Leyla rêya berxwedana kurdewar nîşan da

Êrişên li hemberî kurdan çiqas berfireh bin jî encam nagirin. Di vê merheleyê de hêzên serdest careke din hêviya xwe bi şerê navxweyî yên navbera Kurdan ve girêdane. Neyarên gelê Kurd careke din dixwazin doza Kurd bi destê Kurdên din bifetisînin.

Ji bo serdestan, Kurdê herî baş Kurdê mirî ye. Kurdê ku bi sala xizmeta wan dike jî ji xezeban xilas nabe. Herî dawî Wezîrê Karê Hundir di komisyona budçeyê de got, di nav sala dawî de 635 cerdevan ji wezîfeyê dûrxistine. Yanê dewlet ewil kare xwe yê qirêj bi hin derdorên Kurd dide kirin û paşê jî wan diqewîrine. Pêşiyên Kurdan bela sebeb negotiye, neyarên bav û kalan nabin dostên lawan.

Li gel van rastiyan dîsa serdest dek û dolaban digerînin û dixwazin ku birakujiya di navbera Kurdan de kûr bikin. Dixwazin li Başurê Kurdistanê gelê Kurd berdin hev. Ji ber ku birêz Ocalan bi vê rastiyê dizanibû û li hemberî vê yekê tedbîr wergirtin û di warê yekîtiya neteweyî de xwediyê vê feraseta dîrokî bû, bi yekitiya Kurd, bi kongreya neteweyî dixwest ku pêşiyê li vê yekê bigire. Her wiha di kesayetiya birêz Ocalan de yekitiya gele Kurd hatiye tecrîdkirin, xeta neteweperweriyê hatiye bêdengkirin. Dizanin ku cihê Ocalan lê be, li wir birakûjî pêk nayê. Rêbaza pergalê ye, kêvir girêdane, kûçikan berdide.

Wisa dixuye ku hin derdor jî parçeyek dibin tesîra vê lîstiko de ne. Herî dawî li Silêmaniyê ofisên Tevgera Azadî hatin girtin. Her wiha agahî tên ku Mehdî Eker û hin Kurdên AKP’yî beriya hilbijartinê bi hêzên Başurî re dîplomasiyê dimeşînin. Dizanin ku Kurdên Bakur bi ti awayî êdî rû nadin AKP’ê û lewma careke din hêviya xwe bi Başûriyan ve girêdane. Ji bo Kurdan dengdayîna AKP’ê, dengdayîna MHP’ê ye. Lewma dixwazin bi piştgiriya hêzên Başûrî vê yekê berovajî bikin, careke din xwe wekî “dostên hin Kurdan, hin parçeyên Kurd” bidin nîşan. Lê Kurd, êrişên Kerkûkê, êrişên Efrînê, êrişên her çar parçeyê Kurdistanê ji bîr nakin. Kurd, di dema referanduma Başûr de helwêsta AKP’ê, gefxwarinên Erdogan ji bîr nakin. Ji bîr nakin ku Erdogan digot, “Em ê derî li ser wan bigirin dê ji birçîna bimirin.” Piştgiriya AKP’ê ji îro şûn ve bêrûmetiyeke mezin e. Em hêvî dikin ku dê ti kesekî kurdewar xwe evqas erzan neke.

Ji aliyekî ve ev helwêst heye ji aliyê din ve jî pêla berxwedanan mezin dibe. Şêrejinek Kurd, pêşenga gel Leyla Guven ji bo rûmeta gelê xwe, bedena xwe li birçîbûnê razand. Roj bi roj saet bi saet xwe di rêya têkoşîna gele xwe de dihelîne. Rêya ku Leyla Guven daye nîşan rêya rûmetê ye, rêya mirovahiyê ye. Ev xet, ev sekn rêya rast dide nîşanê gelê Kurd.

Di encama têkoşîna 50-100 salên dawî de, di encama berdêlên giran de gelê Kurd êdî xwedî feraseta ku rastî û şaşiya ji hev derxe ye. Nîşaneya vê yekê jî di hilbijartinan de derdikeve holê. Hilbijartina 31’ê Adarê ji bo gelê Kurd firsendeke mezin e. Gelê Kurd dê di vê hilbijartinê hesaba hemû tiştê ji hikûmeta AKP’ê bi pirse. Serkeftina gelê Kurd dê pêşî li êrişan bigire. Dê hêviya wan ya, “em dikarin bi êrişan encamê bigrin, bi sekevin” bişkîne. Dê rihê berxwedana Amedê, têkoşîna Leyla Guven di laşê her Kurdekî de zindî bibe. Gelê Kurd heya niha destûr neda ku tu berdêl vala biçe dê ji îro şûnde ve jî destûr nede vê yekê. Ne xwe careke din di van rêbazan de biserkevin dê êrişên xwe komkujiya xwe bidomînin. Serketina gele Kurd dê êrişên wan jî bişkîne.