bo kongreya neteweyî ya Kurd amadekarî bên kirin.

Konseya Civaka Kurd

Di kongreya Federasyona Komeleyên Kurd a Almanyayê (YEK-KOM)’ê ya dawiya heftê pêk bê de modela rêxistinbûyîna nû; Konseya Civaka Kurd a Demokratîk tê îlan kirin.

Şîfayê belav dike

Li gorî tê gotin mezintirîn welatiyên herêma Cizîrê Ebdilrehman El-Salim e ku bi temenê xwe 125 salî ye. Li gundê Til El-Werid yê girêdayî bajarê Til Temir ji dayîk bûye. Jiyana El-Salim a koçberiyê di dawiyê de li bajarê Til Temir bi cih bû.

Di ‘Roja Mezelan’ de bîranîn

Bawermendên Êzîdî, li gorî baweriya xwe di meha Hezîranê de miriyên xwe li ser gora wan bibîr tînin. Bi vê munasebetê Kurdên Êzîdî yên li Moskowê li goristana Şêrbînka miriyên xwe bibîr anîn.