Li Kerboranê perestgeha 11 hezar salî

Li navçeya Mêrdînê Kerboranê ji serdema Neolîtîkê perestgehek hat dîtin ku 4 stelên (stûnên ji kevir) hene. Li gorî texmînan ev perestgeh 11 hezar û 300 salî ye. Ev cihê kolanê nêzî gundê Germavê ye ku ji ber Bendava Ilisuyê wê di bin avê de bimîne. Karê kolana arkeolojîk li vê deverê bi destê Midûriyeta Muzeyan a Mêrdînê ve bi rê ve tê birin. Ev îbadetxane têra xwe dişibe ya li Xirabreşkê jî. Mirov bivênevê ji xwe dipirse, gelo dewleta Tirk bi Bendava Ilisuyê dixwaze dîroka mirovahiyê ya li Kurdistanê jî tine bike!

MÊRDÎN