13.6 C
Berlin
Çarşamba, Temmuz 8, 2020
Ana Sayfa Kurmancî Sayfa 2847

Kurmancî

Gaziyên Kurdistanê civiyan

Civîna pêvajoya navber a Yekitiya Gaziyên Kurdistanê ku navenda wê li çiyayên Kurdistanê ye di navbera 22-24’ê Tîrmehê de pêk anî. Civîn li qadên gerîla bi tevlibûna 57 gaziyên ji beşên Kurdistanê, Ewropa û Rûsyayê pêk hat.

Ji bo nivîsandina nameya Kurdî

Jina bi navê Sultan Ancar a 53 salî ji bo ku di kursa zimanê Kurdî ya li Komeleya Jinan a Ceren hat vekirin hînî xwendin û nivîsandinê bû ji bo ji kurê xwe yê di girtîgehê de Kurdî nameyan binivîse hînî zimanê zikmakî dibe.

Ciwan perwerdeya Kurdî dixwazin

Li gorî encama anketa Komeleya Guherîn û Ciwanan a bi ciwanên Amedê re kir, ciwanên ji sedî 82 bi zimanê zikmakî diaxivin bi zimanê zikmakî nanivîsin. Ciwanên Amedê ji sedî 99’ê wan dixwazin perwerdeya zimanê zikmakî bibînin.

Hevdîtin wê bidomin

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim diyar kir ku wan hevdîtinên girîng bi rayedarên wezareta karên derve ya Tirkiyeyê re pêk anîn û bi wan re gelek mijarên girîng ên di rojevê de jî nîqaş kirine.

‘Yek mirov yek pirtûk’

Înîsiyatîfa Pirtûkên Kurdî ya Rojava ji bo alîkariyê bide înşaya pergala perwerdehiyê ya Rojava kampanyaya pirtûkên Kurdî da destpêkirin.

Gel di dora YPG dicive

Şervanên YPG’ê bi çalakî û xwerêxistinkirinê derbeyên mezin li komên çete dixe. Di êrîşên duh û pêrê de bi dehan êrîşkar hatin kuştin. Her wiha tevlêbûna nava YPG’ê jî didemo, ji malekê 15 kes, ji malekî jî bav û 4 kurên xwe tevli hêza parastinê bûn.

Tebaxa yekîtiyê

Ji bo plansaziya Kongreya Neteweyî ya Hewlêrê ku di meha Tebaxê de tê lidarxistin xebat berdewam dikin. Komîteya Amadekar ji bo meşandina kar û barê kongreyê civiya.

Keleha Hewlêrê

Keleha Hewlêrê di wî temenê xwe yê dirêj de gelek xweşî û nexweşî dîtine. Bedenên kelehê bi şopên van bûyeran tijene. Ew laşê ku bajarê Hewlêr jî pêk tîne, bêguman navenda dilê tevahî Hewlêriyan dagir dike.