Meseleyên bedenê

Di resmên Heyv Qehreman de fîgurên jin hene ku bedenên xwe didin ber hereketên qayîşokî ku serê wan dikeve bin piyê wan. Ev jinên hanê ne spî gewrên rojavayî ne. Ev resmên hanê destûrê didin Heyv Qehremanê ku bibe koreografeke bedenên jinan ên xeyalî.

Di şêwekariya resamên rojavayî de dans û reqas bi sedsalan mijareke bi xêr û bêr bûne û hîna jî wisa ne. Em li Reqsa Dawetê ya Pieter Breugel the Elder (1566), balerînên ciwan yên Edgar Degas, yan jî reqasên klûba Moulin Rouge di resmên Henri de Toulouse-Lautrec de bifikirin, ev ê fikrekê bidin me. Lê li hev siwarbûna dans û şêwekariyê li cem Heyv Qehreman (Hayv Kahraman) xurttir e ji van. Galeriya Jack Shainman par bi navê “Not Quite Human (Ne ewqasî insanî)” cih dabû pêşangeha Hêvî Qehremanê. Di resmên wê de fîgurên jin hebûn ku bedenên xwe didan ber hereketên qayîşokî ku serê wan dikeve bin piyê wan. Ev jinên hanê ne spî gewrên rojavayî ne. Ev resmên hanê destûrê didin Heyv Qehremanê ku bibe koreografeke bedenên jinan ên xeyalî. Mirov dikare bibêje, fîgurên Heyv Qehremanê xeyalî berfirehkirina wê bi xwe ne. Nîsana bihurî jî Pilar Corrias beşa diduyê ya vê rêza berheman weke pêşangeheke online vekir.

Heyv Qehreman bi xwe ji bo karê xwe dibêje, “Ez fîgurên karê xwe bi têgehên koreografîk dibînim. Beden, mekan û kompozîsyon hemû jî ji ber wêneyekî di mejiyê min ên hereketeke koreografîk tên girtin.” Ji bo wê karê wê xemla hizrî ye yê ku “tê de beden li navendê ye.”

Heyv berê li Bexdayê çûye dersên baleyê. Piştî ku dê û bavê wê li Swêdê bûne penaber jî, ew çûye dersên dansê, lê li wir ji ber “nijadperestiya esasî” de wê dev ji dansê berdaye. Ew sala 1981’ê li Bexdayê hatiye dinê, û salên 90’î li Swêdê mezin bûye. Heyv Qehreman hingê dest bi şêwekariyê kiriye û vê yekê hêzker dibîne. Axir di van wêneyên xwe de ew cih dide dansvan û reqasên ne spî, ku wê bi xwe jî di zarokatiya xwe de dixwest bibe yek ji wan.

Performansa bi helperkê

Sala 2018’an Heyv Qehreman karî bi dansvanên bi rastî re kar bike. Ji bo ku bi pêşangeha li Susanne Vielmetter a Los Angelesê re hemwext be, wê performanseke bi navê EM û EW organîze kir; bi korografiya Ariel Osterweis, dengê Jessika Kenney, û dansa 14 xwendekarên CalArtsê. Perforansê berê xwe dida hizra “yê din bûn”ê û miameleya bi penaberan re. Di navê de hêmanên Helperkê jî hebûn. Ji bo vî karê hevkariya bi gelek hunermendan re Heyv Qehreman dibêje, “weke ku ez rih bi artêşa xwe ya jinan bînin.”

Barê kurdbûnê her êş e

Heyv Qehreman dansê, koreografiyê weke navgînekê bi kar tîne da ku xweîfadekirinê qinaxekê bi wêde bibe. Heyv Qehreman a ku dayika wê Kurd û bavê wê Erebê Iraqê ye, berê jî bi huner bal biribû ser Enfal û koçberiya Kurdan a dawiya salên 1980’yî û destpêka salên 1990’î jî. Jixwe yek ji wan milyonên ji ber artêşa Sedam direviyan sala 1991’ê ew bû, di maşîna bavê xwe de. Wê dê bianiya bîra xwe “ew herika sabit a bedenên mirovan di pencereya erebeyê de xuya dikir û min dizanî ku em ji yên bi şens in ji ber ku erebeyeke me hebû.” Vê yekê xwe di berhemên wê de jî dida der: di pêşangeha wê ya 2018’an a li Susanne Vielmetter a li Los Anglesê “girseyên bedenên mirovan” nîşan dida. Hunermend Heyv Qehreman a ku li Swêdê mezin bû, niha li bajarê Los Anglesê bi cih bûyî ye û li Galeriya Jack Shainman berhemên wê tên nîşandan û firotin.

NEW YORK