Li Cizîrê faşîzm mahkûm bû

Dîrok, ne tenê ji bo serdestan e. Dîrok êdî arêna lîder û gelên ligel hev di cengê de cih digirin û destîniya xwe bixwe dinivîsin e. Kurdan neynika dîroka fermî ya waqanivîsan şikand û faşîzmê mahkum dikin.  Diktatoriya li qesran û çarmixa ji bo gelan amade dikin têk dibin. Qesrên ku çarmix û bizmarên çar parsû, wek; “Planê Şarq Islahatê”, bi rewîze kirinek 300 xalên dibin 10 sernavan de amade dikin, li hemberî berxwedana gelan, rezîl û rûswa dibin. Li Kobanê faşîzma çeteyên DAIŞ û Erdogan, li Cizîr û Surê  faşîzma Erdogan û generalên Artêşa Tirk  rezîl û rûswa bûne. 

Serokwezîrê Tirk, ew “doktrîna lanetkirî” li Mêrdînê, bajarê Manî eşkere kir. Krîpto Kurd, jurnal û çepelên Kurdan, ji “îdeolê şikeftê prof. Dîk” re li çepikan dan. Bi gotina Ocalan, “Kurdên ne Kurd”, bi psîkolojiya kerî-pez haraket dikin, li ser delavê qesrê, helbesta faşîzma sedsalê  dixwînin. 

Êdî, “serketî” ne mafdar in, faşîstên sedsalê çiqasî xwe “serketî” nîşan bidin jî, wek li Koban û Şingalê têk çûn, li Cizîr û Surê jî têk diçin. Li Şirnexê dora qereqolên xwe bi singên bistî, bi qazoxên roma û çadirên şimedanî dorpêç dikin. Tirsê, ew di zindana faşîzmê de mahkum kirin.

Erê, vê carê Kurdan gotina navdar ya J. P. Sartre, ku di pirtûka “Zindanên Altona”, bi devê efserekî dibêje, “serketî her dem mafdar in” têk birin. Êdî “serketî” ne mafdar in. Li Cizîrê slogana ku faşîzma Erdogan û îdeolê şikeftê Prof-Dîk, di kefenê reş de li çarmixê dan, gotinên Serokê Meclîa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç in. 

Mehmet Tunç, li hemberî faşîzma dewleta Tirk got: “Me çog bernedan erdê, em bernadin”. Ev slogan destnîşankirina destîniya paşerojan e. Slogan cengawerên, di arêna  cengê de pişta faşîzmê dişikînin e.  

Faşîzma Erdogan, Prof-Dîk û generalên artêşa Tirk, di 17 salvgera  komploya navneteweyî de, li Cizîrê agirê faşîzmê pêxistin û li darî çavên cîhanê 66 Kurd şewitandin. Faşîzm her dem bûye ejderhayê ku çavkaniyên jiyanê hişk dikin e û rê li ber hişmendiya pêşketî û demokrasiyê digire. 

Faşîst kor in. Bi gotina Ocalan, “gotinên wan bi mijûmoranê pêçayî” ne. Yanî bi gotina Bacon,  “îdola şikeftê” ne. 

Lê gelê Kurd, di 17. salvegera Komploya Navneteweyî de du tişt  biserxistin: 

Yek; Bi şûrê xwe “girêka kor ya faşîzmê” parçe kir. Du, bi felsefeya Rêberê xwe, hişmendiya pêşketî, ramanê azad zemt kir, wek ”îmanekê” gihande qonaxa  slogana “me çog bernedan erdê, em bernadin”. Gelê Kurd felseya Ocalan, wek formula diyalektîka ku herka dîrokê diguhere kire pratîkê. Ev guhertina destiniya paşerojan e. Ev slogan ,li Koban û Şingalê serket, faşîzma çeteyên DAIŞê bi kefenê reş gomkirinr; îro jî li Cizîr û Surê  faşîzma Erdogan û îdeolê şikeftê prof.Dîk li çarmixê dide. 

Erdogan û îdeolê şikeftê Prof-Dîk, dixwazin faşîzma sedsalê  bi “ilahiyetê” qewin bikin, ola Îslamê jî kirin hevparê hovîtiya xwe. Lê ne Erdogan ji “xanedaniyek ecdadan” tê û dikaribe, wek Kanunê Suleyman, bi degeliyek hemdemî navê Kurdistanê bi kar bîne, ne jî îdeolê şikeftê.

Du; Bi gotina Stefan Xweig “Xwedî can-ruhekî kewaşe, karaktêrekî wasat in û tenê fîgûran” in. Ewê di qerebalixa dîrokê de winda bibin. Belkî bi çarmixa reş, têkildariya  xwedayê kefênê reş DAIŞê û pereyên di qotiyên pêlavan de werin yadkirin. Waqanivîsên “ecdadan” jî, bi formulasyona Birêz Ocalan hatin parçe kirin. Êdî neynika dîroka fermî şikestiye. Şansê mirovên wasat, bi kiryarên wî re têne kefen kirin. Faşîstên sedsalê, Erodgan û îeolê şikeftê Prof-Dîk, ji destîniya Saddam, ji Hitler û Musolînî  rizgar nabin. Neynika efsûnî desturê nadê wan.

Kurd, di pêvejoya mahkumkirina faşîzma sedsalê de, êdî sir û razên di fulyona pişta neynikê de dixwînin. Gelê Kurd, êdî desturê nade ku dagirker dîroka wan binîvsin,  ew bi xwe, di arena cengê de, dîroka xwe dinivîse. 

Kurd, ne qirkirina li gundê Serzorê, ne qirkirina li avaniya wahşetê, ne qirkirina li Imralî jibîr dike.

Waqanivîsên gelê Kurd, gotina dayika Memo Xanim e. Ji Pirsûsê beziya Cizîrê, dema rastî cenazeyê kurê xwe hat,got: “Dayik bi gorî, Memmooo… Memo… Teva Memmoo ne. 

Min, di destpêka dorpêçana “avaniya wahşetê” got; Berxwedan li avaniya wahşetê û gotina “me çog bernedan erdê, em bernadin” li Cizîrê, wê bibe dibistana gundê Serzorê li Kobanê. Ev tuwêla nexşeya dawiya trajîk ya faşîstên sedsalê. Ew çiqasî ajanên Kurd zêde bikin, wek  Kralîçeya Fransa, Maria Antoînetta, dema çû giyotînê got: “Dema mirov rastî felaketan tê, ji xwe agahdar dibe ku ew çiye”, wê di roja ku çarmixa xwe li ser milên xwe kirin, hingî wê bi xwe û destîniya xwe ya trajîk agahdar bibin.