Li benda dîktatorî

Piştî ku hatina dîktatorê esil Gurc zelal bû li Berlîn û Elmanyayê jî rojev vegeriya ser hatin û pêşwazîkirina wî. Ji mêj ve amadekariyên berfireh destpê kirine. Ev amadekarî him ji aliyê dewleta Elman ve û him jî ji aliyê derdorên şoreşger ve jî bi şev û roj dihêne kirin. Niha Berlîn li benda dîktatorî ye, aliyekî wê rûyê xwe reş bike, wek di dîrokê de jî gelek caran kirine, wê mehfûra sor raxine ber lingê wî. Wê destê wî yê bixwîn, kirêt û qirêj bigirin û bihejînin. Wê merasîmên leşkerî jê re lidarbixin û payeyên bilind pê bidin.

Lê li aliyê din jî li gorî derfetên di dest de heyî wê di serî de Kurd, Tirkên demokrat û kesên mirovhez û dijberên terora dewletê wê li dijî hatina wî derkevin. Ji bo xatirê dayîk û zarokên Kurdan yên li Cizîr, Nisêbîn, Amed û Efrînê hatîn qetilkirin, ji bo Mehmet Tuncên di jêrzemînan de hatîn sotin, ji bo dayikên cesedên wan li kolanan hatîn rizandin, ji bo xwezaya şewitandî û wêrankirî, ji bo gund û bajarên hilweşandî û kavilkirî bi kurtahî ji bo terora îslamî Tirk a navê AKP û Erdogan lê hatî kirin wê paytext Berlînê vegerînin qada şoreşê.

Berlîn berê jî mazûvanî ji dîktator û mirovên qenc û şoreşger re kiriye. Berlîn berê jî destê dîktaorên wek Kenan Evren, Franco û tevahiya serok û serkêşên dewleta dagirker a Tirk kiriye. Ji bo Berlînê ti car komkujiya Ermenan, jinavbirina gelên Asurî, Siryanî, bawermendên Êzdahî, Elewî û Mesihî her wisa jiholêrakirina bi dehan çand û etnîkên li Anatolya û Mezopotamyayê nebûne pirsgirêk. Ji bo Berlînê û heta mirov dikare ji bo giştiya Ewrûpayê jî vêna bibêje ku ti car mirov, maf, mafê jiyanê, mafê gelan, mafên jin û zarokan û wekî din li pêş danûstandina bi dîktatoran re nebûne asteng.

Ji bo Ewrûpiyên me yên pêşketî, ji bo şaristaniya Rojava, ji bo ew çanda gewr û qirase ya ronesans û ronahiyê jî Kurd û Kurdistan ti car neketîn navenda babetê. Her gav dewleta Tirk mafdar bûye. Her gav Kurdan li dijî pergaleke rewa û naskirî! serî rakirine. Her dem Kurd di navenda çavkaniya pirsgirêkan de ne, Kurd serê dewletê dêşînin, Kurd xisarê didin pergalê û ew jî neçar dimîne ku xwe biparêze.

Lê di rastiyê de helbet û sed hezar car jî helbet mesele ne wisa ye. Dewleta Elman ev dused sal in ku mil bi milê Tirkan ve li ser Anatolya, Mezopotamya û Rojhelata Navîn siyaseteke kirêt dikin. Ya artêşa Osmanî reorganîze kir û bera serê gelan da jî Elmanya bû. Dema artêşa Osmanî Ermanan ji kokê ve qir dikir, ji axa hezaran salan der dikir, seranserê Anatolya, Mezopotamya û Rojhelata Navîn bi xwîna Ermen û gelên din ve av dida, generalên Elman jî arêşê bi rê ve dibirin. Bi gotineke din ew jî di nav de bûn. Ji bo wan avakirina dewleteke nû ya Tirkî girîng bû, ji bo wê jî her rê û rêbaz mûbah bûn.

Lê Berlîn û Elmanya ne tenê desthelatên rastgir û rêveberên rasyonel pê ve ne. Ji bo rêveberên Elman heta niha jî ya herî girîng bidestxistina berjewendiyan, berfirehkirina sermiyan û hêzê ye. Elmanya li ser mafên mirovan nafikire nemaze li ser firotina Mercedest, BMW, M g3, Leopard û panzeran hizir dike. Ji bo wê destkeft û qezanc girîng e, ne xem e ku zarokên berşîr yên Kurd li milên dayîkên xwe ji nêçîrvanên mirovan re bûyîne armanc.

Niha dora aliyê din ê Elmanyayê ye. Elmanya divêt bide nîşan ku çanda dijber, çanda demokrat, şoreşger û mirovhez ya vî welatî jî ji holê ranebûye. Her çiqas di van salên dawî de sistbûn û giraniyek bi ser de hatibe jî, bizrên Rosa Lûxemburg, Karl Lîebnecht, Bertolt Brecht û bi sedan feylesofan lê çandî hîna jî hêşîn in.

Ew çanda ku li dijî faşîzma Hîtlerî şer kirî û li ber xwe dayî îro jî wê li dijî dîktatorên îslamo faşîst têbikoşe. Ew şoreşgerên ku hevrêyên Andrea Wolf û Îvana Hoffman in wê li dijî dîktatorî jî biherikine qadên Berlînê û yên Kolnê.

Divêt ew roj kes di mal, war û karxaneyên xwe de nemîne. Divêt ew roj di dil, mêjî û bîra me hemûyan de dayîkên cesedên wan li kolanan hatîn rizandin, zarokên bê dayîk û bav hatîn hiştin, Efrîna wêrankirî ku bû goristana gelê me û bi hezaran bûyerên ku qelem têrê nake hebin.

Em li ber we çok danaynin, serî natewînin…

Cîhan gelek kesayetên wek te dîtin, lê di dawiyê de wê têkoşîna rewa ya gelan bi ser keve…

Berlîn wê rûpeleke nû ya liberxwedana mirovên qenc binivîsîne. Hûn jî ji wê rûmetê bêpar nemînin!…