Meşruiyeta dewleta Tirk

Dewleta Tirk di 37. salvegera damezrandina PKK’ê de, êrîşên li dijî gelê Kurd, berfireh û dijwar kirin. Di sêkûçka Rojava, Qendîl û Bakûr de êrîşan dike. Di êrîşên faşîzan li dijî navçeya Nisêbînê de, parlamenter, şaredarên Kurd jî hedef girtin. 

Parlamenter Mithat Sancar û Hevseroka DBP Emine Ayna bêhal kirin. Xwestin Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk jî bigirin binçavan. Di heman demê de, li dijî Hevserokê HDP’ê Selahaddîn Demirtaş êrîşek suiqastê pêkanîn. 

Dewleta AKP’ê ku rewşa awarte li navçeyan ilan dike û kontrayên bi Qesrê ve girêdayî, wek gurên har êrîşî Kurdan dikin. Medya Tirk jî, sansûr daniye ser kiryarên faşîzan û cihan jî kerrûlal, li kuştina Kurdan temaşe dike.

Ev rewş, tecrîd e û têkildarî tecrîda li Îmralî ye, siyaseta blokajkirin û  fetisandinê ye. Erdogan û AKPê, bi tecrîda li Îmralî Birêz Oclana îzole kirin, bêdeng kirin, dixwazin hêdî hêdî birizînin.

Di şerê li dijî gelê Kurd de; macro netewparêziya Erdogan û AKPê, (rengêkesk), bi macro netewprêziya artêşê û laîk (rengê spî) re hevkariyê dikin. Dorpeçkirina navçeyan û êrîşên faşîzan jî encama vê hevkariyê ne. 

Sloganên faşîzma Qesrê jî hatine guhertin: Li ser dîwarên avaniyên navçeyan “eseddullah”, "her bijî kesê bêje ez tirk im“, "T.C li her derê ye“, "dewleta te heye îxanetê neke“ û "Jontem li vir e“. Ev sloganên faşîzan sûc in. Lê dozgerên tirk û dadger li hemberî vî sûcî lalûebkem in. 

Dema ku ciwanekî Kurd devê xwe vedike, kontrayên faşîst, hîna nizanin wê ciwan çi bêje, fişekê berdidine bedena wî û dikujin. Kuştina Kurdan rewa ye, mafê kontra û çeteyan e. Li hemberî vê: Gelek kes û derdor dibêjin, "hîna ne wextê kolana xendekan bû“. Ez dipirsim gelo piştî şerê 37 salî, kengî dema wê ye? Di dema vekirina dibistanên mînak de, heman tişt hate gotin; di dema kamapanya zimanê zikmakî de heman tişt hate gotin; di dema parastina şehîdgehan de heman tişt hate gotin… Lê di dema makro netewprêziya tirk, diwar li sinor Binxet û Serxetê lêkirin, kesî deng nekir. Kes û derdorên ku baş dizanin, dewleta tirk ji bo mafên Kurdan gavekê bi tenê jî navêje, gelo çi dixwazin? Dewleta Tirk di sedsala bsîtûyekê de, piştî şerê 37 salî, hîna restorasyon jî nedaye dest pê kirin. Gelo ev kes û derdor, hêviyekê ji makro netewparêziya tirk dikin? 

Pirs: Di 90-92an de, 4 hezar gund valakirin, 5 milyon mirov koçber kirin. Îro jî dêr û mizgeftan, gorîstanan bombe dike. Makro Erdogan, vegeriya destpêkê, gelo kengî wê dema kolana xendekan werê? 

Makro Erdoganê ku her roj  di ekranên televizyonan de dibêje, "heta yek terorîst bimîne emê şer bikin“ yanî yek Kurd bimîne, ewê Kurdan bikuje. Dîse dibêje;  "em, ji xwedêdayan, ji ber Xweda hes dikin“, lê ev gotin bûye sembola fermana kuştina xwedîdayên Kurd. Gelo,  Xwedayê ku Erdogan pê sund dixwe û jê bawer dike, gelê Kurd, Suryanî û Ermenî ne afirandine?  Makro Erdogan, asîmilasyon wek sucê mirovaniyê bi nav kir, lê Kurdan bi devê tivingê, bi berê topan asimile dike. 

Tirkiyê ji cîhanê cûda ye, hişmendiya tirkan jî ji ya mirovaniyê û modern cûda ye. Mîratzadeyên ecdadan, her kesî xulam û tune dibînin.  Bi vê hişmendiyê jî haraket dikin. 40 sal in li devê deriyê Yekîtiya Ewropa diçin û tên, dîse jî dibêjin, "krîterên Enqera jî hene“. Krîterên Enqera, qirkirina Kurdan e, bêdnegkirina medya ye, girtina rojnamevanan e, xirimandina taqên xaniyên navçeyên  li Bakurê Kurdistanê ye; bombardumana Herêmên Parastina Medya ye. Tecrîd e, îzolekirina Rêberê Haraketa Azadiya Kurd Ocalan e; fetisandina Şoreşa Rojava ye!.. 

Ez wek nivîskarekî, wek rojnamevanekî,  ne biyaniyê xaniyên bi topan hatine wêrankirin im. Zarokatiya min di nava kavilên ku bi topên dewleta Osmanî û Tirk hatine wêrankirin de derbas bû. Sê caran, topan xaniyên me bi ser serê malbatê de hêrivandin. Hîna jî ew xanî kavil in. Îro jî li navçeyên Bakurê Kurdistanê xaniyan, taxan wêran dikin. Dikujin, talan dikin û koçber dikin. Gelo ji bo Kurdan  pêdivî bi propagendeya  "ne wextê kolana xendekên li kolana ne“ heye? Ev jî xizmeta dagirkerên metinger dike. Divê pêşî, li dijî xendekên bi destê Kurdan li dijî Kurdan têne kolan deng bilind bibe; li dijî qazanên ku cografya Kurdistanê dikina nava hêlan û hezê deng bilind bibe; li dijî xak û malbatan ji hev parçedike deng bilind bibe. 

VêcA: Dewleta Tir, ji bo Kurdan dojehek avakiriye û dixwazê efendîdtiya xwe li ser Kurdan saz bike. Bi kanunên xwe ev kiryara sucê mirovaniyê û ant-î demokratîk meşrû kiriye. Di dîroka cîhanê de, dewletên dagirker û metinger li gel gelan meşrû nabin û meşrû nayên dîtin. Gelê Kurd jî, piştî hewqas zilm, zordarî, qirkirin, inkarkirinê, Dewleta Tirk û qnaunên wê meşrû nabînin.  Dewletek kujer, xwedî zihniyeta makro netewparêz meşrûiyeta xwe winda kiriye. Lewra Kurd mecburê têkoşînê ne, mecburê berxwedanê ne. Lêgerîna li mafan û azadiyê meşrû ye, kuştin, talankirin, wêrankirin, tecrîd û îzolokirin,   dagirkirin û qirkirin ant-î meşrû ye. 

Ji bilî tekoşîn û berxwedanê tu riyek, tu şivileyek li pêşiya Kurdan nemaye.