Li Berlinê kolana Rudî Dutschke

Yeko ARDIL

Li bajarekî kolan û kuçeyan piştguh mekin! Gelek caran ew kolan, kuçe yan jî qadên ku her roj hûn tê re derbas dibin, diçin karên xwe yan jî ji kar vedigerin malên xwe ango hûn li wir gelek caran çalakiyên wek meş û xwenîşandanan lidardixin, ji bilî hebûna xwe ya erdnîgarî jî nûnertiya nasnameyên cihêreng jî dikin.

Di jiyanê de serboriyên wiha yên gelek mirovan hene. Di bîranînên pirr kesan de dihête gotin, ew her roj di ber xaniyekî dîrokî re derbas bûne, lê mixabin wan nezaniye ku ew der kevne wargeheke dîrokî ya kesekî ye ku mohra xwe li dîroka mirovahiyê daye. Gava pê hesiyane jî xemgîn bûne. Wisa jî ew serborî dibin sedem ku mirov ji nû ve li şûnwarê xwe bi hişyarî binêre, bi çavên tije meraq û lêkolînerî temaşe bike.

Berlîn jî yek ji wan bajarên dîrokî ye ku divêt mirov li her bostên kuçe, kolan û meydanên wî bi hişyarî binêre. Ew kolanên fireh, mezin û dirêj ên bajarî ne tenê ji bo çûn û hatinê ne, ne tenê xizmeta gihandina mirov û wesayitan dikin. Gelek ji wan şahidiya bûyerên tije sosretî, tije xemgînî, tije xwîn û tije liberxwedanê jî dikin.

Gelek mirov hîna jî rojane di ser lewheyên madenî yên hema hema li tevahiya kuçe û kolanên Berlînê kutayî re derbas dibin, pê li wan dikin, lê mixabin kêm kes bi maneya wan lewheyan, nav û nasnameyên li ser wan dizanin. Di rastiyê de ew lewhe ji bo bibîranîna kesên di serdema desthilatiya Nazîyan de ji aliyê polîs û eskerên Adolf Hitler ve hatîn qetilkirin, hatîne bicîhkirin. Ew berhemên wisa ne ku ti carî û bi ti awayî ji cih ranabin û nayêne rakirin.

Her wisa heger mirov behsa Berlînê bike û bi çend hevokan behsa nasnameya Berlînê bike, bêguman mirov wê behsa kolan, kuçe û meydanên wê yên dîrokî jî bike. Ew kolan û kuçe ne tenê şahidiya dîrokekê dikin ku bûye sedemê guhertina herikîna îstîqameta dîrokê, ew kolan bi navên feylesof, nivîskar, hunermend, zanist, endezyar û şoreşgeran in. Kêm navên esker û generalan li wan kolanan hatine kirin. Çend navên wek Helmut von Moltke hene ku von Moltke bi xwe jî ji generalî ya xwe bêhtir bi nameyên xwe yên ji Anatolya û Mezopotamya nivîsandî, navdar e. Wekî din pirranî navên kesên ku bi hiş, zanîn û hunerê xwe ve rê nîşanê mirovahiyê dayîne, nav li wan hatine kirin.

Kolana Rudi Dutschke jî di rasthatineke wisa de pêrgî me hat. Helbet nêzîkbûna navê Rudi ya li Kurdî jî sedemeke balkişandinê bû. Ew kolan li navenda navçeya navdar Kreuzbergê li nêzî rawestgeh û kolana Koch strasse ye. Di encama lêkolîneke kurt de em rastî çîroka jiyanake balkêş û trajîk dihên.

Alfred Willi Rudolf Dutschke wek Rudi hatiye naskirin. Di adara 1940´î de li Shconefeldê hatiye dinê. Sala 1979´an li Danîmarkayê koça dawiyê kiriye. Ew yek ji civaknasên Marksîst ê tevgera xwendekarên salên 60´î bû. Nîsana 1968´an kesekî rastgir ango Nazîstê Nû wî dike armanca êrişeke çekdarî û ji serê xwe bi giranî birîndar dibe. Sala 1979´an jî ji ber wê sedemê dimire.

Bi berdewamî; Rudi; ji bo nifşê 68´an û ji bo tevgera xwendekarên çepgir ên Elman navekî efsanewî ye. Di wê demê de bi zanîna xwe ya berfireh û bi rêbertiya xwe ya jidil wek pêşengê tevgera xwendekaran hatibû qebûlkirin. Piştî wê êrişê Rudi yê xwendekaran ên şoreşger yan jî bi navê din Rudi yê Sor tim ji ser hişê xwe diçû. Carekê jî li serşokê ew jihişçûyîn lê qewimî û di nav avê de fetisî.

Rudi yê ku wek Che yê Elman jî dihête pênasekirin, wê demê bi tundî li dijî şerê Vîetnamê û pergala emperyalîst a cîhanê derdikeve, ji ber ku ciwaniya wî li rojavayê Elmanyayê derbas bûye, li hemberî sosyalîzma partiyê ango serdestiya partiyê jî bi hişyarî tevdigere. Di serê wî de birîna sê guleyên faşîst diçe Îngilistanê. Li wir dixwaze tevgereke nû bide destpêkirin, lê dihête dersînorkirin. Demekê li Danîmarkayê dimîne.

Heta roja mirina wî ya ku ew jî di nav mija gumanan de ye, li bawerî û têkoşîna xwe dewam dike. Lêkolînerên jiyana wî nivîsandî, ew wek kesekî bi aliyê fîlozofî ve xurt, lê di heman demê de jî alîgirê tundiyeke bisînor didin nasîn. Kolana Rudi careke din jî îspat dike ku di zanînê de ti carê ti ast têrî nake. Navê Rudi jî li paytext Berlînê şevên tarî ronî dike. Dema em Rudi û Rudiyan bi bîr tînin, divêt em li rê, dirb, kolan û meydanên em tê re derbas dibin, miqate bin. Kesên ku bi navên xwe wan rêyên tarî ronî kirine, ji bîr nekin.