‘Min hez kir em jî bi dinyayê re bimeşin’

“Dema em serdema xwe û ya ku dadaîzm jê derketiye didin ber hev ji hêla kaosa civakî ve, ji hêla mirinên nexwezayî yên dirûvguherandî ve, hêvîsarî, bêbawerî û hemû hokerên din ên ku berê meriv didin lêgerînan û pêdiviya manedayîna jiyanê bi meriv re çêdikin…“

Luqman GULDIVÊ

Kesên ku li herfên qet mezin nabin, nuqteyên qet nayên danîn nikarin bêhna xwe fireh bikin, nikarin li dîwana hizran de bibin mêvanê xwendinê, ji Bêbavî jî bi zor xwendibûn. Nivîskarê Bêbaviyê ev israra xwe ji ber ku dibêje metnên edebî divê xwîner jî bi tiştekî bihesibînin, dewam kiriye. Em behsa Şêxo Fîlîk dikin, ku hîna nû got, Ez ne ew bûm. Berhemeke nû û ceribandineke nû. Şêxo Fîlîk kolaja edebî kiriye di vê berhemê de, lê heger kesek li bendê be ku ew vê carê li wan ên bi awayê wî yê nivîsê nexweş, jê nerazî hatibe rehmê, hêviya wî kesî pûç e. Kolajek, tevî sêwirandineke maneyê xurt dike, li ber me ye; lê ez nizanim her kes wê karibe xwe lê bigire xwe li xwendina wê ragire. Jixwe, di beşa herî dawî de ew qismên peyv tê de berepaş hatine nivîsandin, ne tenê ji nivîskarî re ceribandinek e, ji xwîner re jî ceribandinek e.

Wî “gotinên xwe hemû negotine”, lê bi qasî gotî, me jî ji ber ku usûlê wî ye, tercîh kir weke wî bê tîpên mezin û nuqteyan bersivên wî li jêr bidin. Wî beramberî texeyula min û beşdarbûna min a nava xwendinê camêrî kir; lê ya rastî bivênevê hin tişt jî di dilê min de man. Axir, de ka em berê xwe bidin sohbeta bi vî camerî re.

Piştî ‘Bêbavî’ te got, ‘Ew ne ez bûm’. Ji bo ku tu jî pê bihisî, ka xwendina wê çawa bû, bila ev pirsa min a pêşî jî, ne ber bi hev ve be; Tu bûyî yan ne tu bûyî, kî kenî, te çîroka kê got, ya min?

zanî, ev pirs careke din ji min pirsîn û min heman bersiv da; piştî wextekê meriv ji pêzanînê bêhtir hez dike bibe tiştek, çi ku pêzanîn û pêkanîn du tiştên ji hev cihê ne, te dî pêşiyan gotiye “gotin û kirin ne ti tiştê hev in”, dema em li dîroka dinyayê dinêrin bi sedan fikrên ku di asta teoriyê de mane, derbasî pratîkê nebûne hene çima ku pêkanîna fikrekê ji afirandin an jî pêzanîna wê fikrê çetintir e, kesê pêzan an jî afirînerê wê fikrê ku hay ji çetiniya pêkanînê tine ye, radibe vê carê şaşiyên kesan dide rûyê wan, şaşiyên wan kesên ku hewl didin wê pêzanînê pêk bînin, pratîze bikin, lê ti pêkanîn ti carî wê ne bi dilê pêzanan bin û ev qaîdeyeke dinyayê ye, loma pêzanê ku her li şaşiyan digere pê de pê de rastiyên xwe jî wenda dike û hew li şaşiyan, li kêmahiyan li qisûran digere,

gotineke gelêrî ye, dibêje ‘ger tu li kêmahî û qisûran bigerî, hemû neynik yên te ne’, neynika di vê gotina gelêrî de wek objeyekê wek hêmayekê me bi ser metafora Lacan ve dibe û di vê pêwendiyê de navê çîroka ewil bûye ‘ez bûm’ lê navê berhemê bûye ‘ew ne ez bûm’ axir bi kurtahî berhemê bi nav û naveroka xwe xwastiye silavekê bide neynika Lacan…

Em ê li “Ew ne ez bûm” vegerin, lê ka em behsa Bêbaviyê bikin; bi pirranî weke berhemeke serketî hat nirxandin; te çawa dît, xasma îro piştî ku tu bêhtir li ser fikirîyî, xelkê gotinên xwe li ser kirin?

berê min ê nixûriyê bû, bi tirs û metirsî bûm, loma demeke dirêj di dudiliyê de bûm ku çap bikim an na, çi di dema weşandinê de nêzikî û nazikiya weşanxaneyê çi elaqe û qîmetdayîna xelkê kir ku ez jî xwe bi tiştekî bihesibînim, xelkê li ser bêbaviyê û li ser ew ne ez bûmê hemû gotinên xwe gotin an negotin nizanim, lê min hemû gotinên xwe negotine hê…

Te hingê tiştekî nû ceriband, ji serî heta binî em wek xwîner di nava hizran de ne, bêjerekî welê me berê nedîtibû di Kurmanciyê de, te çi ji me xwîneran xwest, yan tu ne ji bo me dinivîsî?

çima ku bûne qurbanê pênasekirin an jî sinifandinên şaş, heta niha gelek tiştên biqedr di bin kavilên dîroka bêbext de mane û çûne, loma têgeh, navlêkirin, pênasekirin, sinifandin… ev pir muhim in û bi ya min sinifandineke wek ‘te’ û ‘me’ tine di nivîsbêjiyê de, ji ber ku wexta em dibêjin ‘te’ û ‘me’ em du aliyan çê dikin wek nivîskarî û xwînerî, lê di nivîsbêjiyê de tenê aliyek heye ew jî xwînerî ye, nivîsîn/nivîskarî jî di nava xwîneriyê de ye, aîdê xwîneriyê ye û jê ne xweser e, na, loma di nava wê‚‘me’ yê de ez jî heme û wek xwînerekî di wê baweriyê de me ku xwendin çalakiyeke aktîf e, lewre ya ku metnên edebî ji metnên din ên nivîskî vediqetîne efsûniya wê, şîfreyên wê, hêma, sembol, alegorî, metaforên wê ne û deşifrekirina van hêma û sembolan divê ji aliyê ‘me’ ve, çi ku ekla metnên edebî yên zû bi zû xwe nadin destê meriv jî di wê efsûniyê de ne, ne ji wê bûya cihê ku waqanûsî heyî hewce bi edebiyatê nedima

Em niha li arafa di navbera “Ew ne ez bûm” û “Bêbaviyê” vegerin. Ez ê bi nivîsê dest pê bikim. Gelo nuqteyan çi ji te kiriye? Çima di herduyan de jî nuqteya ku dawiyê li hevokekê bîne nîne? Dîsa ez li awayê nivîsê vegerim, yek herfa tenê jî mezin dest pê nake -ji bilî îstîsnaya navê nivîskarî û navê kitêbê-, çima?

mezinahî û hûrikiya herfan ku tu qal dikî hîyerarşî bi xwe ye û kes ne li ser sifreya kesî ye, kes kesî xwedî nake û kes ji kesî ne mezintir e, bi destê xwe bûma wê navê berhem û navê ‘nivîskêr’ jî biçûk bûya lê her weşanxaneyekê  şabloneke xwe heye, baş pê zanim ku min israr bikira wê ew jî biçûk binivîsandina lê ew jî dibe li ser hev ferzkirin û ev ji hiyarerşiyê jî xirabtir e, ma nuqteşanî jî ne li ser hev ferzkirin e ku nivîsendeyê metnê bi awayekî sergirtî dibêje divê tu vê metnê li gor nuqteşaniya ku min daniye bixwînî?.. bi vê rîtmê û bi vê kirpandinê bixwîne ku bila filan hest bi te re çêbibe, ev nêzikatî xwîner bi tiştekî nahesibîne bi ya min û xwîner datîne ciheyekî pasîf ku me gava din rexne kir       

Em êdî li nav eqarên “Ew ne ez bûm” in; hê çîrok nehatî weşandin, te gotibû ev berhema te kolajek e. Tu hinekî behsê bikî ka kolaja te di wêjeyê de çi ye? Ferqa wê ji dadaîzmê çi ye, û heger te helbest jî bi kar anîbin, ferqa berhema de ji berhemên dadaîst çi ye?

çima ku rêya derbirîna derdê min î bingehîn û sereke li ber min vedike, ev pirseke pir taybet e ji bo min, loma berî ku bibersivînim, dixwazim sipasiya te bikim, niha bêyî ku em têkevin nav agahiyên ansîklopedîk û serî li  hev bigerînin bi çend xalan em dadaîzmê bînin bîra xwe, dadaîzm ekoleke hûnerê ye ku di dema şerê cîhanê yê yekemîn de, bi pêşengiya Tristan Tzara derdive û serî li ber şer û kaosa civakî ya wê serdemê radike, çima ku piştî şer derdikeve di dadaîzmê de depresîfî û reşbînî serdest be jî ew berdevkê serîhildan û hesabpirsîna nifşekî wendabûyî ye, ew hesabpirsîn jî hesabpirsîneke piralî ye, çi ku şer mirin e û ji mêj ve, ya ku berê însên daye fikirînê û pê re jî daye felsefeyê mirin bi xwe ye, te dî dibêjin felsefe hewldana  manedayîna jiyanê ye, wexta em li dîroka mirovahiyê dinêrin mirovan bi rûdana mirinê û şûn de dest pê kiriye maneyekê bidin jiyanê, ta di serdemên ewilîn de di nêçîrekê de sermeselê an jî li ber deriyê şikeftekê jinik wer dibîne yek li cem wê ket û mir, hebûn û tinebûn, heta însan fam dikin ku mirin qewîmîneke xwazayî ye sal derbas dibin lê bingeha fikirînê ya manedayîna jiyanê û pê re jî ya felsefeyê tê danîn, sal tê ser salê her mirin her mirin her mirin… lê vê carê mirinên ne xwezayî, mirinên bêmane, mirinên bi destê însanan, xwekûjî, mirinên tomarî û axir manedayînên dîtir, lêgerînên dîtir, ekolên dîtir filan û bêvan…

dadaîzm û piraniya ekolên mezin jî rastûrast di kaosên wiha de derketine wek çawa dibêjin hemû demên tarî di heman demê de qehremanê xwe jî bi xwe re diafirîne, ku em werin ser pirsa te, dema em serdema xwe û ya ku dadaîzm jê derketiye didin ber hev ji hêla kaosa civakî ve, ji hêla mirinên nexwezayî yên dirûvguherandî ve, hêvîsarî, bêbawerî û hemû hokerên din ên ku berê meriv didin lêgerînan û pêdiviya manedayîna jiyanê bi meriv re çêdikin… axir a min jî lêgerînek e, di çarçoveya çepera hêz û pêzanîna xwe de hesabpirsînek e, serîhildanek û li ber rabûnek e… lê her serîhildan, her hesabpirsîn û her li ber rabûn ne dadaîzm e û ez jî ne dadaîstek im, dixwazim bibêjim, tenê dînanîzmên ku berê însên dide lêgerînan yek in, nexwe her lêgerînek her însanî bi devereke din re derdixe, sermeselê dadaîstan guh nedaye estetîkê, estetîk red kirine lê ji bo min estetîk bivênevê ye, retorîk jênegera min e filan û bêvan… belkî ji loma ye di çîroka ‘aroş em alam em’ de şêro tim dibêje ‘şer mirin e’ û bi aqilê zarokiyê li maneyekê digere ku bide ber rûdanên li derdora wî diqewimin,

Erê te kolaj kiriye, lê bivênevê ez ê bipirsim; li hin cihên çîrokê gava min xwend, min got, ha ev der min xwendiye; lê min nezanî ka ez rast im yan şaş?

ku ez sê saetan jî li ser biaxivayama minê nikaribûya ev hesta ku tu qal dikî bînim ziman, xweşiya kolajê, armanca kolajê rastûrast ev e ku hesta ‘ev hevok ji ku tê bîra min’ bi meriv re çêbibe û meriv xwe di nava xwendineke dualî de bibîne, ji aliyekî ve meriv li xwendinên xwe yên berê ku peyv/hevok jê hatiye girtin vedigere û li ser difikire, ji aliyekî ve xwendina metna nû, armanca kolajê ya şiklî jî ev e jixwe, di paşxaneya vê armanca şiklî de jî armanca wê ya bingehîn û felsefîk heye ku rasterast sekna hilberînerê wê metnê radixe ber çavan sermeselê Louis Aragon ji bo ku berhema wî ji hêla dîktatoriya wê serdemê ve neyê qedexekirin û wî hepis nekin serî li kolajê daye,

Ji bo kolajê ez bipirsim, gelo tenê ji metnên Kurdî te kolajek çêkir, yan na, te ji metnên bi kîjan zimanan îstîfade kir?

du zimanên ku ez pê dizanim hene; kurdî û tirkî… ji metnên van her du zimanan û ji metnên ku li van her du zimanan hatine wergerandin pêk hatiye

Terza te ya berê ya herikîna hizran ceribandineke wêrek û serketî bû biya min, û gava mirov niha bi vê kolaja te dadikeve, weke terz tu dûrî ‘Bêbavî’yê nebûyî, yanî terzê vegotinê pirr dişibin hev; te bi zanîn ev kir, yan elimandinek bû û qelema te wisa li te kir?

belê wek te jî gotiye herikahiş û kolaj du têgehên ji hev cihê ne, yek jê (herikahiş) şêwazeke vegotinê ye, teknîk e; ya din (kolaj) cûreyeke teoriya navdeqî (intertekstûalîte) ye û ji teknîka metin bêhtir bi naverokê re têkildar e, ango bi şêwazeke din a vegotinê jî xebateke kolajî dikaribû bihata kirin, yê min wek şêwazeke vegotinê herikahiş ji ber gelek sedeman li ber dilê min şêrîntir, jidiltir û rasteqîntir e, ji wan gelek sedeman yek; herikahiş dike ku tîp û qarekter ne bi çavekî derveyîn lê bi bi çavekî hundirîn bên teswîrkirin ji ber ku yên herikahiş bikar tînin di wê baweriyê de ne ku dinyaya kesan a derveyîn dinyayeke derewîn î xapînok e, esil dinyaya meriv a hundirîn e û rastiya rastîn di wir de veşartî ye, didu; herikahiş ji kûrahiyê hez dike dijberî vegotinên din ku xwe tim li berbelaviyê digirin, sê; bi van her du xalên ku me rave kirin re têkildar, herikahiş bêhtir aliyê însên, aliyê civakê yê psîkolojîk derdixe pêş ku pêdiviya vê serdemê jî ji metnên pastoral bêhtir metnên psîkolojîk heye          

Çîrokeke ber bi hev ve ye, sêwirandina wê diyar e bi îhtîmam bûye; lê heger kolaj e, te çawa kir; yanî parçeyên kolajê çi qasî mezin bûn, te meseleya maneyê çawa li ber çav girt, ji bo tewazunê ti pîvanên te hebûn? Wekî din gelo te tenê ji metnên edebî îstîfade kir?

wek li ser berga paş jî diyar e, ne tenê metnên edebî lê ji gotinên stranan bigire heta nûçeyên rojnameyan, ji replikên fîlman bigire heta nivîsên li afîşan…

navdeqî teoriya Julîa Krîsteva ye ku ji Mîxaîl Baxtîn feyz girtiye û ev teorî afirandiye, paşê gelek kesan li ser nivîsiye lê referansa hemûyan jî Krîsteva ye, bi tirkî jî çend berhem hene lê wan jî bêyî îstîsna Kubîlay Aktulum û J. Kristeva referans nîşan dane, dema meriv Aktulum û Krîsteva dide ber hev, dibîne ku Aktulum di hin cihan de Krîsteva şaş şîrove kiriye, ev ne mijara vê derê ye lê hema wek mînakekê bibêjim Aktulum kolaj rastûrast di maneya navdeqî de bi kar aniye lê Krîsteva wek cûreyeke navdeqî qala kolajê dike, li cem Krîstevayê navdeqî serenav e û cureyên wê hene; jêgirtin, parodî, pastîş, montaj, kolaj…

dîsa rexnegirekî tirk (nav nayê bîra min) ji bo çîrokeke Leyla Erbîl gotiye ku ‘bi kolajê hatiye nivîsîn‘ lê dema em li wê çîrokê dinêrin, na, bi montajê hatiye nivîsîn, axir dixwazim berê gotinê bidim vê derê; di warê edebiyatê de navdeqî hê li hemû dinyayê pir ciwan e û rûneniştiye, wê bi pratîkê rûne bi ceribandinê, li ser xebitînê… wek nûnerekî neteweyeke ji her tiştî re derengmayî min hez kir ku qe nebê di vê qadê de em jî bi dinyayê re bimeşin,

em werin ser pirsa te ku dixwazî bibêjî tevî ku parçeyên ji hev cihê hatin cem hev te çawa kir ku mane ewqas li hev binêre û ji hev qutqutî nebe?.. belê Aktulum jî di ser berhemeke M. Butor re ku bi vê teknîkê hatiye nivîsîn, gêhiştiye wê qenatê û gotiye ‘maneya metnên ku bi kolajê hatine nivîsîn ji hev belavela û qutqutî ne’ lê Krîsteva behsa tiştekî wiha nake ku xwediyê vê teoriyê ew e, ya din; ku Krîstevayê jî wiha bigota jî minê dîsa hewl bida ku mane li hev bike, belavela nebe, ji ber ku ev edebiyat e, ne pasta ye tu li qaliban bixî û derxî, ne reçeteya tixtor e û ne jî formûleke fîzîkê ye, loma wek min got heke ev qaîdeyeke kolajê jî bûya minê dîsa jî ji bo xatirê estetîka berhemê hewl bida ku mane li hev binêre, sêwirandin li hev bike, heke wan kolaj wek boxçeyeke pînekirî pênase bikira minê dîsa jî bi hevdeyên hûrik î nexuyayî ew boxçe bidirûya

Em dibînin ku xasma jî di awayê axaftinan de Kurmanciya metnê diguhere; helwêsta te beramberî parçeyên metnan çi bû? Te ji bo dabeşkirina beşên çîrokê jî parçeyên metnên kolajê weke diyarker qebûlkirin yan tiştekî din?

ji bo xatirê armanca şiklî ya kolajê pêk were ku me gava din qal kir û wek xwendina dualî bi nav kir, min zêde dest neda reseniya kurmanciya parçeyên ji metnên dîtir, qenê her parçe, her devok, her hevok metna esil î jê hatî girtin bîne bîra xwîner û xwendina dualî dest pê bike, dîsa di vê oxirê de min dest neda şaşiyên gramerî yên parçeyên metnan jî, çi ku ji bo xwendina dualî yekane rêya li ber xwîner ew şaşî, telafûzên devokî bûn ku reseniya metnê diyar dike û dihêle xwîner pê derxe bê ka ew metin aîdê kê ye

Di beşa “dîsgotina straneke bêgotin” de weke ku zeman berepaş biherike hîsek bi xwîner re çêdibe, mekan jî bi carekê diguhere di vî beşî de, ev beş qey ji bo te taybet bû?

bêguman ‘dîsgotina straneke bêgotin‘ çîrokeke taybet e, lê ji fikrên min bêhtir yên kesan girîng in, loma nabe ku bibêjim min xwastiye filan tiştî bikim an jî bêvan tiştî biceribînim ku heta niha min hewl daye di derheq çarçoveya giştî ya berhemê de biaxivim û destê xwe nedim qada taybet a xwîner

Ew bajarê neqediyayî, hinekî Heskîf anî bîra min, ma welê ye? Belkî jî ji ber ku di zarokatiya min de dîmenek e, min wisa hîs kir…

ku Heskîf anîbe bîra te nexwe teqez Heskîf e, jidil im… heq û hidûdê xwe zanim û nikarim têkevim neqeba te û xeyalîstana te… dubare; destê xwe nedim qada taybet a xwîner

Li hin cihan min ji xwe pirsî, gelo metnên Medenî Ferho jî te bi kar anîne; nebêje çima, lê hema wisa hisek bi min re çêbû; vêca gelo cenabê te ji  metnên Medenî Ferho girt yan na?

nizanim

Pirsa min a dawî li ser cenabê te bi xwe ye; tu ciwan î, lê berhemên de weke ku ji mêj ve pijiyabin derdikevin pêşiya me; elaqeya te ya bi edebiyatê re çi ye, tu çi qasî pê dadikevî; tu bêhtir berhêmên kê dixwînî hem ji Kurmanciyê, hem jî ji zimanên din?

ji qenciya xwe dibêjî… di kurmancî de hewl didim hemû berheman bixwînim bêyî pêşdarazî û bi hêviya ku tiştekî tê de bibînim, pir caran dibinim jî… lê dema mijar dibe edebiyata dinyayê ewqas ne bêhnfireh im û dikarim bibêjim zêde hûrbijêr im,