Meclîs lêvegera jinan e

RUBA EL-ELÎ / ANHA / REQA

Meclîsa Jinê ya taxa Rimêla a Reqayê di demeke kurt de bû lêvegera hemû jinên taxê. Meclisê di nava sal û nîvekê de bi sedan pirsgirêk çareser kirin, jin perwerde kirin û aboriya jinan jî pêş xist.

Meclîsa Jinê ya taxa Rimêla ya bajarê Reqayê wek meclîsa duyemîn a li bajêr tê naskirin. Meclîsa Jinê a taxê di 1‘Adara 2018`an de hat avakirin û deriyê wê bi roj li jinan vekiriye da ku pirsgirêkên wan çareser bike, mafên wan li wan vegerîne û wekheviyê pêk bîne.

Meclisa Jinê ya taxa Rimêla ji 5 komîteyan pêk tê û ev jî yên Lihevanîn, Perwerde, Aborî, Têkiliyên Giştî û Arşîv in. Di her komîteyekê de 15 jin dixebitin.

Heta niha 300 doza çareser kirin

Di dirêjahiya salek û nîvê de meclîsê qederê 300 dozî çareser kirin bêyî ku li dadgehê vegerin. Li gorî endamên meclîsê sedema sereke ya wan dozan hişmendiya DAIŞ`ê ye ku di civakê de belav bûbû û rola jinê paşguh kiribû, zêhniyeta serdestiya mêrî ferz dikir. Pirraniya pirsgirêkên hatin çareserkirin, girêdayî cudabûna jin û mêr, û xwedîkirina zarokan bûn.

Bipêşxistina aboriyê

Her wiha Meclîsa Jinê a Rimêla roleke girîng di piştgiriya jinan de di warî aliyê madî ve lîst. Meclis navên jinên taxê li gorî 18 komînên taxê qeyd kirin û tev li projeyên aborî kirin da ku jin aboriya xwe pêş bixe û pişta xwe nede tu kesî.

Endama Meclîsa Jinê a taxa Rimêla Madlên Mater got, “Meclîs bi 3 jinan ava bû. Di destpêkê de me gelek astengî kişandin, ji ber ku xebitandina jinan nedihat qebûlkirin. Me hewl da bi rêya serdanên domdar û dewreyên perwerdeyê jinan ji vê hişmendiyê xilas bikin.”

Girêdayî projeyên ku pêk hatine jî Madlên Materê destnîşan kir ku piştî bipêşxistina jinan di warê fikrî de ew hewl didin jinan ji aliyê aborî ve jî bi pêş bixin. Ji ber wê weke gaveke yekemîn projeya tevnê ku 40 jinan jê sûd wergirt, vekir. Madlên Mater bal kişand ser meclîsê, û piştgiriya vekirina projeyan kir, ku di nava van de vekirina firinên sermîsankan û projeyên çandiniyê jî hene.

Têkildarî projeyên siberojê Madlên Mater got, “Bi ked û desteka Komîteya Jinê ua Meclisa Sivîl a Reqayê, em ê gelek projeyan ji jinan re vekin, ya herî girîng projeya madeyên paqijiyê ye.”