Muxalif hilbijartina Îranê boykot dikin

Îran di 21’ê Sibatê de ji bo hilbijartina 290 parlamenterî hilbijartinê pêk tîne. Kurd û muxalif hilbijartinê boykot dikin.

Kampanya ji bo hilbijartina giştî di 13’ê Sibatê de dest pê kir. Di 21’ê Sibatê de jî wê ji nava 7 hezar û 148 namzetên ku destûr ji rejîmê wergirtin 290 parlamenter bên hilbijartin.

Konseya Muhafizên Şoreşê ku bi piştrastkirina namzetan wezîfedar e, namzetiya 7 hezar û 296 kesî red kir.

Konseya Muhafizan ji 12 endaman pêk tê. 6 ji wan yekser ji aliyê lîderê olî ve tên tayînkirin. 6 ên mayî jî ji aliyê şefê erka edlî ve tên diyarkirin. Şefê erka edlî jî ji aliyê lîderê olî ve tê tayînkirin. Di dawiya dawî de temamiya 12 endam ew kes in ku bi lîderê olî ve girêdayî ne. Piraniya kesên ku namzetiya wan hate betalkirin ji koalîsyona hikumetê tên ku weke ‘nerm‘ û ‘reformxwaz’ ên mûxafazakar tên naskirin.

Komeleyê Azad û Demokratîk a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) û Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) 9’ê Sibatê daxuyaniyeke hevpar weşandin û ragihandin ku wan biryara boykotkirina hilbijartinê wergirtine.

Mucahidînî Xelq ku komeke muxalif e, banga boykotê kir. 

 TEHRAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found