Manşeta me bû belge

EGÎD EREN / BRUKSEL

Fosfora Spî yek ji sîlehên herî hovane yên di şerekî de li dijî sivîlan bên bikaranîn. Dewleta Tirk ev sîleh li Rojava li dijî sivîlan bi kar anî û rojnameya me jî ev gelek caran kir manşet. Manşetên me yên bi Ingilîzî li meydanên çalakiyan bûn belge û hatin nîşandan, nexasim jî manşetên me “Chemical Erdoğan” û “Turkish War Crimes”.

Musa Kahraman ê ji Frankfurtê manşeta me ya Chemical Erdogan naylonkiriye û beşdarî çalakiya li Brukselê bûye. Ew dibêje, divê ji ber sûcan hesab ji dewleta Tirk û Erdogan bê pirsîn û wiha dewam dike: “Heger wicdan heye, bila Erdogan li vir dadgeh bikin. Nexasim ji bo vê ez vê mançetê li vir hil didim. Em hatin ber Neteweyên Yekbûyî. Min li malê got, ez ê li herî pêş vê manşetê nîşan bidim.”

Abdulsemed Huseyîn ê ji Qamişloyê ku ev du sal in li Elmanyayê bi cih bûye, di heman çalakiyê de manşeta rojnameya me ya “Turkish War Crimes” hilgirtiye. Ew xebatkarê tenduristiyê ye û dibêje wêneyên di rojnameyê de hatine weşandin belge ne: “Ev maşet belgeya wê yekê ye ku Erdogan çekên kîmyewî bi kar anîne. Divê em dengê xwe bigihînin milet û dewletan hemûyan.” Ji bo Kurdan jî peyama wî ev e: “Ev şer ne tenê li dijî Rojava ye. Ev şer li dijî Kurdan hemûyan e. Divê em Kurd bi destên hev bigirin û vê jiyanê biparêzin.”