Minaqeşeya maqûl û xweşkirin

Gelek caran ez nakevim wê heyrê û heyfê ku felaket bi serê me de tên, lê ez dikevim wê heyfê ku sersebebên felaketê, paşê bi heman retorîka berê û bi heman hizran li meydana gotara li ser felaketê û şîretbaziya ji bo siberojê hespê xwe çarpîne diajon û heta pêl wanên peya dikin û diajon. Ev jixwerazîbûnek e ku serwextbûna li wê ne mumkin e. Ya ku mixabinê dike sedmixabin jî ew e ku li vê meydana waweylêya siyasî-întelektuelî qalibên jiberkirî pirrbare û pirrkopîkirî belav dibin û meydanê li minaqeşeyên maqûl digirin.

Minaqeşeyên maqûl piştî felaketan, ya rastî dikin ku rê û rêbaz bên peydakirin ku encamên felaketan sivik bibin, zerarên wan werin telafîkirin. Dema em meydanê li wan bigirin û peyvên carinan weke helbestan rîtmîk û heta bi kafiye li meydanê çarpîne bidin bezê, em karekî baş nakin. Ya baş minaqeşekirineke maqûl a felaketa siyasî-civakî ye. Ev ji bo pêvajoya piştî referandûma Başûr û şikestina li Kerkûkê jî lê ye. Heger ji me neyê em gotareke maqûl di vî warî de bi rê ve bibin, em ê her li qalibên pirrcarîbûyî bigelicin. Jixwe gelicîna me bibinketina me di her warî de amade dike.

Di vê gotarê de ez kesê sêyem ê pirrhejmar bi kar tînim û xwe jî ji wê civakê dihesibînim ku bi endîşeyan û bi daxwazeke siyasî ber li wê ye ku mafên civaka Kurd ên siyasî û çandî bên misogerkirin. Pêr di dema merasîma xelatdayîna Celîlê Celîl de li Kolnê, ku Tora Akademîsyenên Kurd-AKAD´ê ev cara yekem e da ji bo hewl û keda derasayî, Celîlê Celîl jî hin şîret li siyaseta Kurd û hawîrdorên întelektuel kirin. Mixabin bi navê yekkirina navmala Kurdî, em nikarin xwe li minaqeşeyeke maqûl a nirxanideke rast a bûyeran biqewimînin. Celîlê Celîl ku întelekuelekî wêrek ê Kurd û Êzîdî ye, di vî warî de bi şîretên xwe ji vî qalibê behskirî nikarîbû derkeve; nikare jî, ji ber ku bernameya formatkirî a minaqeşeya me ya siyasî-civakî ji berê de bi şertan ve hatiye girêdan, ji berê ve şertên wê diyarkirî ne. 

Li derveyî vê formatê hewldana minaqeşeyeke maqûl, çawa me di dema referandûmê de jî dît, weke xiyanetê hatin binavkirin. Xiyanet çi ye, helbet divê em li ser jî karibin bipeyivin, li ser bikaranîna peyvê û fonksiyonên wê. Qet şik û guman jê nîne, ev ji wan peyvan e ku di warê doz û têkoşînan de xwedî rastiyeke dîrokî ye jî, lê bêhtir û nexasim jî di peywenda civakên her diçe bi rewabûnên kompleks ên siyasî, dîrokî û civakî desthilatdariyan qebûl dikin, alaveke gerandina çerxa desteserkirina desthilatê ye jî. Ji ber wê em li mijara îro ya gotara maqûl vegerin, careke din bi berfirehî belkî em karibin berê xwe bidin mane û fonksiyonên "xiyanetê".

Gotara maqûl wê ew be ku em bi aqilekî selîm sedemên rewşa siyasî ya heyî minaqeşe bikin, sersebebên wê bibînin û terîf bikin, minaqeşe bikin ka pêşîgirtina li heman şaşiyê bi kîjan çerx û mekanîzmayan dibe, û bi qasî wê jî muhim e em hewl bidin zeraran telafî bikin. Ji bo vê gotarên "yekîtî", "yekîtiya neteweyî" divê bi kirasekî nû werin minaqeşekirin. Çarçoveya Kongreya Neteweyî, ya ku ne bi yekdengkirin, tepisandina dengên cihê û rengên cihê pêk bê, lê ku bi diyarkirina çarçoveyeke berfireh a stratejiyeke neteweyî bi rê ve biçe ya maqûl diyar e. Çima, ji ber ku beriya vê minaqeşeyê divê êdî em hin realîteyên siyaseta Kurd bibînin, terîf bikin û qebûl bikin; weke du serî bûna li Başûr û herdu seriyên ku ji maqûliyeteke neteweyî û wê de bi asabiyeteke malbatî tevdigerin, ji ber wê jî berjewendiyên ku ew sereke dibînin, carinan bi yên giştî yên Kurdî re hev bigirin jî, gelek caran li dijî wan in. Çawa me dît, destketiyên Kurdan ên bi Enfal, Raperîn û gelek şer û xwînê mumkin bûyî, dikarin bi carekê ji dest bidin. Lewma xema ku ew dixwin û xema ku em dixwin hev nagire. 

Çend mînakên hişk bavêjim meydanê û dawiyê li van hizrên xwe bînim: Çima me minaqeşe nekir, ka çawa em serxwebûnê bisipêrin lihevhatineke bi "bawkekuştê" xwe Tirkiyeyê? Ka çawa dibe yek malbat bi hesabên xwe ku mumkin e li nava mala xwe weke berjewendiyên gelê Kurd jî hesabkirine, gotareke wisa dûrî hemû amadekariyan bike? Çawa dibe ku hemû deng hatin birrîn, ji referandûmê % 93´yê dengan erê derket, hêviyê xelkê hatin şikandin, lê ji berpirsiyaran ti kes neamade ye berdêleke siyasî jî bide?

Mamoste Celîlê Celîl xweş digot, lê carinan dermanên ku birînê bikewîne, ne xweş û şîrîn in, tal û jandêr in.