Li dijî dagirkeriyê Îmze

Komek rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê ku di nava wan de Ebdullah Mela Nûrî, Şêrko Heme Emîn, Hewjîn Mela Emîn, Umît Qeredaxî, Şoreş Xidir jî hene bi armanca şermezarkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, di 20’ê Hezîranê de, bi rêya înternet û telefonê kampanyayek dabûn destpêkirin. Kampanya doh bi dawî bû, bi giştî 891 îmze hatin komkirin. Endamên kampanyaya dijî dagirkeriyê bi daxwaznameyekê hemû îmze radestî ofîsa Parlamena Iraqê ya li Silêmaniyê kir. Herwiha 52 parlamenterên ji partiyên cuda yên di nava Parlamena Iraqê de piştgiriya kampanyaya li dijî dagirkeriyê kirin.

Zirarê didin jîngeh û xwezayê

Di daxuyaniyê de îşaret bi van xisûsan hat kirin; “Her kes dizane dewleta Tirk gelek caran bi hinceta PKK´ê, êrişî xaka Herêma Kurdistan û Iraqê kiriye. Ev ne cara yekê ye ku bi wê hincetê êriş dike. Lê êrişa vê carê niyeteke xirab û bi tehlûke nîşan dide. Ev êriş ziyanê digihîne çavkaniya jiyan û karê bi hezaran welatiyên li wan herêman. Li jîngeh û xwezaya wan herêman ziyaneke mezin bûye. Ya cihê nerazîbûnê jî mezinbûna êrişê ye. Çekên giran tînin û baregehên leşkerî ava dikin. Tevî ku biryara parlamena Herêma Kurdistanê û Iraqê ya ji bo derxistina leşkerên Tirk heye û 500 hezar îmzeyên xelkê di dema xwede radestî parlamenê hatine kirin jî bêdengiyek heye. Ev jî alîkariya êrişa dagirkeran dike.”

 ROJNEWS/SILÊMANÎ