Li ser devoka Mereşê

Meftun ATAKAN

Li ser devoka Kurdiya Mereşê carna tiştên nerind dibên. Heta car caran pê dikenin û li ser vê henekan dikin, ji xwe re pêkenokan çêdikin. Devoka ku di vê nivîsê de ez ê jê re bêjim “devoka Mereşê”, ne ew devok e ku tenê kesên ji Mereşê pê deng dikin, kesên bi vê devokê deng dikin li coxrafyayeke hîn firehtir belav in.

Hinek cûdatî di navbera wan de hebin jî li gelek bajarên Kurd lê ne, ev devok tê qisekirin. Ka em li van mêze bikin. Li Rojavaya Kurdistanê Efrîn, li Bakur Dîlok, Qirixan, hemû navçeyên Meraşê (pirranîya van Bazarcix-Markaz, Albistan û Nûrheq), her derê Meletî, Semsûr, li rohilata Ruhayê, Kayserî (Sariz û Pinarbaşi), li navçeyên başûrê Sêwazê, li Elazîzê navçeyên Baskil û Kebanê, hin gundên Pertag, Çemişgezek û Xozatê, Kurdên Enqerê, Qonya û Qirşarê hetanî Xorasanê jî xelkê ku bi devoka Mereşî deng dikin, henin. Ku mirov bi çavekî objektîf li van bajaran binêre dê bibîne ku ger mirov bêje, “devoka Mereşê” lê rûnanê. Divê em bona vê navekî din binînin. A rast, Ehmedê Xanî di berhema xwe ya pîroz Mem û Zînê de Kurdîya van herêman bi nav kiriye jixwe;

Bohtî û Mehmedî û Silîvî

Hin lal û hinik jî zêr û zîvî

Ev sê devok jî devokên zaravayên Kurmancî ne. Kurdên Mereşê jî ji şaxekî şêweya Mehmedî ne.

Rexneya bi Tirkî nivîsandinê

Tiştekî din jî heye, hema ger behs bibe Kurdên Mereşê, di cîh de rexneya, Kurdên Mereşê hemû bişavtî ne û ti berhemên Kurdî nedane, tê kirin. Herê, heta derekê ew rexneyên hanê rast in. Ji Mereşê wêjevanên ku bi Kurdî dinivîsin pirr hindik in. Nivîskar û lêkolînerên Mereşî pirranî nivîs û lêkolînên xwe bi Tirkî dinivîsîn. Lêkolînvan Mehmet Bayrak (ew li Sarizê hatiye dinê, lê eslê wan ji Mereşê ye û ji Goçaryan çûyina Sarizê) yek ji wan kesan e. Mehmet Bayrak li ser Kurdolojiyê gelek berhem dane, pêşkeşî xwendevanan kiriye. Ne bi tenê xwendevanan, boyî dîroknas û kesên ku bi zargotina Kurdên Elewî re elaqedar in jî berhemên Mehmet Bayrak çavkaniyên baş in. Herçî berhemên wî yên bi Tirkî ne jî, bi ya min divê mirov wan giş wergerîne Kurdî. Bi vî rengî jî ew berhem bibin hîmên pirtûkxaneya zimanê Kurdî.

Ji Meraşê Xeberek Hat

Ger ez ne şaş bim, sala 2003ʼyan bû, ez rastî kitêba li “Ji Meraşê Xeberek Hat” hatim. Ev pirtûk ji Weşanxaneya Pêrî derketibû. Ji hêla Alî Alxasî ve hatibû nivîsandin. Kitêb bi çend bûyerên ji hêla Mereş û Meletî dest pê dikir (wekî Qirkirina Mereşê, Çîroka Meyrikê, Qasimoxlu Mamadolî û wekî din) û bi kurtejiyanên hozanên vê herêmê jî tê de, û bi şorên kilamên van dewam dikir. Min cara yekem xwe di kitêbeke de dîdit, û seba vê jî ez him heznî bûbûm, him jî kelecanî. Berhevkarê me bi armanca folklorîk, ev kitêb pêşkeşî me kiribû. Lê meriv bi çavekî objektîf li pirtûkê mêze bike, esas kêmasiyên pirtûkê hebûn. Bi ya min heke berhevkarek dixwaze xebateke folklorîk derîne holê, divê ji zimanê herêmê veneqete. Çira? Pêwîst e, piştî salên dûr û dirêj, ger zimanzanek an jî zargotinzanek rojekê niyet bike li ser Kurdiya Mereşê kar bike, û li vê pirtûkê mêze bike, divê bêje “Himm nexwe Kurdên Mereşê wisa diaxivîn”. Ku wer nebe ew xebat nabe xebateke folklorîk.

Bo mînak: Hevoka ‘Ez diçim’ li Mereşê dibe ‘Azî/ê tarim’. Lê berhevkarê me li berhevoka xwe de ‘Azî/ê tarim’ kiriye ‘Ezî terim’. Li ser vê meseleyê ez ê zêde dirêj nekim. Dîsa jî ez nabêjim xebateke nexweş e. Eşkere ye ku bona vê gelek ked daye. Jixwe berhemên bi vî rengî bi kedeke mezin têne der. Lê bona devokên ku mîna Kurdiya Mereş û devokên ku dûrî ji Kurdiya nivîskî ya berbelav e, xebatên folklorîk pirr girîng in.

Taw Dilo

Berhevokeke din jî bi navê ‘Taw Dilo’ çap bû. Ev berhevok ji hêla Weşanên Enstîtuya Kurdiya Stenbolê ve hate weşandin. Bi ya min ev berhem berhemeke bêhempa ye. Berhevkarê vê carê Mehmet Komur e.

Tiştên ku me li jor qala wan kir, em nikarin der barê Taw Dilo de bêjin. Taw Dilo jî wek xebateke folklorîk çap bûye. Pirtûk bi pêşgotina birêz Mazlûm Doxan dest pê dike. Ew bixwe jî ji Albistanê ye û di pêşgotina xwe de ji me re derbarê devoka Mereşê de gellek tiştên girîng dibêje. Li ser taybetmendî û cudatîya devoka Mereşê gelek nimûneyên balkêş dide. Van nimûneyan jî ne li gora rê û rêbazên zimanê nivîskî, li gora bilêvkirina wê axzê (hêl, alî) dide berçavan. Peyv ji devê insanên wê derê çitolî hatine der, werga hatine nivîsandin.

Kitêb bi gotinên pêşiyan, dewam dike. Û bi biwêj, nifir, metelok, navnûtik û hejmarokan bi dawî dibe. Taw Dilo kitêbeke werga ye ku herçî dixwaze li ser devoka Mereşê lêkolînan bike an jî meraq dike, gereg ew pirtûk li cemê jî hebe.

Dengê Bavê Min

Wexta ku mirov behsa berheman dike, siftê tiştên nivîskî yanê pirtûk tên bîra me. Lê sînema jî di qada hunerê de cihekî xwe yê girîng heye. Dibe ku we nebihîstiye, lê Mereşiyan bi Kurdî sinema jî çêkiriye. Heta ji destpêkê heta dawî bi Kurdîya Mereşê film çêkirine. Bi ya min ev film pirr bi qîmet bû. Çima? Berî her tiştî bi Kurdî bû. Hem jî bi Kurdîya ku her kesî pê tinazê xwe dikir.

Dengê Bavê Min ji alîyê derhêner Orhan Eskîkoy û Zeynel Doxan ve hatiye çêkirin, di sala 2012ʼan de. Film qala malbatekê dike ku ji qirkirina Mereşê xelas bûye û gelek tesîr li wan bûye. Me behsa ziman kir, lê film tenê bi Kurdî ye û serketî ye, hem di warê lîstikvanan de hem jî di hûnandina mijarê de gelekî serketî ye. Ka hûn jî lê temaşe bikin! Hingî hûn ê bibînin, tiştên min gotî rast in yan na.

Şûna gotina dawiyê

Wek gotina dawî ez dibêm devoka Mereşê zêrê zer e. Kî çi dibêje bera bibêje, berhemên wiha wêrekîya me zêde dikin û kesên ku dixwazin bi devoka xwe tiştinan çêkin, riya wan vedikin. Herkes êş û elema xwe encax dikare bi zimanê ku ji diya xwe bihîstîye, şirove bike. Ez ji standardkirina zimên re tiştekî nabêjim. Bawer nakim ku kesek jî rexneyê li vî tiştî bigire. Lê belê, heger kesekî/ê xwe li nava tiştekî/ê nebîne jê sar dibe û jê dûrdikeve. Mesela TV 10 jî mînakeke rind bû. Her cara ku ez diçûme malê, diya min li bernameya TV 10´ê temaşe dikir. Her çiqas televizyonên din jî hebûna, diya min xwe di van televizyonan de nedidît. Bi vê kanelê re bawerîya xwe bi zimanê xwe anî. Berê bi min re bi Tirkî deng dikir. Vêsta jî bi nevîyên xwe re bi Kurdî. Divê em berê, bi Kurdîya xwe ve li hev werin.