Li çolikê bîberona 4 hezar û 500 salî

Li navçeya Çewlîkê Solxanê, li Girê Norîk di encama kolanên arkeolojîk de bîberonêîn 4 hezar û 500 salî hatin dîtin.

Ev bîberonên ji axa pijandî, ji serdema Tûnc a Pêşî mane. Ev bîberonên hanê dişibin sewîlkên piçûk. Sê obje hene ku devê wan weke memikan hatine çêkirin û 50 ta 150 gram şîr diçe wan. Sedema çêkirina wan ew bûye ku şîr û xwarinên ron pê bidin pitikan.

NAVENDA NÛÇEYAN