Kuştinek li Kurdistanê

Nûçegihanê karên derve yê rojnameya navdar a Emerîkî The Huffington Postê, Akbar Shahid Ahmed bi ser nivîsa kuştinek li Kurdistanê behsa qetilkirina nûçegihanê RojNewsê Wedat Hiseyn Elî dike û dibêje, “Dema ku Kurdistana Oraqê ber bi otokrasizê ve diçe, lîderên DYE´yê kuştina rojnamevanan, û êş û elemên penaberan nabîne”.

Rojname piştî ku kite bi kite behsa roja qetilkirina Wedad Hisez Elî ango bûyerên 13´ê Tebaxa îsal dike, wiha dewam dike: “Wedad Hiseyn Elî 13´ê Tebaxê hat qetilkirin piştî ku rayedarên Başûrê Kurdistanê bêhtirî salekê tahn danê û ew taciz kirin”. 

Rojname bi bîr dixe ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, hikûmeta Başûrê Kurdistanê û nexasim jî Mesûd Barzanî wekî hevkarekî di şerê li dijî DAIŞ´ê de dibînin, lê belê pê re jî “ne rêveberiya Obama û ne jî rêveberiya siberojî ya serokê hilbijartî Trump, nîşanên hişyarkirinê – kuştina Wedad Elî jî di nav de – ên îşaret bi siberojeke tarî dikin, nabînin.”

Parlemana betalkirî û zextên li dijî Rojnamevanan

Rojname bi bîr dixe ku parlemana Kurdistanê betal bûye ji ber ku Barzanî qedexe kir û berdevkê wê bikeve paytextê, û îşaret bi pirsgirêkên din jî dike. Ango, “Û rojnamevan hîna jî tên kuştin. Kanûnê, nûçegihanekî din ê ku rexne li Barzanî digirtin, mirî hat dîtin.”

Ji ber vê rewşê jî li gorî The Huffington Postê ji havîna 2014´an ve PKK li Başûrê Kurdistanê bi lez destekê distîne ji xelkê welêt û vediguhere rikberekî xurt li dijî PDK´ya Barzanî. Rojname dibêje, “Gelek Kurd Ocalan û bavê Mesûd Barzanî Mele Mistefa wekî hev qehreman dibînin” û îşaret bi wê yekê dike ku Ocalan li Tirkiyeyê girtiye, Kurd jî li Tirkiyeyê her roj rastî zext û zilmê tên, li hemberî vê Barzanî sîstema xwe rûnandiye li Başûr. 

Li nav Kurdan PKK´yî xasên mêran in

Akbar Shahid Ahmed cihêtiya di navbera PKK û partiyên mayî li Başûr jî bi gotinên Michael Rubin wiha îfade dike: “Li welatên Rojava xelk meyildar e ku pêşmergeyan hemûyan wekî hev bibîne, li belê di nava Kurdan de yên ku xwe gihandin asta xasê mêran bûn şervanên PKK´ê”.

Rojname bi bîr dixe ku rayedarên Kurd êdî qebûl kirine ku şaşî kirine bi neparastina Şengalê, ku heke ne ji “şervanên PKK” bûya, ti kesê din wê civaka Êzîdî li dijî DAIŞ´ê li Şengalê neparasta. Akbar Shahid Ahmed dibêje, tevî ku rayedarên Kurd behsa şaşiya xwe jî dikin, “Lê belê bi dehhezaran penaberên Êzîdî û gelek Kurdên bi miameleya bi wan re tirsê girtî wan, hîna jî hêrs rabûyî ne. … Vê hêvî nemanê kir ku PKK bi sedan Êzîdiyî tevlî nav refên xwe bike, Human Right Watch (HRW) wisa bawer dike ku ji ber vê yekê jî PDK´ya Barzanî bi komî Êzîdiyan ceza dike. Ev zextên armanca wan li dijî PKK´ê li gorî Wille (nûnerê HRW) niha li wargehên penaberan jî belav dibin. Rayedarên Başûrê Kurdistanê Êzêdiyîn tevlî nav refên PKK´ê bûyî ji starên hewarê kirin der, û vegerandin wan deveran ku av jî li wan nîne”. 

Barzanî sûdê ji şerê li dijî PKK´ê digire

Rojname dibêje, wê rikberiya di navbera Barzanî û PKK´ê de zû bi zû bi dawî nebe, lewra gelek Kurdên ne-Êzîdî jî heyranê PKK´ê ne ji ber ku Kurdên Rojava serketî şer li dijî DAIŞ´ê dikin û wiha dewam dike: “Ev jî pirsgirêkek e ji bo herduyan, hem ji bo Barzanî û hem jî hevalê wî yê cîran serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan. Erdogan şerê xwe yê dijwar dewam dike li dijî xelkê ku ew bawer dike peywendiya wan bi PKK´ê re heye. Pisporê Tirkiyeyê, Nick Danforth ji The Huffington Postê re dibêje, di warê siyasî de zehmet e ji bo Barzanî ku eşkere alîkariyeke çalak bide şerê Erdogan ê li dijî PKK´ê, lê belê ew ê sûdê wergire ji hewldanên Erdogan ên li dijî dijminê wan ên hevpar.”

Dosya bi banga malbata rojnamevan Wedad Hiseyn Elî bi dawî dibe: “Em bang li we hemûyan dikin, dostên Kurdan, û we, çalakgerên mafê mirovan, azadiyê xwe îfadekirinê, nexasim li DYE û Ewrûpayê, da ku em doza Wedad bibin qonaxeke navneteweyî. Hiqûq li Kurdistanê ne di ser hertiştî re ye.” 

 NAVENDA NÛÇEYAN