Li pey mamoste Riza Baran

Divêt em ji bîr nekin ku mirov du alî ne, çawa ku tevahiya gerdûnê du alî an jî gelek heyber û candar pir alî ne. Mirov jî weke parçeyek ji bedena vê gerdûnê du alî ne. Aliyê çê û neçê hene. Ti kesê ku bê kêmasî, bê poşmanî û bê xwezî ji vê cîhanê bar kiribe nîne.   

Di van du mehên dawî de li Berlînê û bi giştî ji nava Kurdan gelek kesayetan koça dawî kir. Ya rastî hind ji wan ji xwe bi qasî serê derziyê jî nebûn mijar û babeta civat û civînên gel. Lewra li pey xwe şopên rewnaq û ronîdar nehiştibûn.

Ji bo mamoste Riza bi gelemperî xemgîniyeke xurt pêk hat. Ev mirovê ku bi qasî heştê salan jiyabû, çima hinde bû sedema dilêşiya gelekan. Ev mirovên berketî ne tenê Kurd jî bûn, di nav wan de Tirk û Elman jî gelek bûn.

Her wisa nûçeya yekemîn a mirina Mamoste Baran jî ji me re bû qismet. Roja din hevalê min ê rojnameger Alî Gûler serpêhatiyek anî bîra min. Helbet ew ji bîra min jî neçûbû, lê di ser de deh sal derbas bibûn û êdî em bi kesekî mirî re rûbirû bûn. Ez dixwazim vê serpêhatiyê bêyî ku bêhurmetiyek ji rûmeta Riza Baran re bikim, bi we re jî parve bikim.

Di sala 2008an de bi serkêşiya Cem Ozdemîr li dijî mizgefta Kurdan a li Kreuzbergê êrişeke polîtîk hatibû destpêkirin. Bi kampanyaya îmzeyan, zext, dadgeh û mehkeme dixwestin mizgeft ji navenda Kreuzbergê derkeve. Tohmeta ku belav dikirin jî, digotin, di mizgeftê de Kurd teqemeniyan amade dikin.

Kurdan jî li dijî wê reşkirinê li ber xwe didan. Ji bo wê jî civîneke çapameniyê li dar xistin. Ez û Alî û rojnamavanekî Elman jî amade ne. Di civînê de nûnerên Kurdan bertekên xwe gotin. Wê kampanyaya reşkirinê şermezar kirin. Me jî gotinên wan bêyî ku em tiştekî lê zêde bikin kir nûçe û di ajans û rojnameyê de belav kirin. C. Ozdemîr vêca li dijî saziyên me doz vekir û got: “Min hedef didin nîşan.” Doz dom kir û di encamê de serî li gotinên beşdaran dan. Mamoste Riza şûnde gav avêt û gotinên xwe red kir. Rojnameyê ceza da. Em jî weke peyamnêr di tengasiyeke dijwar de man.

Mizgefta Kurdan ji wir derkirin. Wê demê C. Ozdemîr çima tevli nav kiryareke wisa bû, em nizanin. Lê bûyer seranser polîtîk bû. Tirkên faşîst nedixwestin saziyên Kurdan (Mizgeft jî be) li navenda Kreuzbergê bimîne. Di wê mizgeftê de ne teqemenî, ji bilî hesteyên cixarekêşan pêteke êgir jî peyda nedibû.

Di ser bûyerê re sal derbas bûn. Hêdî hêdî hat jibîrkirin. Têkiliya me jî cardin berdewam kir. Saziyên Kurdan yên Berlînê û em jî di nav de me dîsa rêza xwe nîşanê mamoste da. Lê di nêrîn û nêzîkbûna wî de tim ew şikest hebû an jî min wisa hîs dikir.

Cem Ozdemîr û saziyên me jî li hev hatin. Di gelek kar û xebatan de hatin cem hev jî. Heta di çapemeniya me de jî cîh girt.

Lê ew dilşikestiya hind hevalan ya li hemberî mamoste Riza dom kir. Di çapemeniya Tevgera Azadiyê de zêde cih nedigirt.

Ev jî weke bîranînek bû me behsê kir. Lê helbet Riza Baran bi aliyê xwe yên din ve dilê gelekan şad kiribû. Li pey wî gelek mirov û saziyan peyamên bi naverokên xurt belav kirin.

Ji helwest û awayê xebata Riza Baran ez wiha têgihiştim: “Kurd miletekî mezlûm in, bila di çavê dinê û bi taybetî jî Ewropiyan de weke êrişkar xuya nekin.’

Hewla wî jî di wê çarçoveyê de bû. Lihevanîna Kurdan a navxweyî û lihevkirina Kurdan bi saziyên Elmanan re di navenda xebatên wî de bûn. Em ji daxuyanî û berketinên gelek sazî û kesayetên Kurdan têdigihijin ku li ser wê xetê serkeftî bûye.

Li aliyê din xala divêt mirov bîne ziman jî awayê jiyana Riza Baran bû. Li gel ku hinde salan li Elmanya weke endazyar xwendibû û mîna mamoste kar kiribû û bi ser de jî di meclîsa şaredariya Kruzbergê û di Parlamentoya Eyaleta Berlînê de jî weke parlamenter cih girtibû, xwedî jiyaneke pir sade bû. Baran mîna derwêşekî bû. Di çaviyeke xênî ya bi kirê de, bi tenê û mirov dikare bêje bi hejarî temenê xwe qedand. Ew jî dide nîşan ku miraz û xeyalên mamoste yên ji dewlemendiya dinê girantir hebûn.

Mamoste Baran di nav tevgereke ku bi Bizava Azadiyê re zêde li hev nakin dest bi xebata siyasî kiribû. Divêt mirov vêna jî bêje ku ti car dijberiya Tevgera Azadiyê nekir.

Divêt jiyana mezinên me yên li mişextiyê bi giştî ji bo me bibin rêber. Aliyên wan yên xurt, yên lawaz. Serkeftinên wan yên di jiyanê de û wisa jî têkçûnên wan jî ji bo me bibin pend û şîret.