Nan dişewitînin nan!

Bi wî nanî, dijminekî welê kêm tê dîtin, divê mirov gelekî bextreş be heta mirov bi ser dijminekî wiha ve bibe. Bextreşiya din jî qelsî û lawaziya ji mirovî bi xwe ye ku xirabiya dijmin dijwartir dike. Ez ê li vê vegerim. Lê pêşî behsa nûçeyeke pir kurt bikim: Çavdêriya Sûrî ya ji bo Mafê Mirovan dîmen weşandin. Dîmen ji derdora Til Temirê ne. Li hember kamerayê erdên dewleta Tirk dagirkirî hene. Dagirker tên, li ber erdên çandiniyê disekinin û agir berdidin wan erdan. Nan dişewitînin, nan! Par DAIŞ´ê û dewleta Tirk ev kar bi hev re dikir û 435 hezar donim erdên çandî yê dexl şewitandin, îsal dewleta Tirk heta niha bi serê xwe bû 135 hezar donim şewitandin. 135 hezar donim nan şewitandin.
Li Efrînê jî hem birrîn û hem şewitandina darên zeytûnê dewam dike. Ya dişewite ne tenê bi nav dareke zeytûnê ye. Keda salan e û pê re jî dîsa nan e. Bi wî nanî dijminekî evqasî hov û bêrûmet vê heyamê kêm tê dîtin. Bextreşiya me Kurdan e, bi ser me ve bûye.
Meseleya şewitandina nên û meseleya şewitandina mirovan bi hev re ne. Yê ku karibe nan bişewitîne, wê karibe mirovan bişewitîne. Jixwe, wisa jî bû yên ku par 435 hezar donim nan şewitandin, di dema dagirkeriya Serêkaniyê de mirov zindî şewitandin. Ma kî kare wan qîrînên ji êşa şewatê yên Mihemedê 13 salî ji bîr bike!
Ne tenê nan û mirovan dişewitînin, ew ziman, çand, dîrok, xanî, kevir çi hebe ku bi kêra hebûn û xwebûna Kurdan bên, ew dişewitînin, tine dikin… Planeke eşkere ya qirkirineke topyekun.
Hoşyar Zêbarî îro jî ji giregirên PDK´ê ye, demeke dirêj wezîrtiya karê derve ya Iraqê kir. Pêr di twittera xwe de got, “Dagirkirina (peyva ingilîzî incursion bi kar aniye) eskeriya Tirk li Kurdistana Iraqê li herêma Zaxo bûyereke gelekî girîng a geopolîtîk e. Gurbûna êrişê dike ku mirov li defa hewarê bixe. Bangên giregirên Tirkan ên ji bo vejandina doz û dawên dîrokî yên li ser herêma Mûsilê ji vê jî bêhtir acizker in.” Yanî heger Hoşyar Zêbarî vê dinivîse, haya wî ji fêl û pîlanên dewleta Tirk heye û haya PDK´ê jî heye. Baş e çima qismekî PDK´ê û qismek ji çapemeniya wê jî PKK´ê gunehbar dikin. Jê dixwazin Kurdistanê biterikîne? Tevî ku, va ye diyar e, ew dizanin dewleta Tirk wê avê jî li wan venexwe. Heta ji bo tweeta Hoşyar Zêbarî mirov dikare şiroveyeke wisa jî bike: Ji Kurdistanê re (Başûrê Kurdistanê jî tê de) PKK lazim e. Heger ji Kurdistanê re PKK lazim e, ji bo berjewendiyên kê di rewşeke dagirkeriyê de hem PKK tê gunehbarkirin û hem êrişên dewleta Tirk tên rewakirin? Ev pirsên hanê cidî ne, ji ber ku propagandayeke rewakirina êrişên dagirkeriyê û nerewakirina parastina Kurdistanê û miletê wê xuya ye. Beramberî vê propagandayê ya ku diyar e projeyeke dij-kurdistanî ye, divê em berjewendiyên Kurdistanê timî darîçav bikin.
Vêca bi wî nanî, dijminekî nên bişewitîne, mirovan jî dişewitîne, li Kunemasî jî dike, li Serêkaniyê jî û li Beriya Mêrdînê jî. Pirr zehmet nîne, ew kesên ku hinceta dewleta Tirk yanî PKK´ê gunehbar dikin, dikarin bi hêsanî li Efrîn û serêkaniyê binihêrin; li wir mesele ne tenê Erebkirin û Tirmenkirin e. Mesele bi temamî tepisandina Kurdan û tinekirina her nîşana wan a zimanî û çandî ye ku ti elaqeya xwe bi PKK, YPG, PYD yan jî ENKS´ê re nîne. Ya maqûl ew e ku Kurd qet nebe li ser vê yekê tifaqê bikin ku dijminê wan ê hevpar û bi temamî bê rûmet dewleta Tirk e.