Li ser rola Erebê Şemo minaqeşe hêj hene

Îro salvegera 42’yê ya wefata nivîskarê romana yêkê ya Kurdî Erebê Şemo ye. Erebê Şemo yan jî Ereb Şamîlov 23’yê Cotmeha 1897’an li Susuza Qersê hatibû dinê û beriya bi 42 salan 21 Gulana 1978’an li paytexta Ermenistanê Êrîvanê wefat kiribû. Ew weke romannûsê yekê yê Kurdî tê binavkirin. Li ser vê yekê minaqeşe hebin jî, kitêba wî ,Sivanê Kurmanca sala 1935’an li Ermenistanê çap bû.
Erebê Şemo ji malbatek şêxên Êzîdiyan bû. Susuz û wilayeta Qersê wê heyama Erebê Şemo hat dinê di bin desthilatiya Rûsyayê de bûn. Ereb Şemo xwendina xwe ya pêşî diqedîne. Sala 1913’an, dema ku 16 salî bû dibe pale. Erebê Şemo ji bilî zimanê Kurdî, bi Rûsî, Tirkiya Osmanî, Yewnanî, Ermenî, Gurcî, Elmanî û Azerî zanîbû.
Tevî ku li ser vê agahiyê lihevnekirin heye jî, tê gotin ku bi biryara hikûmeta Sovyeta berê û Ermenîstanê, Erebê Şemo û Isahak Marogûlov alfabeta Kurdî ya bi tîpên Latînî sala 1928’an hazir kirine. Wan di sala 1929’an yekemîn pirtûka bi Kurdî û bi tîpên Latînî li cihanê bi sernavê “Xo-xo hinbuna xandina nvisara kurmançi (Xwe bi Xwe Hînbûna Nivîsara Kurmancî)” çap kir. Erebê Şemo herwiha weke yek ji damezrênerên rojnameya Rya teze jî tê qebûlkirin.

Romana Şivanê Kurmanca
Romana bi navê Şivanê Kurmanca, di dîroka wêjeya Kurdî de weke romana yekê tê qebûlkirin, tevî ku hem li ser dema weşana wê û hem jî li ser cureyê wê minaqeşe dewam dikin. Roman bi alfabeya Latînî ya Marogûlov sala 1935’an ji aliyê Neşra Hikûmetê Rewanê ve hatibû çapkirin. Piştre ji bo zimanê Rûsî hatiye wergerandin. Bazîl Nîkîtîn sala 1946’an ev kitêb ji Rûsî wergerandiye Fransî û Nûredîn Zaza jî di 1947’an de, ew ji Fransî wergerandiye Kurmanciyê. Di encama wergera wergera wergerê de, navê pirtûkê jî dibe “Şivanê Kurd”. Roman di Gulana 2009’a de bi navê xwe yê orîjînal “Şivanê Kurmanca” ji Weşanên Lîsê ya careke din derçû. Hem bi tîpguhêziyê û hem jî bi wêneyên çapa yekê ya orîjînal.

17 salên sirgûna Sibiryayê
Sala 1931’ê Erebê Şemo li Lenîngradê pêrgî Qanatê Kurdo tê û hevaltiyeke baş di navbera wan de çêdibe. Ji wir dest bi xebata wêjeyî û zanistî dike. Li wê derê nivîsên der barê pirsgirêkên zimanê Kurdî de amade dike û li Ermenistanê çap dike. Erebê Şemo, di navbera salen 1937 – 1954’an de 17 salan li Sibirya’yê girtî dimîne. Li vir bi jina xwe ya duyê Marîya Vasîlevna nas dike. Keçen wi Asê û Zînê ji ve jina duyê ne. Jina wî ya berê Elman bûye.
Piştî mirina Stalîn ew azad dibe û careke din vedigere Ermenistanê. Sala 1966’an ew romana xwe ya dîrokî Dimdim belav dike. Sala 1967’an jî ew li Moskovê berhevoka Hikayetên Gelê Kurd û romana xwe ya bi navê Riya Bextewar diweşîne. Demeke dirêj di komîteya navendî ya Partiya komunîst a Ermenistanê de cih girt.
Li navenda Êrîvanê li ser dîwarê maleke ku Erebê Şemo dawiya emrê xwe lê bihurandiye dinivîse, “di vê malê de ji sala 1963’an heta 1978’an temenê xwe derbas kiriye rewşenbîrê Kurd û karkerê muxulqeiyê Erebê Şemo Şamîlov”
NAVENDA NÛÇEYAN