Li Galiyayê şeva piştgiriya bi Rojava re

Parlamenterên Îngiliz û Galî beşdarî şeva piştgiriya bi Rojava re bûn ya li Galiyayê û gotin, “Kurd bi tenê nînin.”

Meclîsa Gelê Kurd a Galê li bajarê Newportê ji bo piştgiriya bi Rojava re şevek pêk anî. Tevî bi sedan kesên ji bajarên cuda yên Galiyayê parlamenterên Partiya Karker û Partiya Plaîd Cymrû, nûnerên rêxistinên civakî yên demokratîk û endamên meclîsa şaredariyê tevlî bûn.

Parlamentera Newportê ya Partiya Karker Jessîca Morden li qada çalakiyê axivî û got, “Piştgiriya me ya ji bo Kurdan li Galiyayê di heman demê de tê wateya piştgiriya me ya ji bo wan li Rojava û Rojhilata Navîn.”

Parlamenterê Partiya Plaîd Cymrû yê Parlamenta Neteweyî ya Galîayê Bethan Sayed jî di axaftina xwe de bi bîr xist ku di dema grevên birçîbûnê yên dijî tecrîdkirina Ocalan de pêşnûme pirsa Plaîd Cymrû li Meclîsa Neteweyî ya Galîayê hate qebûlkirin û Parlamenta Galîayê bû yekemîn parlament ku bi rengekî fermî piştgiriya xwe ji bo têkoşîna gelê Kurd ragihand.

Parlamenterê Partiya Karker John Grîffîths jî têkoşîna gelê Kurd a ji bo azadî û demokrasiyê weke têkoşîneke mafdar, rewa û hêja destnîşan kir û got, wê her tim piştgiriya gelê Kurd bikin.

Di çalakiyê de hunermend Sîpan Xelat û Kadîr derketin ser dikê. Her wiha alîkariya maddî ya ku di çalakiyê de hate kirin wê ji Rojava re bê şandin.

ANF/NEW PORT