“Kuyruklu Kürt” û “Berxwedan”

Bêjar (discourse), ne tenê derbiranek e. Jê wêdetir, “di çarçoveya armancê de, navgînek e.”* Ev navgînî, bi taybetî di biwara nimandinê de xwe dide der û di avakirina îqtîdareke kolonyal û di demajoya hilberîn û pêkanîna wê de dibe navgîna sereke. Îcar ji bo ku îqtîdara ketî behsê, karibe xwe û nimandina xwe temam bike, jê re dîkeyek (other) pêwîst e. Loma jî, bêjar, di vê qonaxê de, ne tenê derbiranek e ku bi rêya zimên tê bikaranîn. Ji ber ku di qonaxa destpêkî de, îqtîdara kolonyal bi xwe ne bawer e; “ji bo ku xwe heyî bike û xwe wekî pêkhateyeke temam û pêşverû nîşan bide, hewcetî bi afirandina dîkeyekê dibîne û xwe di ser wê dîkeyê re pênase dike.”** Û bêjar jî di vê qonaxê de bi rol û rengekî ‘neynika Lacanî’ radibe. Li gorî Lacan; “Kirde, di çaxa pitikiya xwe de, gava li neynikê dinêre, teyîsîna xwe ya di neynikê de wekî kirdeyeke biyan fam dike û xuyanga xwe ya di neynikê de wekî “dîkeyekê” saz dike.”***         

Îcar, li hêleke din, em dizanin ku hemû bêjar di ser ziman re tên afirandin. Û awayê bikaranîn û watedarkirina peyvan, jêfamkirinê jî bi xwe re tîne û kirdeya ku ji neynikê diteyîse, bi temamî dibe tişteya ku li ber neynikê disekine. Yanî, endamê îqtîdara kolonyal ku li ber neynikê disekine, kirde ye û teyîsîna, wî yê di neynikê de – dîkeya hatî afirandin – ew tişte ye ku wî dike kirde.

Digel vê yekê, her desthilata kolonyal, berî ku bêjara xwe bi lêv bike, rengê wê diyar bike; sedemekê, palderekê jê re diafirîne û bi giştî navê vê palderê jî ‘şarezabûn û pêşketîbûna’ wê ye. Wekî mînak; welatên ku li Efrîkayê îqtîdarên xwe ên kolonyal danîne, pêşî bêjara ‘reşik (negro/négre)’, afirandine, wateya paşdemayî û hov lê bar kirine û li beranberî wê jî bêjara ‘spî-white’, ya bi wateya şareza, danîne. Yanî, teyîsîna spî a di neynikê de, reş e. Yanî ‘reşik’ dîkeya spî ye.

Herçî alîyê me Kurdan e, kolonyalîstên me jî bêjarên ku rengê kirasê îqtîdara wan diyar dike, afirandine. Tirkan ji bo me Kurdan, bêjara ‘Kuyruklu Kürt’**** afirandiye ku li ser ramana kolonyal, heyîna ‘hov û ajalî’ dinimîne. Pê re jî, wek ‘teyisîna ji neynikê’, li beranberî wê, ‘Tirkê xurt û şareza-medenî’ afirandine û destihalta xwe ya heyî di ser vê re danîne. Yanî, ‘Kuyruklu Kürt’ dîke ye ku di neynikê de xuya dike û bi saya xuyanga wî ‘Tirkê xurt û medenî’ heyî dibe.

Digel vê jî, di ziman û wêjeya Efrîkayî de, şa’îr û ramanwer, Aimé Césaire, ji bo têkşikandina bandor û wateya bêjara ‘reşik (négre)’ ku ji bo kêmxistinê hatiye bikaranîn, wekî helwêsteke dijkolonyal, di helbesteke xwe de bêjara ‘Négritude’ afirandiye; û peyv û bêjara négritude bi wateya ‘bixweşanazbûn’ê bi kar aniye.*****

Herçî wêjeya Kurdî ye, çendî ku di helbestan de, hin gotinên dijkolonyal hebin jî, em nikarin bêjin peyv û bêjarek heye ku bi wate û naverokeke kartêker derketiye pêş, bandoreke xurt kiriye û têkşikandinek pêk aniye. Lê belê, di qada polîtîk de, ev yek pêk hatiye û piştî salên heştêyî bêjara ‘berxwedan’ hatiye afirandin. Vê bêjarê, bi demê re û li gorî bikaranîna war û qadên cihê cihê, wateyên dîtir jî li xwe bar kiriye. Yanî, bêjara ‘berxwedan’ êdî ne tenê ‘xwelêragirtin, tirûşkirin, li bersekinîne’ e. Lê çi ye?

Helbet heyîbûn e. Heyîbûnek e ku; gava naverok û pratîka wateyê pêk tîne, serê pêşîn heyîniya xwe bi xwe dide hisandin û peyitandin, pê re jî, bi vê heyîniya xwe dibe kirdeyek; kirdeyek wisan ku êdî ji neynikê nateyîse, bi saya neynikê û di nava neynikê de heyî nabe û ne dijxuyanga kirdeya li ber neynikê sekinandî ye. Yanî ew êdî ne dîke ye. Ew, heyîn bi xwe ye. Hem berpêbûnên ku bo wê/î tê kirin têk dişikîne hem jî di sekna xwe ya bo xwe de, tim û tim xwe veava dike. Her cara ku xwe veava dike, ‘kuyruk’ a ku pê ve hatiye danîn bêwate dike û ‘Kürt’ watedartir dike. Bi vê re jî, kirdeya kolonyal ku xwe li gorî teyîsîna xwe ya di neynikê de heyî û ava dikir, dikeve nav gerînek û pirsyarkirina hebûniya xwe ya ku bi awayekî sûnî û xilt hatiye avakirin.

Ev gerîneka ku kirdeya kolonyal dikeviyê, rewşeke boranî ye; her kêliya ku heyîbûn bi naverok û pratîka ‘berxwedan’ê xurttir dibe, neynik dişikê, kirdetiya kirdeya kolonyal pûç dibe; û dirize. Û di vê qonaxê de, bêjara kolonyal jî ji hev tîştîşî dibe û hew dikare ‘ego’ya heyîbûna kirdeya kolonyal têr bike. Û ev têrnebûn kirdeya kolonyal vediguherîne rewşa ‘hûtê xure’ ku ji birçîbûnê zêdetir li ser têrnebûnê ava ye; û êdî ‘hov’ ew e ku li ser dozîna birçîbûnê –an jî têrnebûnê- heye.

Loma jî, ‘berxwedan’, xurttirîn ‘dijbêjara neynikşikên’ a antîkolonyal e ku li hemberî bêjara kolonyal a ‘kuyruklu Kürt’ hatiye danîn û bi wateya Spivak diyar kirî de bûye deng û peyivîna cêwelekan (subaltern, madun); cêwelekên ku kan û hîma hebûniya wan hatiye neyînkirin û înkarkirin.

*Faucault, M. Söylemin Düzeni, Hil Yayın, 24

**Edward, S., Şarkıyatçılık, Metis yay, 64

*** (J. Lacan, Psikanalizin Dört Temel Kavramı, Metis Yay, 96)

****Kuyruklu Kürt: Kurdê bi dûv (qemçik).

*****Césaire Aimé, Sömürgecilik Üzerine Söylev, Doğu Kütüphanesi, 39-40

Têbinî: Peyva ‘cêwelek’, diyariya Osman Sebrî ye ji bo ferhenga min û ez ê ji niha û pê ve vê peyvê bi wateya ‘subaltern-madun’ de bi kar bînim.