Mirina sosyalîstekî

Mirov tên dinyayê, mezin dibin, li gorî derfet û mercên jiyanê kin an jî dirêj dijîn û di encamê de teqez dimirin. Ji bo candaran hemûyan têgîna mirinê bi xwe re sarbûnek, xemgînî û bêçaretiyê jî tîne. Mirovahî li hemberî vê diyardeyê destgirêdayî ye. Ji destana Gilgamêş bigir heta gelek lêgerînên bijîşkî jî mebest û daxwaza benîademî ya bêmiriniyê an jî dirêjkirina temenê mirovî ye.

Gelek kes hîna di temenê ciwan de xatirê xwe ji jiyanê dixwazin. Gelek ji wan mîna çûkên bêbask di zaroktiyê de koça dawî dikin. Mirov bi temenê kin an jî dirêj nayêne pîvan. Di demên kin an jî dirêj yên wê jiyanê de çi kiriye? Li dû xwe çi berhem û xizmet hiştine? Ev ya girîng e.

Mirov hene bi rastî jî hebûn û nebûna wan ji bo mirovahiyê hîç ne girîng e. Dikarin sed sal bijîn û dema koça dawî dikin, cîranên wan jî bi wan nahese. Lê mirov hene ku bi mirina xwe dibin sedemê gelek dilsojî û xembariyan.

Vaye Kamber Erkoçak jî yek ji wan çinarên jiyana têkoşer bû. Di merasîma dawî ya oxirkirina wî de bi sedan kesan rondikên çavan barandin. Hawir û rewşeke pir xemgînî li dar bû. Bivênevê mirov li ser awayê jiyanê û kiryarên wî hizir dikir. Gelo çima hinde mirov li dû wî digirîn û ev hewaya sotîner li dar e?

Kamber ji sala 2000ʼî ve li paytext Berlînê weke sirgûneke siyasî niştecîh bû. Li Erdexanê hatibû dinê, Terekeme bû. Li Stenbolê mezin bibû. Hîna di temenê ciwan de tevli nav refên şoreşgerî bibû. Hevaltiya şoreşgerên efsanewî yên weke Mehmet Fatîh Oktûlmûş kiribû. Di jiyana wî ya şoreşgerî ya rengîn de gerîlatiya bajaran, liberxwedana zindanan, têkoşîna mafên mirovan û sirgûnî hebû. Kamber di tevahiya jiyana xwe de bêrawestan ji bo jiyanake birûmet û serbilind têkoşiya. Bi awayê axaftina xwe ya asayî û ya di meş û mîtîngan de mirov dikirin aşiqê xwe. Di her çalakî, meş û mîtîngên şoreşgerî de ew li pêş bû. Kamber Kurd bû, Tirk bû, Terekeme bû, Elman bû. Ji bo wî welatiya gerdûnî esas bû. Lewma digotin, ‘Bê Kamber govend nabe, bê Kamber çalakî nabe.’

Bi doz û têkoşîna sosyalîstî bawer bû, îmaneke qewî li cem wî hebû. Lê ti carî nediket pirs û gengeşeyên ku ji nav nayê derketin. 57 sal emir kir, bêkêmanî 40 salên wî di nav şer, pevçûn û têkoşîna rûmetê de derbas bû. Kamber bi yekîtiya encamgir a xeyalên M. Fatîf Oktulmûş û Mahsum Korkmaz’an bawer bû. Di kolanên Berlînê hemûyan de awaz û dengê wî, li çalakiyan hemûyan wêne û rengê wî hene. Bejna wî ya bi qasî çinarekê û kulma wî ya şidandî ya li hewa banga rabûn û têkoşînê dikir. Di gelek roj û kêliyên dijwar yên têkoşînê de ku bi hezaran Kurd li malên xwe rûnîştîbûn Kamber li kolanên Berlînê ji bo Kobanê, ji bo HDP û ji bo têkoşîna giştî li dijî faşîstên Tirk li ber xwe dida.

Wî li ber xwe dida û kêliyek jî ji wê rewşê gazin nekir. Negot, ‘Ev têkoşîn bi navê Kurdan e û çima Kurd hinde hindik in?’

Kamberê ku weke Kamberê sosyalîst û têkoşer li cem gel cihê xwe girtibû ev sê sal bûn bi nexweşîna pençeşêrê ketibû. Rojên pir dijwar derbas kirin. Bejna wî ya çinarî heliya, sist û zirav bû. Lê kêliyekê jî ji ya xwe nehat xwarê. Dem bi dem gava em diçûn serdana wî û me digot, ‘Ka em çi ji te re bînin? Rojnameya Serxwebûnê dixwest. Sohbeta wî, pirs û meraqa wî li dora têkoşînê bû. Di mejî û bîra wî de babetên dîtir nebûn. Kamber dem bi dem ji bo debara xwe hinek kar jî kiribûn. Lê ti kes nikare şahidî bike ku ew li dû pereyan baziyaye. Bi qasî bikare debara xwe bike û mihtacê nemerdan nebe pêdivî bi kar û pereyî didît. Ango neda dû gelek kesên ji heman nifşî yên bi îdiayên bilind derketin û dûre di nav jiyana bazirganî ya kirêt de wenda bûn. Kamber ti caran destê xwe qirêj nekir, bi dil û mêjiyekî paqij ji nav me bar kir. Oxir be hevalê sosyalîst, oxir be evîndarê gelan, wê rengê te, bejna te ya çinarî, helbestên te yên dilsoj, dirûşmên te yên li dijî faşîzmê û axaftina te ya dibû sedemê rabûna bi hezaran mirovî li kolanên Berlînê tim li dar be.