Li dijî dagirkeriyê xwe şewitand

Li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Cenevreyê yê Swîsreyê, Kurdekî ji Rojavayê Kurdistanê ji bo protestokirina êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe şewitand.

Li gorî agahiyan Elî Wazîr ê 31 salî ê ji Hesekê saet 07.40’î li meydana Neteweyên Yekbûyî benzîn bi ser xwe de kiriye û xwe şewitandiye.

Berdevkê polîsên Cenevreyê diyar kir ku vî ciwanî li pey xwe ti name nehiştiye.

Xizmên wî ji ANF’ê re axivîn û diyar kirin ku Elî Wazîr sibehê saet 05.00’an ji mala birayê xwe derketiye û ev çalakî li dar xistiye.

Birayê wî diyar kir ku ji ber dagirkeriya li dijî Rojava gelek hevalên Elî Wezîr şehîd bûne û ji ber vê rewşê Elî Wazîr gelekî hêrs bûye. Birayê wî bal bire ser wê yekê ku şeva beriya çalakiyê Elî Wazîr gotiye ku ‘Çima Neteweyên Yekbûyî bêdeng dimîne?’

Piştî ku Elî Wazîr xwe şewitand bi helîkopterê ew birine nexweşxaneyê. Bijîşk diyar dikin ku rewşa wî giran e û 80 ji sedê bedena wî şewîtiye.

CENEVRE