Li Efrîn û Ezazê 2 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand, ku li Efrîn û Ezazê di encama çalakiyên wan de 2 çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatine kuştin.

Daxuyaniya HREʼê wiha ye:

“20’ê Adarê; hêzên me li navenda bajarê Efrînê çalakiyeke sabotajê li dijî çeteyên artêşa dagirker kir û tê de çeteyek hat kuştin û 2 çete jî birîndar bûn.

Hêzên me li bajarê Efrînê li ser rêya navçeya Raco çalakiyeke sabotajê li dijî çeteyên artêşa dagirker kir. Di çalakiyê de wesayîtekê derb xwar û çeteyek birîndar bû.

21’ê Adarê; hêzên me li gundê Kefer Xaşir ê bi ser bajarê Ezazê ve çalakiyeke sekvanî li dijî çeteyên artêşa dagirker li dar xist. Di encamê de çeteyek hat kuştin.

23’yê Adarê; hêzên me li Qada Azadî ya navenda bajarê Efrînê çalakiyeke sabotajê li dijî çeteyên artêşa dagirker li dar xist. Lê belê encama çalakiyê nehat zelalkirin.

Her wiha artêşa dagirker û çeteyên wê di van demên dawîn de gund û navçeyên girêdayî herêma Efrîn û Şehbayê bê navber topbaran dikin û tevgera balafirên bêmirov li ser herêmê didome.”

ç